Bi şoreşa jinan xemilî bû nîşana şoreşê: Hêva Erebo
Hêva Erebo ya ku di 27’ê Çileyê de di êrîşa a dewleta Tirk de li Ranyayê hat qetilkirin, bi şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xemilî û bû nîşana şoreşê. Dayika wê Zekiye Erebo got: “Ez bi keça xwe serbilind im.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-1-jpgba3c84-image.jpg)
PERWÎN AMARA
Qamişlo – Şoreş, bi kesayetên mînak ên di riya azadiyê de canê xwe didin tê avakirin. Şoreşa Rojava, bi mînakên van keseyetên jin ên ku ji bo azadiya gelê xwe û azadiya tevahî jinan têdikoşin dagirtî ye, ji tevahî jinên cîhanê re bûye îlhama azadî û serkeftinê. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi têkoşîn û pêşengiya jinan ku di hemû qadên jiyanê de bêyî dudiliyek bijîn, hemû jiyana xwe xistine riya azadkirina vê xakê, tê naskirin. Di pêşengiya jinên ku îro şoreş bi deng û rengê wan tê naskirin de, destkeftiyên vî gelî hatin parastin.
Gavên ber bi şoreşê ve
Hêva Erebo bi navê din Saliha Viyan dihat naskirin, yek ji van jinên pêşeng bû. Di sala 1981’ê de li bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê di nava malbatek welatparêz de hat dinyayê. Ji ber welatparêziya malbatê, di temenekî biçûk de têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kir û li ser vî ramanî mezin bû. Zaroka malê ya çaremîn bû, 8 sal dibistanê xwend. Hê 16 salî bû, tevli xebatên siyasî bû. Di nava kar û xebatên rêxistinkirina gel de cih girt. Ji bo bibe xwedî kesayetek pêşeng û nasnameya jinên azad, di sala 2000’î berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi têkoşîn û fedakariya xwe ya bi salan, ji hemû hevalên xwe yên jin re bû mînak.
‘Bi fedakariya xwe ji hemû jinan re bû mînak’
Salîha Viyan, di şoreşa Rojava da jî bû xwedî ked û fedakariyeke pir mezin. Di destpêka şoreşê de ji bo jinan gelek kar û xebatên girîng û hêja meşand. Wek jineke Kurd ne tenê ji bo jinên Kurd, piştî rizgarkirina heremên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê jî ji bo ku jinên Ereb bibin xwedî nasname û îradeya xwe nas bikin, gelek xebat meşandin. Yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweser bû ku ji bo nasnameya hemû pêkhateyan dixebitî. Her wiha di Desteya Jinan a kantona Cizîrê de cih girt û erka hevserokatiya kantona Cizîrê girt ser milên xwe. Herî dawî jî di Kongra Star de dest bi xebatan kir û di kongreya dawî de weke endama koordînasyonê hat halbijartin. Di van xebatan de ji bo pêşeroja hemû jinan, bênavber xebat meşand û bi fedakarî û dilnizmî cihê xwe di dilê hemû jinan de girt. Di 27’ê Çileyê de balafireke bê mirov a dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, li bajarokê Çarqurne yê girêdayî Ranyayê wesayîdek kir hedef û di encamê de Hêva Erebo (Salîha Viyan) bi tevî du hevalên xwe hat qetilkirin.
‘Her dem xeyala wê ew bû ku bibe jineke pêşeng’
Dayika wê û hevalên wê yên tekoşînê ji ajansa me re li ser kesayet û jiyana wê axivîn. Dayîka Salîha Viyan Zekiyê Erebo wiha qala jiyan û têkoşîna keça xwe kir: “Keça min roja ku ev tevger nas kir, her xeyalê wê ew bû ku bibe jineke pêşeng û ew xeyala xwe jî bi cîh anî. Salîha kesayetek wisa bû ku ti carî moralê wê di jiyanê de nediket. Li hemberî xwişk, bira û hemû hevalên xwe heta dawî dilnizmik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, çûyîn û hatina hevalan li gel me pir zêde çêdibû. Dema ku Saliha heval didîtin, mîna ku baskên wê çêdibûn, ewqas kêfxweş dibû. Min carekî jê re got li xwendina xwe binêre, ji min re got ‘dema ku ez hevalan dibînim xwendin nayê bîra min û ez diwazim tevlî bibim.’ Ewqas bi hevalan ve hatibû girêdan.”
‘Îdiayên wê yên jiyanê pir mezin bûn’
Zekiyê Erebo anî ziman ku Salîha Viyan hîn di zarokatiya xwe de xwedî îdiayên pir mezin bûye û wiha domand: “Hê di temenekî biçûk de bû, îdiayên wê yên jiyanê pir mezin bûn. Beriya ku tevli bibe jî digot ‘ez ji xwe bawer im, dikarim vî barî rakim.’ Hê jî wê demê daxwazên xwe wisa dianî ziman. Temenê wê biçûk bû lê daxwazên wê pir mezin bûn. Xwedî enerjiyek wisa bû ku diket dilê her kesê û kê ew bidîta ji hêz dikir. Ez wek dayika wê, dibêjim serê min ji ber wê û ji ber şehadeta wê bilind e û em tu carî ne poşman in di vê riyê de çûye.”
Rêhevala wê: Mîrateyek mezin ji jinan re hişt
Emîne Omer a ku hevala Salîha Viyan e jî da zanîn ku di dema avakirina Rêveberiya Xweser de hev nas kirine û bi van gotinan têkoşîn û fedakariya wê vegot: “Cara yekem dema ku mirov hevala Salîha didît, yekser ciyê xwe di dilê mirov de digirt. Me du salan di desteya jinê de bi hev re kar û xebat meşandin. Ruhê hevaltiyê li gel heval Salîha gelekî bilind bû, her dem bi berpirsyarî nêzî hemû hevalên xwe dibû û tecrubeyên xwe dida hemû hevalên li derdora xwe. Hevalek di jiyanê de xwedî moralek bilind û enerjiyek pir xurt bû. Ev moralê wê yê bilind gelek bandorê li ser karê me jî dikir di aliyê baş de. Gelekî girîngî dida xebatên jinan, her dem qala êş û azarên ku ji dîrokê ve heta niha jin dikşînin dikir û piştgiriya wê ji bo hemû jinan çêdibû.”
‘Li pey xwe jiyana bi têkoşînê derbasbûyî hişt’
Emîne Omer da zanîn ku Salîha Viyan hemû kêliyên jiyana xwe kiriye bin xizmeta têkoşîn û azadiya vî gelî û wiha pê de çû: “Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinan xebat meşand. Bi taybetî li herêmên rizgarkirî ji bo jinên ku di dema DAIŞ’ê de rastî kiryarên derexlaqî hatibûn, mijûlbûna hevala Salîha gelekî ji bo wan çêbû. Ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinên Ereb, Suryan û ji bo hevahî jinan kedeke wê ya pir mezin di Şoreşa Rojava de çêbû. Heta niha jî bandora hevala Salîha li ser jinên wê herêmê pir zêde ye û pir bi hevala Salîha ve girêdayî ne. Nêzîkatiyên wê ji hemû kesan re wekhev bû, ji bo wê her kesê dixwest nêzî hevala Salîha be. Tu carî wextê xwe vala derbas nedikir, hemû demên xwe bi ji bo xizmeta vê şoreşê derbas kir.”
‘Em ê cihê wan vala nehêlin’
Emîne Omer da zanîn ku ew ê di jiyana xwe de şopdarên riya rêhevala xwe Salîha Viyan bin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Kesayetên weke hevala Salîha hem ji bo me dibin cihê xemgîniyê, hem jî berpirsyariya ku dikeve ser milên me jinan, girantir dike. Hevala Saliha li pişt xwe dîrokeke tijî têkoşîn hîşt. Şehadeta hevalên bi vî rengî ku hemû kêliyên jiyana xwe fedayî têkoşîn û azadiya vî gelî kirine, me xemgîn dike lê em ê her dem şopdarên wan bin di jiyana xwe de. Ked û têkoşîna ku di jiyana xwe de dane, em ê nehêlin tu carî cihê wan vala bimîne.”