'Bi hevgirtinê em ê bajaran ji nû ve ava bikin'
Komeleya Jinan a Rosa ji kêliya yekem a erdhejê vir ve li bajarên ku wêranî lê rû dane hevgirtinê nîşan didin û diyar dikin ku hevgirtina wan ne yekcarî ye, ew ê bi jinan bajaran ji nû ve ava bikin.
Semsûr – Tevgera Jinên Azad (TJA) îsal ji ber erdhejê ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dirûşmeya “Piştgiriya Jinê Dide Jiyandin” kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de, ji bilî çalakiyên 8'ê Adarê, armanca wan ew e ku pêdiviyên bingehîn ên jinên li herêmên erdhejê peyda bikin, bi jinan re têkiliyên xurt ava bikin û bi wan re hevkariyê bikin. Di çarçoveya kampanyayê de wê lîsteyeke hewcedariyê bê amadekirin û berhemên ku ji bo hevgirtinê hatine berhevkirin wê li mexdûrên erdhejê bên belavkirin.
Li Semsûra ku yek ji bajarên ku erdhej lê bû sedema rûxandineke mezin, di çarçoveya kampanyayê de çalakî hatin destpêkirin. Jinên ku di kêliya ewil a erdhejê de bi çûna herêmê re hevgirtinê nîşan dan, birînên mexdûrên erdhejê derman dikin. Jinên ku neçar mabûn di konan de an jî di kozikên ku bi xwe hatine çêkirin de bimînin di warê xwe gihandina berhemên paqijiyê, cilên binî, ped, pîcame an jî tuwaleta paqij de zehmetiyan dikşînin. Bi pira hevgirtinê ya hatî avakirin re hewl tê dayin ku hewcedariyên bingehîn werin peydakirin.
Komeleya Jinan a Rosa yek ji wan saziyên jinan e ku ji roja ewil ve li herêma erdhejê ye. Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Raîfe Camcî jî diyar kir ku piştî hatina tira binefşî wê pêdiviyên ku bi kampanyayê bên komkirin li jinên Semsûrê belav bikin. Raîfe Camcî diyar kir ku weke rêxistinên jin û zarokan wê bi 10 bajarên ku ji ber erdhejê zirar dîtine re hevgirtina bi awayekî sîstematîk bidome û ew ê li herêmê bin û ji bo travmayên ku hatine jiyîn herî kêm bi êşê derbas bibin çi ji destê wan bê dê bikin.
'Pirsgirêkên jin û zarokan mezintir in'
Raîfe Camcî diyar kir ku gel travmaya ku îhmal û kapîtalîzm daye avakirin bi awayê herî bi êş dîtiye û got, "Di vê erdhejê de beriya her kesî şoqa herî mezin dewletê xwar." Rafîce Camcî bal kişand ser wê yekê ku bajarên ku erdhej lê pêk hat bi saetan mudaxele nehat kirin û hejmara miriyan her saet zêde bû û wiha got: “Ziyan ji texmîna me gelek zêdetir e, li hemberî vê ziyanê em jî ji bo li cem gel û jinan bin li qadê xebatê dimeşînin. Weke em li bendê bûn di vê erdhejê de pirsgirêkên jin û zarokan zêdetir bûn. Li hemberî van pirsgirêkan em bi saziyên jin û zarokan re hatin cem hev û ji bo hevgirtinê çûn bajaran. Li gel navenda koordînasyona ku me ava kir, me di warê jin û zarokan de xebatan meşand. Em ji duh ve hatin Adiyamanê, tişta ku me li vir kir ewil bi avakirina koman çûna taxan bû. Me li taxan xebatê qadan meşand û pêdiviyên bingehîn ên jin û zarokan û pirsgirêkên ku ew dijîn şopand.”
'Mirov li derveyî hewcedariyê travmayeke mezin jiyan dike'
Raîfe Camcî anî ziman ku jin di derbirîna pêdiviyên xwe de zehmetiyan dikşînin û got, “Pêwîste li van parêzgehan nêzî salekê xebatên sîstematîk bên meşandin. Weke rêxistinên jinan em ê xebatên xwe bidomînin. Li gel pêwîstiyan, travmayên pir giran ên derûnî jî hene. Dema em xebatên qadê dikin, em dibînin ku sohbeta bi hevalên jin û zarokan re jî ji bo wan pir baş e. Di vê xalê de ji bo ku ev trawma bi lez û bez derbas bibin divê desteka psîkolojîk bê kirin. Dîsa hevalên jin di derbirîna hewcedariyên xwe de zehmetiyan dikişînin, ev jî pirsgirêka duyemîn a zayendî ye ku ji aliyê zayendî ve tê. Dema ku me bi hevalên jin re sohbet dikir û hewcedariyên me dipirsîn, mêr car caran mudaxele dikirin.”
'Ya ku civakê vejîne jin e'
Raîfe Camcî got ku "Qada wêrek a ku dikare jiyanê ji nû ve girêbide û civakê ji nû ve bilind bike, qada jin û zarokan e", anî ziman ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin jina ku wê civakê vejîne. Raîfe Camcî, bal kişand ser wê yekê ku jina wêrek û bi hêz wê di avakirinê de roleke sereke bilîze û wiha got: “Dema jin bi hêz û wêrek be, bi rastî dikare zarok û civakê jî li gel wê mezin bike. Di vê xalê de xebatên me dê di her warî de bidomin. Em li piraniya taxên Semsûrê geriyan û hema bêje ti avahiyek li ser lingan nemaye. Ji ber pirsgirêkên ku hatine jiyîn gel nikare hem xwe bigihîne ava paqij û hem jî tuwaletên paqij. Em ji bo carekê ne li vir in. Rêwîtiya me dê berdewam bike. Têkiliyên me bi 10 parêzgehên ku ji erdhejê bandor bûne re dê berdewam bikin. Em ê dîsa alîkariyê bidin, niha hewcedariyên herî bingehîn ped, cilên binî, mama, bîberon û kon e.”