Cîhan mînaka jina bi hêz û îrade ye
Hevrêya rojnamevan Cîhan Bîlgîn a li gel rojnameger Nazim Daştan di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin, behsa rêwîtiya wê kir. Dîlan Dîlok got: “Cîhan ji bo doza jinan û aşkerekirina rastiyê têkoşîn da. Em ê rêya wê dewam bikin.”
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Di 19’ê Kanûnê de dema ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan rewşa êrîşên giran ên li bendava Tişrînê dişopandin, bûn hedefa balafireke dewleta Tirkiyê ya bêmirov û di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Dîlan Dîlok ku hevrêya Cîhan Bîlgîn e, têkildarî kesayet, jiyan û têkoşîna wê ji ajansa me re axivî.
Rojnamevan Dîlan Dîlok da zanîn ku Cîhan Bîlgîn li kêleka xebata xwe ya çapemeniyê li Bakurê Kurdistanê xwendekara Beşa Hiqûqê jî bû û wiha pê de çû: “Cîhan Bîlgîn li Bakurê Kurdistanê hatiye dinê, di Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê de li Amedê xwendiye. Di heman demê de di çapemeniyê de xebat kiriye. Min jî li Bakurê Kurdistanê xebatên çapemeniyê dikir, lê derfet tune bû ku em hevdu nas bikin. Paşê dema ku hatim Rojavayê Kurdistanê êdî bi saya çalakî û xebatên rojnamegeriyê me hevdu nas kir. Ew jinek pir dihat hezkirin, civakî bû û herkesî wê nasdikir. Ji ber vê yekê jî dema me hevdu nas kir, got em bibin hevalên hev ji ber ku em herdu jin in û dibe pêwîstiyên te hebin ez li kêleka te bim. Cîhan kesayetek wisa bû ku zû hevaltî ava dikir bi mirovan re.”
‘Bi felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinan jiyan kir’
Bi demê re hevaltiya Dîlan û Cîhan xurt dibe. Dîlan êdî dizane ku Cîhan ji çi hezdike, çi wê aciz dike, çawa jiyan dike, çawa diaxive û dimeşe. Dîlan anî ziman ku Cîhan ji wê re bûye dost û xwişk û wiha dewam kir: “Cîhan di felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinê de dijiya, nêzîkatî û xebatên wê hemû di vê çarçoveyê de bûn. Herî zêde nûçeyên jinê çêkiriye. Berî ku şehîd bikeve nûçeyek bi sernavê ‘Xwedawenda Jin Çawa Bû Kole’, li ser rewşa Minbicê çêkiriye.”
‘Jinek bi hêvî, hêz û moral bû’
Dîlan Dîlok da zanîn tevî ku Cîhan di oxira dozê û rastiyê de gelek dost û hevalên xwe wenda kirine jî, tu car nehiştiye ku derdor lawaziya wê hîs bike û got: “Her tim ji me re digot gerek hûn xwedî hêz û moral bin, divê ku dijmin nebîne hûn bê moral in. Herî zêde bi şehadeta jinan bandor bûye. Bi şehadeta jinan diêşiya û digot gerek jin neyên kuştin. Helbet wê tekez dikir ku bi saya Şoreşa Rojava doza gelê Kurd û jinan ji dinyayê tevahî re hat diyarkirin, Cîhan digot ev şoreş a jinan e û mafê wan heye ku jiyan bikin, divê neyên kuştin. Ew jinek bi hêz bû, rûken û bi moral bû. Hêviyên wê hebûn ku di demên pêş de wê ji bo gelê Kurd jiyaneke xweştir û serkeftî hebe.”
‘Xwest rastiya hovîtiya Tirkiyê eşkere bike’
Dîlan Dîlok diyar kir ku dema êrîş li ser Minbicê dest pê kirine, wê gelek israr kiriye ji bo ku here û rastiyan ji cîhanê re ragihîne. Dîlan Dîlok der barê Cîhan de wiha got: “Digot dewleta Tirkiyê şerekî derûnî yê ragihandinê li ser gelê me dimeşîne û gerek ez di vê demê de rola xwe bilîzim û rastiyan eşkere bikim, ji ber ku civaka me li me dinêre. Xatirên xwe ji min xwestin û wiha çû. Gotinên wê yên dawî jî li cebheya Minbicê ew bûn ku felsefaya Rêber Apo ya navneteweyî çareserî ye. Moralê wê bilind bû û digot rast e şerek giran heye lê li hember wê berxwedanek mezin heye.”
‘Di oxira rastiyê de canê xwe feda kirin’
Dîlan Dîlok destnîşan kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan çavên rastiyê bûn û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Dîlan Dîlok wiha lê zêde kir: “Her di bala wê de bû ku gelê Kurd êşeke mezin jiyan kiriye û ji ber vê yekê mafên wan heye ku dema Kurdistana azad ava bibe careke din hemû şehîd werin jiyanê. Ez jî dibêjim ku gerek Cîhan jî careke din vegere ser rûyê erdê. Cîhan dilpak bû. Ez kêfxweş bûm ku min mirovek wek Cîhan û Nazim nas kir.”
Dîlan Dîlok tekez kir ku ew ê rêya hevalên xwe dewam bikin û wiha derbirî: “Dijmin difikire ku bi şehîdxistina Cîhan, Nazim an kesek din dê rojnamevan xilas bibin, lê em tune nabin. Rêya me bi Mazlum Doxan, Apê Mûsa û Gurbeteli Arsoz, Seyîd Evran û Gulîstan Tara dest pê kiriye û çandekî çapemeniya azad heye. Bi Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî dê rêya me berdewam be. Em pênûs û kamerayên wan nikarin li erdê bihêlin. Her çiqas ji aliyê dijmin ve êrîş hebin jî, em ê rastiyê derxin pêş.”
‘Em ê hesab ji sûcdaran dixwazin’
Dîlan Dîlok destnîşan kir ku di zagonên navnetweyî de kuştina rojnamevanan sûcekî mezin e, daxwaza lêpirsînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li her derê û bi çi raman û armanc jî be ne girîng e. Ev zagoneke navneteweyî ku gerek rojnamevan werin parastin, bi taybetî jî dema ku rastiya şer û êrîşan di çeperan de radighînin. Divê dinya bêdeng nemîne. Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê rojnamevanan binçav dike. Ji ber ku li dijî van kiryaran rabûne. Li wir çewisandin heye, nahêlin ku rojnamevan ji bo hevalên xwe çalakî li dar bixin an konê sersaxiyê deynin. Ev dijminatiya herî qirêj e. Ev nêzîkatî diyar dikin ku ev êrîşa ser hevalên me Cîhan û Nazim, bi zanebûn bû. Dizanîbû ku hevalên me di wesayetê de ji ber vê yekê êrîş pêk anî. Cîhan digot em pişta civaka xwe ne û şopdarên wê ne. Îro gerek civak jî xwedî li Cîhan derkeve û ji bo doza wê bêdeng nemîne. Divê hesab ji sûcdaran were xwestin. Em jî şopdarên Cîhan û Nazim in, dijmin nikare moralê me têk bibe an me ji vê rêyê vegerîne.”