Besê Hozat: Rêber Apo ji bo Tirkiyê şansê dawî ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê berdewam dike û got: “Ger Tirkiye polîtîkayên xwe yên niha bidomîne, wê li herêmê bibe hêza herî mezin a wenda kiriye. Rêber Apo şansê dawî yê Tirkiyê ye.”
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat, hevdîtina ku parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) Perwîn Buldan û Sirri Sureya Onder di 28’ê kanûnê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîn, nirxand.
Besê Hozat ku bû mêhvanê bernameya taybet ya di Medya Haber Tv de hat weşandin, peyam û banga Abdullah Ocalan û sekna desthilatê nirxand. Besê Hozat da zanîn ku ev hevdîtin berdewama hevdîtina di 23’ê Cotmehê de biraziyê wî Omer Ocalan re çêbû ye, rewşa wê ya hê berfirehtir û kûrtir e. Besê Hozat nirxandina Abdullah Ocalan a ku di hevdîtina 23’ê cotmehê de gotibû “Tecrîd didome, ger şert û merc were pêkanîna, ez dikarim vê pêvajoya şer û aloziyan vegerînim bingeha hiqûqî û siyasî û ez xwedî wê hêza terorîk û pratîk im” bi bîr xist. Besê Hozat da zanîn ku hevdîtina di 28’ê kanûnê de, berfirehtir e.
‘Bi senaryonên ku li gel tê ferzkirin dizane’
Besê Hozat diyar kir ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên ku di ferqa senaryoyên tarî yên li gelên herêmê tê ferzkirin û ev jî rê li ber xeteriyek çiwaq mezin vedike de gelek girîng e û wiha dom kir: “Rêber Apoev senaryo û planên tarî yên ku li herêmê û gelên herêmê tên ferzkirin, bi kûrahî û bi pêşbiniyekê mezin dizane, dibîne û her tim hişyariyên xwe dike. Ji hêzên eleqedar re, welatan re, desthilatdariyê re, muxalefetê re, ji hêzên demokrasiyê re, rayagiştî re bangên wî çêdibin. Ger dewlet û hikûmet ji dil nêz bibe û îradeya çareseriyê deyne holê, gotiye ew bixwe jî wê tevkariyek mezin bike û xwedî wê hêza teorîk û pratîkê ye.”
‘Hewl didin projeya mezin a Rojhilata Navîn pêk bînin’
Besê Hozat bal kişand ser ‘planên tarî’ yên ku Abdullah Ocalan îşaret pê kiriye û wiha got: “Niha bi rastî jî rewşa ku hêrêm dijî û geşedanên ku tên jiyîn, mirov ditirsîne. Ev rastiyek e. Rêbertî mînaka Xeza û rewşa Sûriyê dide. Niha ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst û hegemonîk ve tê xwestin ku projeya mezin a Rojhilata Navîn pêk were. Di vê wateyê de ewlekariya Îsraîlê tê esasgirtin. Ev plan di bingeha hêza Îsraîlê ya ‘herêmê bike bin ewlekariyê’ de tê meşandin. Em dibînin ku dixwazin Tirkiyê jî tevlî planên ji bo geşedanên li Sûriyê çêdibin bikin.”
Besê Hozat destnîşan kir ku ji aliyê Tirkiyê ve jî komplo û xefikekê mezin xistine meriyetê û wiha pê de çû: “Ev rastî jî wê bihêle ku pirsgirêkên girîng çêbin û pirsgrikêk bibin kangren. Wek Rêbertî jî îfade kir, wê bike kangren û hîn kûrtir bike. Di vir de tiştê ku tê xwestin û armanckirin çi ye? Pir aşkera ye, bi vê şêwazê bidome herêm wê ji şerên olî û mezhebî re, şerên etnîkî û nijadperestiyê re şahidî bike. Di vê wateyê de hevqirkirina gelan, tiştekî pir xeter e. Wê Rojhilata Navîn bibe gola xwînê. Yanê, niha geşedanên heyî wê îşaret dike. Niha geşedanên li Sûriyê diqewimin jî wisa ne. Ger ev nakokî û pevçûnên heyî kûr bibin, ewê li Sûriyê jî pevçûnên mezhebî werin jiyîn. Heman tişt li Iraqê were jiyîn. Hem şerê mezhebî hem jî bi awayek pir cidî şerê etnîk pêk bê. Ev yek dê şewqa xwe bi awayek pir cidî li Tirkiyê bike.”
‘Xeteriyên ku Abdullah Ocalan bal kişandî ser kîjan in?’
Besê Hozat da zanîn ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser van xeteriyan û wiha got: “Her ku diçe ev pêvçûn li herêmê û derdora wê kûr dibe. Di vê wateyê de Rêbertî hişyarî û bangên pir cidî dike. Xurtkirina xwişk û biratiya Kurd û Tirkan di heman demê de tîne ziman ku ev mîsogeriya xwişk û biratiya hemû gelan e û ji bo hemû gelan wek çarenûs diyar dike. Birastî jî wisa ye. Lewra ev plan niha neyê astengkirin û bidome, ew ê di navbera gelê Kurd û Tirk de neyartiyê çêke. Wê pevçûn hîn zêdetir bê kûrkirin û zêdekirin. Ev pêşeroja hemû gelên herêmê tehdît dike. Wê were radeyek ku pêşeroja hemû herêmê tehdît bike. Di vî alî de girîng e. Yanê, ji bo ku xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk bê xurtkirin, di vê wateyê de jî xwedî diyarkirina lezginî û girîngiya çarenûsa gelên herêmê ye. Bi rastî jî rewşekê wisa îfade dike. Bêgûman Rêbertî ev yek jî pir zelal datîne holê.”
‘Nîqaşên pirsgirêka Kurd’
Besê Hozat gotinên Devlet Bahçelî jî bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Gatinên Bahçelî û tiştên ku ji bo çareseriyê îfade dike, pêvajoya ku ji 1'ê Cotmehê ve destpê kir, daxuyanî û nîqaşên ku tên kirin, hîn jî bi qasî ku me fêm kir Rêbertî hewl dide vê rewşê fêm bike. Bi rastî jî ev daxuyanî, ev nêzîkatî gelo taktîk in? An jî şerê taybet e? Nexwe Devlet Bahçelî jî xetereya heyî dibîne, dixwaze pêşî bigire? Di vê wateyê de bi îfadeya Rêbertî ‘desthilata AKP-MHP'ê gelo paradîgmayek nû bipêş xist?’ Ev gotin li ser vê pêşdikevin? Eceba vê plana xeter, vê konsepta hêzên hegemonîk a li ser herêmê tê pêşxistin ferq kir? Tiştê ku bipêş dixin paradîgmayek nû ye gelo? Ev gotin hinek xwe dispêrin vê yan tam berovajî, ji vê rewşê wiha feydeyên mezin negirtin û gelo ji bo desthiladarî sax derkeve dubare wiha şerê taybet dimeşînin? Ev şerê taybet e, taktîkek e? Lewre ev di dema çûyî de pir hat ceribandin. Pêwîst e ev baş were fêmkirin.”
‘Li holê pêvajoyek çareseriyê tuneye’
Besê Hozat destnîşan kir ku ji aliyê hinek derdoran ve nîqaşên li ser destpêkirina pêvajoyek nû hatine destpêkirin û wiha got: “Weke hin derdor nîqaş dikin pêvajoyekê çareserî û aşitiyê tuneye. Bi vê hevdîtînê re mirov nikare behsa pêvajoya aşitî û çareseriyê bike. Nêzîkatiya Rêber Apo wek kaxizê tûrnûsolê ye. Di Îmraliyê de hîn jî şert û mercên tecrîd û êşkenceyê didome. Derfetên Rêber Apo yên ewlekarî, tendurîstî û jiyana azad nehatiye pêkanîn. Êrîşên qirikirinê yên li ser gelê Kurd nesekinîne. Li Bakur, Rojava, Başûr û her derê êrişên berfireh ên qirkirinê didomin. Ji ber vê em nikarin navê vê pêjajoyê bikin pêvajoya çareserî û aşîtiyê. Ev pêjoya wekî berê dubare wiha bi temamî wê veguherînîn pêvajoya şerê taybet. Gelo wê desthilat wiha bi nêzikatiya rantê nêzî vê bibe û rewşa Rêber Apo û pirsgirêka Kurd bike amûr û xwe li ser piya bigire û temenê xwe dirêj bike, bi kar bîne û veguherîne pêvajoyekê wiha? Di salên 2013-15'an de desthilatî wê pêvajoyê wiha girt dest. Erdogan temamî bi wê armancê nêzî wê pêvajoyê bû. Pêvajo kir amûr. Rêbertî û pirsgirêka Kurd jî kir amûr. Ji bo li dewletê serwer bibe û desthilata xwe bidomîne wê pêvajoyê bikar anî. Wekî pêvajoyek şerê taybet nirxand. Niha vê serdemê jî wê desthilat wiha binirxîne? Yan jî wê bi rastî îradeya çareseriyê deyne holê û bi Rêber Apo re di bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyê bi awayekê cidî wê pêvajoyê muzakere pêş bixe? Pêvajo ewê vêya nîşan bide. Wê pratîk vêya nîşan bide. Di vê wateyê de bêyî ku gavên pratîkî yên cidî neyên avêtin, navê vê pêvajoyê nayê danîn. Niha jî ji van nîqaş û daxuyaniyan re jî nikarin pênaseyek bînin.”
‘Lîstokên desthilatê yên şerê taybet’
Besê Hozat da zanîn ku desthilatiyê serî li lîstîkên şerê taybet daye û wiha pê de çû: “Dîsa ji nû ve taktîk bipêş dixe. Hincetên vê yên şênber hene. Yanê yek, li Îmraliyê pergala tecrîd û îşkenceyê didome. Şertên Rêber Apo yên tendurîstî, ewlekarî û xebat û jiyana azad nehatiye pêkanîn. Rêber Apo hîn bi parêzerên xwe re nikare hevdîtîn bike. Bi saziyên civakî yên sîvîl re nikare hevdîtîn bike. Bi her derdorê ku dixwaze biaxive re nikare hevdîtîn bike. Her roj gelek serlêdan ji bo Îmraliyê tên kirin. Ji Tirkiyê serlêdan tê kirin. Ji hunermendan, ji rewşenbîran serlêdan tê kirin. Gelek akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Ewropayî jî serlêdan kirin, lê belê ti bersiv nehat dayîn. Sîstema îşkence û tecrîdê bi rengê xwe dewam dike. Şert û mercên jiyan û azadiya Rêbertî jî, nehatine pêkanîn. Wek min gotî, êrîşên qirkirinê li her derê bi dijwarî dewam dikin. Yanê feraset û desthilatdariyeke ku li Rojava êrîşî Kurdan dike û hewl dide rêveberiya xweser tasfiye bike, wê li Tirkiyê çawa bi rengekî demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike? Gelo wê çawa bi rastî jî ji dil nêzî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bibe? Ev pirseke pir girîng e. Yanê di vî warî de polîtîka û êrîşên heyî, bawerî nadin. Mirov ji ku ve lê binhêre, wê bibîne ku êrîşên tunehesibandin û tunekirinê, polîtîkayên qirkirinê, bi hemû tundî û dijwariya xwe dewam dikin.Lewma em difikirin ku ev hemû polîtîkayên şerê taybet in. Niha di raya giştî ya berfireh de jî ev feraset heye. Yanê hemû beşên demokratîk û Kurd, hetta Kurdên di nava AKP’ê de jî dema nîqaş dikin, her tim nîşaneyeke pirsê heye. Gelo ma di gotinên Bahçelî yan jî Erdogan de gotineke li ser esasê zemîna çareseriya demokratîk, heye? Tuneye. Bahçelî dema devê xwe vedike, qala tunekirina PKK’ê dike, qala tasfiyekirina Rojava bike, qala qirkirina Kurdan dike. Dema ku Erdogan jî devê xwe vedike, qala heman tiştan dike. Timî tiştên ku behs dikin, tenê kuştin, êrîş û şer in. Yanê ji derveyî vêya, tiştek din nabêjin. Tenê wek hinekî cudahî, qala xwişk û biratiya Kurd û Tirkan dikin. Yanê dema devê xwe digirin û vedikin, tenê qala vê xwişk û biratiyê dikin.”
‘Tecrîd didome’
Besê Hozat pirsa “Gelo tu ev qas êrîşên qirkirinê li ser Kurdan pêk tînî û hewl didî statuya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Kurdan bi bedêlên pir giran afirandiye tune bikî, vêca tu wê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan li kuderê bi cîh bikî?” kir û wiha got: “Yanî tê dîtin ku li ser gotina xwişk û biratiya Kurd û Tirkan polîtîkayek tê meşandin. Dibêje erê Kurd hene, lê ez Kurdê azad, Kurdê têkoşîna azadiyê dimeşîne, Kurdê bixwaze xwe bi rêve bibe, qebûl nakim. Kurdê ku ez qebûl bikim, Kurdê kole ye! Dibêje, Kurd wê xizmeta min bike, ji min re koletiyê bike. Ji bo polîtîkayên dagirkeriyê, wê hevkariyê bi min re bike. Wê her cure piştgiriyê bide min, wê bibe malzemeya polîtîkayên min ên emperyal û wê bikeve bin xizmeta vê yekê. Dibêje, ez Kurdê wiha qebûl dikim. Yanê Kurdê ku qebûl dike, Kurdê mirî ye, Kurdê kole ye. Di rewşa heyî de ti eleqeya vê yekê, bi xwişk û biratiyê re nîne. Îradeyeke çareseriyê ya vê desthilatdariyê derneketiye holê. Samîmiyetek li holê nîne. Polîtîkayeke li gorî vêya nîne. Lewma bawerî jî nade. Polîtîkayên xwe yên tunehesibandin, tunekirin û qirkirinê bê navber didomîne. Polîtîkayên îşkence û tecrîda Îmraliyê, didomîne. Pêkhatina yek-du hevdîtinan nayê wê wateyê ku sîstema îşkence û tecrîdê ji holê rabûye.”
‘Me jî bang kir’
Besê Hozat bi bîr xist ku wan jî bang kiriye û wiha berdewam kir: “Helbet Rêbertî îradeyeke çareseriyê danî holê, ev pir girîng e. Yanê got, ger dewlet têkildarî vê yekê bingeh çêke, ger têkildarî vê yekê jidil be, ger bi rastî jî paradîgma û polîtîkaya xwe biguhere, ez amade me her cure tevkariyeke pozîtîf bikim. Got, ji bo vê yekê ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkî me. Got, ez ê rolek pir xurt bilîzim. Di vê hevdîtinê de vê yekê bi rengekî aşkera tîne ziman. Bang li muxalefetê jî dike. Dibêje muxalefet û hemû derdorên siyasî jî divê tevkariyeke pir xurt, pêşkêşî vê pêvajoyê bikin. Ji bo ev pêvajo bibe pêvajoyeke rast a çareseriyê, divê hemû derdorên siyasî înîsiyatîf bigirin, tevkarî bikin û rol bilîzin. Rêbertî bang li muxalefetê dike ku înîsiyatîfê bigire. Yanê ji derveyî desthilatdariyê jî bang li hemû derdorên siyasî jî dike ku înîsiyatîf bigirin û rolekî pozîtîf bilîzin. Me jî gelek caran ev bang kirine. Me bang li CHP’ê jî kir. Me got, înîsiyatîfa xwe deyne holê, projeyeke çareseriyê deyne. Bila polîtîkaya te ya çareseriyê hebe. Ji bo hemûyan. Rêbertî bang li partî, hêzên siyasî yên din, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesê dike ku rol bilîzin.”
‘Em li gel îradeya çareseriyê ya ku Rêberê me derxistî holê ne’
Besê Hozat diyar kir ku ew bi tevahî piştgiriyê didin bangên Rêbertiya xwe û wiha got: “ Em li pişt îradeya çareseriyê ya Rêbertiya xwe ne. Em piştgirî didin vê îradeyê. Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de, muxatabê sereke Rêber Apo ye. Me ev her tim gotiye û em timî dibêjin. Lê belê dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP û muxalefetê, yanî dewlet bi tevahî divê îradeyeke çareseriyê deyne holê. Divê li ser bingehê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê, îradeyê deynin holê û guh bidin van bangên Rêber Apo, bersiv bidinê û têkildarî vê yekê gavên şênber ên pratîk bavêjin. Yanê ger li Tirkiyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, ger bi vê polîtîkaya heyî dewam bike, Tirkiye wê li herêmê bibe hêza ku wenda dike. Bila Tirkiye qet xwe naxapîne. Yanî Tirkiye wê parçe parçe bibe. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd şansê dawî yê Tirkiyê ye.”
‘Divê di nava gelê me de bendewariyên ne pêwîst çênebe’
Besê Hozat di dawiya axaaftina xwe de hişyariyan li gelê Kurd jî kir û wiha got: “Li gorî nirxandina van hemû nîqaşan û yek-du hevdîtinên bi Rêber Apo re hatîn kirin, divê di nava gelê me û raya giştî ya demokratîk de bendewariyên nepêwîst çênebin. Divê di têkoşîn û berxwedanê de lewazî qet çênebe. Ya ku vê îradeya çareseriyê ya Rêber Apo xurt bike, ya ku destê Rêber Apo xurt bike, ya ku vê pêvajoyê veguherîne pêvajoyeke rast a çareseriyê, teqez têkoşîn û berxwedana gelên me ye. Têkoşîn û berxwedana topyekûn e. Encex ev yek dikare vê pêvajoyê veguherîne pêvajoyeke çareseriyê ya rast.”