Der barê rojnamevan Ceylan Şahînlî de biryara beraetê

Rojnamevan Ceylan Şahînlî, di sêyemîn danişîna doza ku bi îdiaya " propagandaya rêxistinê kiriye" hat darizandin de, beraet kir.

Enqere - Danişîna biryarê ya doza derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de têkildarî çalakî û aktîvîteyên dema xwendekar bû di gulana 2017’an de tev li bûbû bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hatiye vekirin, hat dîtin.

Danîşîna dozê ya 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin re Cetlan Şahînlî tevlî nebû. Parêzerê Ceylan Şahînlî Resûl Temûr bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzera Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn jî ji bo danişînê temaşe bike li eywanê cihê xwe girt.

Biryara beraetê hat dayîn

Di danişînê de belgeyên li dosyayê hatin zêdekirin hatin xwendin. Dozgerê ku pişt re mutalaaya xwe xwend, bi hinceta ku tu hêmanên qanûnî yên sûc nîne, daxwaza biryara beraetê kir. Parêzer Resûl Temûr jî tev li dozger bû. Şandeya dadgehê ji ber tu hêmanên qanûnî yên sûc nînin, biryara beraeta Ceylan Şahînlî da.