Bi pênûsa jinan ber bi rêwîtiya heqîqetê ve

Nişmiye Guler, yek ji edîtorên Jinewsê, diyar kir ku dema ew nûçeyên li ser jinên hatine qetilkirin çedikirin, bêguman ew ji rewşê bi bandor bûn lê ew ji pergala baviksalarî aciz bûne û wiha got: "Di nav pergala heyî de, hewldanek heye ku têgihîştinek ku jin mehkûmê qirkirinê yê bide afirandin heye

Nişmiye Guler, yek ji edîtorên Jinewsê, diyar kir ku dema ew nûçeyên li ser jinên hatine qetilkirin çedikirin, bêguman ew ji rewşê bi bandor bûn lê ew ji pergala baviksalarî  aciz bûne û wiha got: "Di nav pergala heyî de, hewldanek heye ku têgihîştinek ku jin  mehkûmê qirkirinê yê bide afirandin heye 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li Tirkiyeyê di 18 salên dawî de nêzî 7 hezar jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin, ji ber ku AKP’a ev 18 sal in desthilatdar e tedbîrên pêşîgirtina li komkujiyên jinan negirt, ev bû sedem ku hejmar roj bi roj zêde bibe. Dadwerî, li ser bingeha nêzîkatiya hêza siyasî ya li hemberî jinan, li ser tawanbarên mêr ku ji ber kinc û cilên li xwe dikin bi kêmkirina ceza ya bi hincetên wekî "rewşa baş" piştgiriyê dide kujeran. Zilamên ku teşwîq bûn, roj bi roj bi gotina "Ez ê dîsa cezayê kêm bigrim" êrîşên xwe zêde kirin. Dema ku betalkirina Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê jî îmze kiribû, bi Biryarnameya Serokomariyê nîvê şevê, hat fesihkirin, ji aliyê jinan ve bû sedema bertekên mezin lê berdewama êrîşên li ser jinan bi vê yekê roj bi roj zêde bûn. Bi gelemperî, em bi berdewamî mijarên di rojevê de yên wekî polîtîkayên hêza siyasî yên li ser jinan, ne cezakirina kiryaran û nîqaşên li kolanan belav dibin, ji rêxistinên jinan an jî jinên di hin komên pîşeyî de dipirsin. Niha jî me nûçeyên xwe ji eniyek cuda çêkirin. Li welatekî ku roja xwe bi nûçeya der barê qetilkirina jinan dest pê dike de rojnamegerî gelek zor e... 
"Nûçe bi baldariyek mezin tên amadekirin" 
Ajansa Nûçeyan a Jinan Jinnews ajanseke ku li hemberî cîhana serdest dibejê; “Wekî jin bêdeng bimîne" bi şîara “Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne”, bi berhevkirina gelek jinên  bi înad û bi dilsozî peyva jin û nivîsên jinan, derketiyê rê. Ajansa jinan ku di demên dawî de bûye hedefa darazê jî tevî van hemû zextan jî nivîsandina heqîqetê didomîne. Edîtora Jinnews Nişmiye Guler, nirxandin kir ku êrîşên li dijî jinan di nûçeyan de çawa tên xuyakirin û vê rewşê çi bandor li wan kiriye. Nişmiye Guler destnîşan kir ku ew her nûçeya der barê jinan de bi baldariyek mezin amade dikin û diyar kir ku ew serdemekek ku komkujiyên li ser jinan zêde dibin de dijîn loma pêvajo pir dijwar derbas dibe. 
"Em daxwaza jinan bingeh digrin” 
Nişmiye Guler got ku ew di nûçeyan de li ser esasgirtina daxwaza jinan û li ser xala eşkerekirina tawanbar disekinin û got; "Dema ku nûçeya mirina bi guman a jinan, kuştina jinan an jî şîdeta li dijî jinan çêdikin, xalên ku divê bên dîqetkirin hene. Dema ku nûçe tê ragihandin divê mirov serpêhatiyên jinan nepirse. Îro, di nûçeyên çapemeniya hewzê de, jiyan û serpêhatiyên taybet ên jinên ku li wir hatine qetilkirin gelek caran tên pirsîn. Lê li ser tiştên ku kiryaran an rabirdûya wan kir tiştek nayê gotin. Ev nûçe di bin sernavê "namûs" an "xapandin" de tên dayîn. Em nûçeyên bi vî rengî bi baldarî dinivîsin. Em hewl didin ku zimanek medyayî biafirînin bêyî ku jiyana jinan lêpirsîn bikin, bêyî ku tiştek bikin ku dê bandor li jiyan an pêşeroja jinan bike radibin li gorî xwe nûçeyan çêdikin.”
"Zimanê medyaya hewzê rê û rêbazê nîşanî sûcdaran dide" 
Nişmiye Guler diyar kir ku li cihekî tawanbaran teşwîq dike û bi nûçeyên ku ji hêla çapemeniya hewzê ve hatine weşandin rê nîşanî wan dide û got; "Em di bûyeran de li kêleka jinan disekinin û ji bo tawanbarên bûyerê eşkere bikin girîngî didin ku zimanek zelal bi kar bînin. Di nûçeyên komkujî yan jî destdirêjiya li ser jinan de, bêyî ku em pir zêde bikevin nava hûrguliyan, ji bo eşkerekirina tawanbar û girtina daxwaza jinan de nûçeyan çedikin. Ji ber ku hûrguliyên di rewşên wiha de tên dayîn carna dikare sûcdar teşwîq bike.” Nişmiye Guler destnîşan kir ku li welat şîdeta li dijî jinan û qetilkirina jinan zêde dibe û diyar kir ku ji ber tu tedbîr nehatine girtin piraniya jinên li welat di nava fikaran de ne.
"Li hemberî pergala baviksalariye hêrsa me mezin e" 
Nişmiye Guler axaftina xwe wiha domand: “Em dibînin ku di salên dawî de li welat mirina bi guman ên jinan her diçe zêde dibe. Nebûna çareseriyê ji van re û zêdebûna berdewamiya mirina jinan me jî aciz dike. Di vê mijarê de li hemberî pergala heyî û zîhniyeta bavîksalariyê jî hêrsa me mezin e. Dema ku em nûçeya vê komkujiyê radigihînin zehmetiyên ku em dibînin hene. Niha, li Tirkiyeyê her jin dikare van tiştan bijî, ji aliyê herî nêzên me yan jî yek ji malbata me, ve tu temînata jiyana me tune ye. Di nav pergala heyî de, hewldanek heye ku têgihîştineke jin mehkûmê kuştinê ne biafirîne. Li dijî vê têgihîştinê gotinên me hene. Me ev rê girt ji bo em vê rewşê biguherînin. Bi van ramanan, me di nav têkoşîna jinan de wekî ajansek, nûçegihaniya jinan wezîfeyek ji xwe re destnîşan kir. Li hemberî vê divê ez diyar bikim ku em di nav hewldanek de ne, tiştê ku bikeve ser milên me em ê bikin.”
"Bêguman, mirina her jinek bi guman e" 
Bi gotina "Mirina her jinekê bi guman e", Nişmiye Guler gotinên xwe domand û diyar kir ku wekî Jinnews, ew ji bo eşkerekirina rastiya li pişt van gumanan pir dixebitin. Nişmiye Guler diyar kir ku rastiyên li pişt mirinê her tiştî guherandiye û mînakên dozên Şule Çet û Îpek Er dan, Nişmiye Guler got; "Hemî medyaya sereke nûçeya Şule Çet wekî 'xwekujî' ragihand lê me wekî ajans nûçe wekî mirina bi guman a jinekê derbas kir. Me jî dît ku ev di encama ceribandinek du salan de hatiye eşkerekirin. Ger îro em li ser nesekinîbûna nameya Îpek Er a ku rastî tecawizê hatibû dê derneketa holê ne diyar bûya ku kujer Musa Orhan e. Xala ku em li vir wekî çapemenî radiwestin pir girîng e. Bêguman, di mirina her jinekê de guman heye. Jin an hatiye çewisandin an jî ber bi xwekuştinê ve hatiye dehfdan. Bêguman hewce ye ku sedemên bingehîn werin pirsîn. Bi nûçeyên ku em çedikin re, em civakê ber bi pirs û lêpirsînê re dibin. Em ji bo ku rastî derkeve holê di warê xwe de çi ji destê me tê dikin."