Dest danîn ser mala dayika Narges Mansourî

Li Îranê aktivîsta mafên karkeran a girtî Narges Mansourî biryara destdanîna ser mala dayika wê ku weke temînat pêşkêşî dadgehê kir, hat erêkirin. Aktivîstê ji bo protestokirina biryarê çalakiya greva birçûbê dabû destpêkirin, duh bi dawî kir.

Navenda Nûçeyan- Endama Sendîkaya Karkeran a Şîrketa Otubus a Banliya ya Tahranê Narges Munsourî ku li girtîgeha Evînê tê girtin, di rojên dawî yên meha Kanûnê de ji bo biryara dadgehê ya ku destdanîna ser mala dayika wê weke temînat pêşkêşî dadgehê kiribû protesto bike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Parêzvana mafan ku rewşa wê giran bû di 21’ê Çileyê de rakiribûn nexweşxaneyê. Li ser îsrara malbata wê roja Çarşemê 24’ê Çileyê li nexweşxaneya ku tedawî didît, dawî li greva birçîbûnê anî. Hat diyarkirin ku Narges Mansourî ku tedawiya wê li nexweşxaneyê berdewam dike, wê piştre bibin girtîgehê.

Biryar ji derveyî zagonî hat dîtin

Di vê pêvajoyê de xebatkarên dewletê yên kompleksa Edlî ya Şaxa 1060 ya 2’emîn dadgeha Ceza aktivîsta mafên karkeran Narges Mansourî ku girtiye biryara destdanîna ser mala dayika wê hat erêkirin. Der barê mijarê de parêzer Mohammad Mogimî agahî da û diyar kir ku biryar di dema Narges Mansourî di greva birçîbûnê de bû hatiye erêkirin. Mohammad Mogimî biryara hat girtin weke ji ‘derveyî zagonî’ nirxand û got: “Narges Mansourî di dema li girtîgehê de bû ev biryara ku hat girtin tu çavkaniyek wê ya hiqûqî nîn e. Wekî tê dîtin ev zilma vê rejîmê bi dawî nabe.”

Endama Sendîkaya Karkeran a Şîrketa Otubus a Banliya ya Tahranê Narges Munsourî yek ji 14 aktivîstên ku metna 14’an ku banga îstifayê li serokê dînî Alî Hamaney dike îmze kiribûn e. Narges Mansourî di meha Gulana 2022’an de di dema çalakiya karkeran de hatibû girtin.