Dayika Zeynep Saroxan: Divê Erdogan li dadgehên navneteweyî were darizandin

Dayika Hevseroka Ofîsa Edaletê ya Rêveberiya Xweser Zeynep Saroxan a ku di encama êrîşa dewleta Tirk de hat qetilkirin, Halîme Huseyîn got: "Em dayikên şehîdan, dixwazin Erdoganê ku sedema vê yekê ye li dadgehên navneteweyî hesab bidin."

DELAL REMEZAN

Hesekê – Zeynep Saroxan a ku di malbateke welatparêz de mezin bû, ji ber vê yekê di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadiya Kurd nas kir. Ji bo avakirina civakeke ku demokrasî û wekhevî lê serdest be, li azadiyê geriya. Zeynep Saroxan di sala 1981'ê de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye, 8 keç û 4 kur, bi giştî 12 xwişk û bira ne. Di dema qedandina Peymangeha Zanist û Teknolojiyê de, weke mamoste di warê pisporiyê de li dibistanên bajarê Hesekê kar kir.

Zeynep Saroxan bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê re di nava Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de dest bi xebatê kir. Ew beşdarî 6’emîn Kongreya Giştî ya PYD’ê bû. Piştî ku 2 salan di Meclisa Jinan a Herêma Cizîrê de kar kir, weke Hevseroka Ofîsa Edaletê ya Rêveberiya Xweser hat hilbijartin. Zeynep Saroxan 3 mehan li Herêma Cizîrê kar kir, li bajarê Hesekê jî di avakirina navendeke parastina zarokan û jinan de ked da.

Zeynep Saroxan ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin

Zeynep Saroxan di 12’ê Cotmeha 2019’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef hat qetilkirin. Dema ku wesayîta Zeynep Saroxan bi hevalê wê yê xebatê Yilmaz Şero di 27’ê Îlona 2022’an de li ser riya di navbera Dêrik û Girkê Legê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derbas dibû ji aliyê balafirê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di avakirina Rêveberiya Xweser de xwedî rolên herî girîng in û bi xebatên xwe yên siyasî, dîplomasî, aborî, civakî, çandî û gelek qadên din ve xwedî dîrokeke dirêj in. Ji ber ku ev mîsyonên pêşeng hikûmetan bêzar dikin, dibin hedefa êrîşan.

'Bû sembola têkoşîn û berxwedanê'

Dayika Zeyneb Saroxan Halîme Huseyîn a 80 salî bal kişand ser têkoşîna Zeynep Saroxan û diyar kir ku keça wê ji zarokatiya xwe ve Tevgera Azadiya Kurd nas dikir û got: “Ji destpêkê ve di nava Tevgera Azadiya Kurd de cihê xwe girt, mala me bûbû cihê ku civîn û serdan lê dihatin kirin. Zeynep ji wê demê ve dixwest beşdarî lêkolîn û civînan bibe. We jî zarokatî ve ji Tevgera Azadiya Kurd hez kir û tevlî çalakiyên wê bû. Ez ji vê rewşê ditirsiyam ji ber vê yekê min her gav jê re digot ku ew ciwan e divê xwendina xwe temam bike lê wê her gav red kir. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava PYD’ê de beşdarî çalakiyan bû. Ji ber ku karê xwe bi eşq û hûrgilî dikir pir dihat hezkirin. Piraniya wexta xwe dixebitî. Li gelek herêmên Sûriyeyê geriya. Ew sembola têkoşîn û berxwedanê ye.

'Em dixwazin kujer hesab bidin'

Halîme Huseyîn wiha got: “Nûçeya şehadetê di guhê min de ye, heta niha ez bawer nakim. Ez bi bêsebirî li benda vegera malê bûm lê venegeriya. Hemû tiştên li malê wê tînin bîra min. Riya şehadetê hilbijart ku ev riya herî mezin a serketinê tê dîtin. Ev der axa me ye, axa dapîr û kalên me ye û em li vir dijîn. Dewleta Tirk bi rêbazên dijmirovî, çekên qedexekirî yên navneteweyî û bi erêkirina welatên garantor ên cîhanê û herêmê şer dike. Weke dayikên şehîdan em dixwazin kujerên zarokên me jî di nav de Erdogan ku bi sedan sûc li dijî me kirin, li dadgehên navneteweyî bên darizandin û hesab bidin. Em ê têkoşîna zarokên xwe bidomînin.”