Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

Dayîkên Şemiyê û 28 parêzvanên mafên mirovan ên li Qada Galatasarayê bi kelepçeyên paşverû hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Stenbol- 28 kesên ku di hefteya 952’yemîn a çalakiya Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin de li Qada Galatasarayê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Dayikên Şemiyê tevî biryara "îhlal" a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) 2 caran rastî tundiya polîsan hatin, di hefteya 952'yemîn a çalakiya xwe de tevî parlamenterên Partiya Çepên Kesk, gelek siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan li qada Galatasarayê berdewam kirin. Polîsan êrîşî rojnameger û çalakvanan kir û Hevseroka Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn jî di nav de 28 kes bi kelepçeya berevajî binçavkirin. Di vê navberê de kesên li qadê bi dirûşma “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” binçavkirinan protesto kirin.

28 kes hatin berdan

28 girtî piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şîşli Hamidiye Etfalê serbest hatin berdan.

Navê 28 kesên ku hatin berdan wiha ne: Hanîfe Yildiz, Eren Keskîn, Îrfan Bîlgîn, Îkbal Eren, Mikaîl Kirbayir, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Ûmît Efe, Merîç Eyûboglû, Hatîce Onaran, Cuneyt Yilmaz, Cîhan Kaplan, Ayşe Çelîk, Îsmaîl Yûcel, Devrîm Bariş Yilmaz, Pelîn Laçîn, Sema Kiliç, Esmanur Yildiz, Nezaket Sena Çakirgoz, Yaşar Aktaş, Alî Tosun, Yakup Ozdemîr, Aylin Tekiner, Arat Dink, Hatîce Korkmaz, û Kenan Yildiz.