Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Zekiye Îlbasan hat berdan

Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan ku di daxuyaniya têkildarî komploya navneteweyî de tevî 103 kesan hatibû binçavkirin û girtin, di danişîna ewil de hat berdan.

Navenda nûçeyan- Yekemîn danişîna doza ku der barê Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Zekiye Îlbasan a di sala 2023’yan di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de dema li Parka Koşuyoluyê ya Rezana Amedê daxuyanî dida tevî 103 kesan hat binçavkirin û hat girtin de hatibû vekirin, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Zekiye Îlbasan, di danişîna ewil de hat berdan.

‘Bi milyonan kesan birêz Abdullah Ocalan weke îradeya xwe qebûl kiriye’

Danişîna ewil a Zekiye Îlbasan ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “bêçek tev li civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê bû, tevî hişyariyê jî bi xwe ji wir neçû” û “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe da” dihat darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Zekiye Îlbasan, parêzerên wê Ozum Vurgun û Bedan Acun di danişînê de amade bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di danişînê de amade bûn.

Zekiye Îlbasan, di parastina xwe de got ku daxuyanî mafê wê yê qanûnî ye û sûc nîn e. Îlbasan, wiha domand: “Daxuyanî têkildarî komploya navneteweyî û tecrîdê bû. Jixwe li gorî qanûnên Tirkiyeyê tecrîd sûc e. Bi milyonan kes birêz Abdullah Ocalan weke îradeya xwe qebûl dikin. Heta dewletê jî weke muxatab dît û hevdîtin pê re kir. Çima niha hevdîtin nayên kirin?”

‘Her Kurdek dema tê girtin dibe endamê/a rêxistinê’

Zekiye Îlbasan, bal kişand ser îdiaya ku bi fermana Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevli daxuyaniyê bûye û wiha got: “Min ji tu kesekî ferman negirtiye. Min guh da wijdanê xwe û tevli bûm. Hemû hêzên ewlekariyê yên li wir baş dizanin ku min tu kes derb nekiriye. Ya din jî îdiaya endamtiya rêxistinê ye. Her Kurdek ku tê binçavkirin û girtin dibe endamê/a rêxistinê. Heke xwedî li ziman, nasname û çanda xwe derneketibûma dê bi vê îdiayê nehatima darizandin.”

Polîsa bi navê Nirgul Şahîn ku îdia dikir Zekiye Îlbasan ew derb kiriye jî tevli danişînê bû îdia kir ku Zekiye Îlbasan destê wê penc kiriye û nayê bîra wê bê ka Zekiye Îlbasan pêhnê lê daye yan na.

Dozger xwest rewşa girtî ya Zekiye Îlbasan bidome.

Parêzerên Zekiye Îlbasan jî parastina muwekîla xwe kirin û xwestin bê tehliyekirin.

Şandeya dadgehê jî bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîn taloqî 7’ê Adarê kir.