‘Bi darvekirinan dixwazin tol ji serhildana Jin Jiyan Azadî bigrin’

Hevseroka PYD’ê Fatma Osman derbarê darvekirina jinan ên li Îranê de axivî û anî ziman ku armanca Îranê tepisandina serhildana jinan e û got: “Rêjîma Îranê hewil dide bi rêbazên darvekirin û qirkirina jinan serhildanê biçewisîne û jinan bitirsîne.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Meclîsa Jinên Îranê bi raporekê eşkere kir ku li gor 2022’an, di 2023’an de darvekirina jinan ji sedî 43 zêde bûye. Li gor agahiyên di raporê de ku di sala borî de 25 hatine darvekirin ku di nav 3 rojan de 4 jin hatine darvekirin. Ev bîlanço ji bilî işkence û binçavkirina jinan ya ku rojane pêk tê, weke belgekeyeke li ser kiryarên rêjîma Îranê tê destgirtin.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê a Kobanê Fatma Osman helwesta xwe nîşanî darvekirina jinan kir û di heman demê de polîtîkeyên rêjîma Îranê nirxand.

‘Li hember jinan sucên mirovî û bê exlaqî tên kirin’

Fatma Osman bal kişand ser rêbazên hov yên ku rêjîma Îranê li hember jinan bikar tîne û got: “Kiryarên ku niha rêjîma Îranê li hember jin û civakê dide meşandin, ne nû ye. Rêjîma Îranê ji dîrokê ve bi hovîtî, qirkirin û qetilkirina jinan tê nasîn. Bi taybet jî tê zanîn ku li Îranê hişmendiya olperestî serwer e, lewra dema hewildan û têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê dibînin yekser êrîş dikin. Ev yek jî di pêvajoya serhildana Jin, jiyan, azadî de bi dijwarî xwe da der ku me dît bi dehan jin rû bi rûyê işkence, girtin û darvekirinê hatin. Rêjîma Îranê li hember jinan sucên du alî dikin, jina serîhildide û daxwaza mafê xwe bike suc e. Ji bo vê Îran bi rengekî eşkere û li ber raya giştî tevhî pîvan û nirxên mirovî binpê dike û dawîanîna li jiyana mirovan jî mafekî rewa dibîne.”

‘Jinên Rojhilatê Kurdistanê Îran hejandin’

Fatma Osman behsa armanc û poltîkeyên rêjîma Îranê ji darvekirinan jinan kir û wiha axaftinê xwe domand: “Dîroka Îranê bi qetilkirina jinan dagirtî ye, lê bi taybet di 2023’an de asta wê bilindtir bûye ku li gor 2022’an darvekirinan jinan ji sedî 43 zêde bûye. Em vê bîlançoyê dispêrin serhildanan jinan ya li dijî pergala rêjîma sêdarê. Weke tê zanîn jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi felsefeya Jin, jiyan, azadî dest bi serhildaneke wiha kirin ku veguherî serhildaneke cîhanî. Ev jin hişmendî û pergala Îranê xistin rojeva cîhanê ku ew rû bi rû yê zexteke mezin man. Ev serhildan roj bi roj geş dibe û cihê xwe digre, rêjîma Îranê jî hewil dide bi rêbazên darvekirin û qirkirina jinan serhildanê biçewisîne û jinan bitirsîne. Jinên Rojhilatê Kurdistanê ku qetilkirina Jîna Emîne veguherandin volkanek ji tolhilandê, pergala rêjîmê hejandin. Jinên Kurd dikarbûn vê gavê bavêjin û zîncira koledarî û dagirkeriyê biqetînin.”

‘Serkeftina serhildanê tolhildanan ji qirkerên jinan e’

Hevseroka PYD’ê Fatma Osman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê serhildana Jin, jiyan, azadî veguhere şoreşa guhertina mayînde û got: “Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê roj bi roj rastiya pergalê radixin berçavan û heqîqeta ku dewlet-netew dixwazin jinan qirbikin teqez dikin. Ji bo vê yekê dawî li vê rewşê bîne û veguherandin ango şoreşekê di nava Îranê de bide çêkirin felsefeya Jin, jiyan, azadî ye ku bi hezaran jinên têkoşer nûnertiya wê dikin. Kîn û hêrsa me ya li hember qatilên jinan gihîştiye lutkeyê, ji ber vê em di rizgarî û azadiyê de bi îsrar in. Tolhildana ji bo Jîna Emînî, jinên ku tên işkence û darvekirin ancax wiha pêk were.”