Binpêkirinên li hemberî rojnamegeran di erdhejê de berdewam kirin

DFG’ê rapora xwe ya der barê binpêkirinên li dijî rojnamegeran de aşkera kir. Li gorî raporê di erdhejê de 25 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane, li dijî rojnamegeran 14 car êrîş hatine kirin, 4 rojnameger di bin çavan de ne.

Amed- Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya der barê binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de parve kir. Rapor, li ser malpera dîjîtal a komeleyê hat parvekirin û hat diyarkirin ku di encama erdhejê de zêdetirî 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Di dema erdhejê de rojnemegerên ku ji erdhejê bandor bûne piştî ku şoka yekem derbas kirin li qadê bûn û agahiyan bi cîhanê re parve kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Semsûrê rojnamegerên bi navê Burak Alkuş, Hîdayet Ozdemîr, Îskender Korkut, Kemal Oner, Muhammed Akan, Ruhî Akan, Yunus Emre Doxan, Zubeyîr Pektaş, Îsmaîl Hakki Koçak, Fatîh Bayin, Bariş Can Tabakçi, li Hatayê rojnamegerên bi navên Ayşe Fîgen Ari, Burak Mîllî, Gokhan Aklan, Îzzet Nazli, Neşet Alkan, Erhan Yilmaz, Mehmet Tekîn, Hasan Seîd Okay û Berkay Akay, li Mereşê rojnamegerên bi navên Mûstafa Yuzbaşioglu, Azîz Çevlîk, Fatîh Nalbantbaşi, li Edeneyê rojnamegera bi navê Meltem Ozgen û li Dîlokê jî rojnameger Fatma Erdogan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.

‘Rojnameger li herêmên erdhejê hatin astengkirin’

Di raporê de bal hat kişandin ku di dema erdhejê de 25 rojnameger ji ber xebatên lêgerîn û rizgariyê dereng dest pê kirine jiyana xwe ji dest dane û hat diyarkirin ku malzemeyên rojnamegeran ên arşîv û buroyê winda bûne û wiha hat gotin: “Bi biryara OHAL’ê re demildest rê li ber rojnamegeran hat girtin. Ên ku li herêma erdhejê li ser kavilên karesatê bûn û nehiştin dîmenên erdhejê bikşînin. Hêzên polîs, leşker û paramîlter ên girêdayî wan ji rojnamegeran ‘qerta turkuazê’ û belgeya destûrê ya ku ji walîtiyê tê standin xwestin. Ev destûr û ‘qerta turkuazê’ jî tenê dan rojnamegerên alîgir. Li qadê rojnameger hatin binçavkirin. Ew bi ‘sextekariyê’ û bi ‘weşandina agahiyên nerast’ tewanbar kirin. Qanûna Sansurê ya ku em weke DFG û sazî û komeleyên din ên pîşeyî li dijî derdiketin, di vê pêvajoyê de xistin meriyetê.”

Di her warî de astengî derxistin

Di raporê de hat destnîşankirin ku li gel rê û rêbazên astengkirinan û sansurê medyaya dîjîtal jî hatiye qedexekirin û wiha domiya: “4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryara astengkirina 340 URL’yan da ku di nav wan de malperên înternet û Yotube jî hene. Twîtterê, hesabên tekane rojnameya Kurdî ya Xwebûnê û ajansa NûJINHA ku di çarçoveya herêma Rojhilta Navîn de bi hişmendiya jina azad weşanê dike asteng kir.”

‘Li ruxmê hemû astengiyan em ê li qadan bin’

Di raporê de hat destnîşankirin ku wê li ruxmê hemû astengiyan rojnameger li qadan bin û wiha hat gotin: “Erdhej, hilweşîn, şer her wiha çi dibe bila bibe rojnamegerên li ser şopa lêgerîna heqîqetê dê xwe ji qadê venekişînin. Şert û merc çawa bin jî em dest ji pênûs û wênekêşa xwe bernadin. Em weke DFG’ê dê di tu şert û mercan de hevalên xwe bi tenê nehêlin.”

Di raporê de hat diyarkirin ku rojnamegerî sûc nîn e di meha sibatê de li dijî rojnamegeran 14 caran êrîş hatine kirin, 4 kes hatine binçavkirin, 5 caran rastî miameleya xerab hatine, 19 caran hatine astengkirin û 6 lêpirsîn hatine vekirin. 

Ceza û reşkirin

Di raporê de behsa zextên li hemberî saziyên weşanê û sansuran hat kirin û wiha hat gotin: “Di heman demê de RTUK’ê li 2 dezgehên weşanê ceza birî, ji van du jê cezayên qedexeya weşanê bûn, 4 jê cezayê pereyan û ji bo televîzyonekê jî 3 rojan cezayê reşkirina ekranê hat dayîn. Her wiha Saziya Teknolojiyên Agahiyan û Ragihandinê 2 malperên înternetê girtin, 2 caran asteng kir û ji bo 345 parvekirinên medyaya dîjîtal jî biryara astengkirinê da.”