‘Bê bernameyî bandorê li xwendina zarokan dike’

Mamoste Pirsîn Hawjîn diyar kir ku di werza havînê de bernameyeke malbatan ji bo zarokên wan tune ye ev yek jî dibe sedem ku dema dibistan vedibin û xwendekar dest bi xwendinê dikin coş bi wan re tune ye û baş dest pê nakin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Li Herema Federal a Kurdistanê xwendekaran dest bi werza nû ya xwendinê kirin. Mamoste Pirsîn Hawjîn a li ser destpêkirina werza nû ya perwerdeyê axivî destnîşan kir ku nebûna bernameyên bihêz adaptebûna xwendekaran zehmet dike.

 ‘Divê mamoste xwendekaran hînî hezkirinê bikin’

Pirsîn da zanîn ku hezkirina xwendekaran ji xwendinê dikeve ser milên mamoste û rêveberiya dibistanê û got: “Girîngîdayîna hezkirinê ji aliyê mamosteyan ve ji bo xwendekaran girîng e. Ji ber ku hezkirin dibe sedem ku xwendekar ji xwendinê hez bikin û bi hezkirin erkên xwe bi cih bînin. Lê belê valahiya di navbera mamoste û xwendekaran de dibe sedem ku sal bi sal ji karê xwe sar bibin.”

‘Hebûna şêwazên di dersan de hezkirina xwendekaran ji bo xwendinê zêde dike’

Pirsîn destnîşan kir ku mijara derbaskirina demê di nava dibistanê de wisa kêm e ku xwendekar tenê ji bo fêrbûnê diçin dibistanê, ev jî wisa dike ku hezkirina wan ji dibîstanê re nemîne û wiha domand: “Bi taybetî sîstema dibistanên hikumetê, xwendekar bêzar dike. Yek ji sedemên din ku wisa li xwendekaran dike, ji xwendinê hez nekin, şêwazê gotina waneyan ji aliyê mamosteyan ve ye. Gotinên mamosteyan ên dubare di waneyan de, xwendekaran bêzar dike. Ji ber wê divê di nava polan de çalakî encam bidin û bi xwe hewldana fêrbûnê bidin. Bi taybetî ji bo zarokên qonaxa seretayî, girîng e bi riyên cuda waneyan bidin.”

‘Hebûna pêwistiyên zêde zarokan ji xwendinê sar dike’

Pirsîn der barê xwendekarên ku gelek tişt û sîstemek baş a perwerdeyê ji wan re dabîn dike de dibêje ku ev dibe sedem ji xwendinê hez nekin wiha dibêje: “Yek ji pirsgirêkên din dabînkirina hemû tiştên ji bo zarokan e. Ji ber ku dema ji bo zarok hemû pêwistî tên dabînkirin, tu tiştek namîne jê re hewl bide. Ji ber wê ev xeletiya herî mezin e. Yan jî malbat nahêlin zarok bi xwe li ser lingên xwe rawestin, hemû erkên wan ew dikin. Yan jî demên xwe bi bikaranîna medyaya dîjîtal û amûrên teknolojîk de diborînin. Hemû zarok dikarin li ser lingên xwe rawestin û erkên xwe bi cih bînin. Ji ber wê divê dayik û bav bizanibin li gorî temenê zarok pêwîstiyan bi cih bînin. Tiştên zêde nedin wan Dema ku her tişt hebe bi tiştekî kêfxweş nabin û her dem daxwazên wan zêdetir dibe.”

‘Divê di navbera zarokan de muqayese nekin’

Pirsîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêjeya baş û xirabiya sistema xwendinê li gorî dibistanan cuda ye. Di nava mamosteyan de jî wisa ye. Ji ber wê nabe ku em bibêjin ev sîstem baştir e yan jî sîstemên salên berê baştir in. Bi awayek giştî di van salên dawî de li gorî salên borî di hinek dibistanan de çalakî baştir in, mamoste hewl didin xwe nû bikin.”