Dayîka hûnermend Mîr Perwer ê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da

Fîlîz Aydin a dayîka Hûnermend Mîr Perwer ê li li Parîsê tevî pêşenga tevgera jinê Evîn Goyî û welatparêz Abdurrahman Kizil hatibû qetilkirin, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Di encama êrişa çekdarî ya dewleta Tirk di 23’yê Kanûna 2022’yan de li patyexta Fransa Parîsê pêk anî de, endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hûnermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparÊz Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Dayîka Mîr Perwer Fîlîz Aydin li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 

Hat zanîn ku dayîk Fîlîz Aydin li nexweşxaneya ku ev demek bû ji ber enfeksînoyê lê dihat dermankirin, duh jiyana xwe ji dest daye. Hat hînbûn ku dê cenazeya Fîlîz Aydin bînin Mûşê û li gel lawê wê Mîr Perwer bê definkirin.