Banga Abdullah Ocalan li Kobanê çarenûsa mirovahiyê guhert

Di pêvajoya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bajarê Kobanê de, banga seferberiya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin bû sedema mezinkirina berxwedana li hember DAIŞ û parastina tevahî mirovahiyê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Çeteyên DAIŞ’ê ku di asta cîhanê de ji aliyê bîrdozî û kiryarên ku pêk anîn ve weke rêxistineke teror tên binavkirin, xeteriyeke mezin li ser hemû mirovahiyê ava kir. Çeteyên ku di qada navneteweyî de bûn rojev bi riya berxwedana şervanên Kurd di navbera salên 2014-2019’an di erdnîgariya Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin tunekirin.

Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdan û mirovahiyê xwedî girîngî û wateyeke cuda ye ku ev yek xwe dispêre berxwedana dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ku di 2014’an de pêk hat. Berxwedana 134 rojan dewam kir, di naveroka xwe de xwedî gelek çîrok û hurguliyên veşartî ye. Lewra piştî 10 salan ji vê destanê jî, hîna jî serpêhateyên nûjen xwe didin der.

Bi bangwaziyekê çarenûsa gelan da guhertin

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de dest pê kirin ku roj bi roj dijwartir bûn, heta ku gihîştin navenda bajar. Çeteyan di şer de çekên herî pêşketî û giran weke tang, obîs, hawan û hwd. bi kar anîn. Li beramberî van çek û hejmara mezin a çeteyan, di erdnîgariya Kobanê ya biçûk de şervanên YPJ’ê û YPG’ê, li gel hinek welatparêzan, bi derfetên herî kêm şer kirin û li ber xwe dan. Cengeke mezin û dijwar ku çavên hemû cîhanê li ser bû çêbû. Di rojên ku şer gelek dijwar dibû de, rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di girtîgeha Îmraliyê de, di 23’ê Îlona 2014’an de bi riya parêzerên xwe ji bo gelê Kurdistanê banga seferberiya ji bo parastina Kobanê kir. Bi vê banga neteweyî re, ji çar parçeyên Kurdistanê ciwanên Kurd weke lehiyê ber bi Kobanê ve herikîn. Lewra di wê demê de Kobanê nûnertiya yekitiya Kurdistanê ya li hemberî terorora DAIŞ’ê kir ku bi saya banga Abdullah Ocalan û pejirandina seferberiyê ji aliyê Kurdan ve DAIŞ hat tunekirin û seferberiya ji bo Kobanê bû çavkaniya rizgariya mirovahiyê ji hêzên terorê.

Ger ku îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mirovahî ji kiryar û hovîtiyê DAIŞ’ê rizgar bûbin, ev bi saya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku niha di şert û mercên herî dijwar ên Girava Îmraliyê de dijî.

Ji yekem gava ku avêt Kobanê heya bangawaziya seferberiyê

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê ava kir û birêxistin kir, ji ber zextên dewleta tirk û berfirehkirina xebatan, berê xwe dide Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê. Abdullah Ocalan gava xwe ya yekemîn di 2’ê Tîrmeha 1979’an davêje bajarê Kobanê ku bi rojan lê dimîne û bi taybet jî gundê Elpelûrê ku niha bi gundê Abdullah Ocalan tê nasîn. Gelê Kobanê tevî hemû zextên rejîma Baasê malovaniyê ji bo doza Abdullah Ocalan re dike jin, ciwan û mêr dest bi xebatên tevgera azadiyê dikin ku berhemên xebatên 20 salan bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re tacîdar dikin. Ji wê dîrokê ve têkiliyeke bihêz di navbera gelê Kobanê û Abdullah Ocalan de ava dibe ku herî dawî di 2014’an de, banga ku ji Girava Îmraliyê derket xwedîderketin û girêdana Abdullah Ocalan a bi Kobanê re teqez û piştrast kir.  

Kobanê bû qada ku hemû jinên cîhanê anîne gel hev

Du salan beriya ku cenga Kobanê biqewime, li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk hat ku di encamê de Kobanê, Efrîn û Cizîr ji bindestiya rejîma Baasê rizgar bûn. Jinên ku ji 1979’an de di warê bîrdozî û rêxistinî de xwedî perwerde û pêşketinên şênber bûn, dikaribûn pêşengiya şoreşê bikin û di nava şoreşa giştî de şoreşa jinan jî dest pê bikin. Jinên ku beşdarî berxwedana Kobanê jî bûn, bi berpersiyariya li hemberî şoreşa jinan, parastin û mezinkirina destkeftiyên wê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Fermandarên felsefeya Jin, Jiyan, Azadî yên weke Zehra Penaber, Viyan Peyman, Arîn Mîrkan, Rêvan Rojava, Destîna Qendîl û bi sedan jinên din bûn çirayên ronîkirina riya azadiyê ji bo jinên Kurdistan û cîhanê. Ji ber vê jinan dikaribûn di ezmûnên şoreşê û berxwedana Kobanê de, ji bo jinên cîhanê bîrdozî, rêgez û karekterên nû biafirînin. Jinên ji welatên cîhanê yên cuda bi berxwedana jinan a di Kobanê de şoreş, rêxistinbûn û tevgerên jinan nas kirin. Lewre Kobanê bû qada ku hemû jinên cîhanî anîn gel hev, bû destpêkeke ji hevgirtina jinan a herikîna ber bi azadî û rizgariya ji pergala netew-dewletê.

Jinên xeyalên dewleta tirk pûç kirin tên qetilkirin

Piştî 9 salan ji serkeftina berxwedana Kobanê, bi dehan belgeyên ku hevkariya dewleta tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re teqez dikin derketin holê. Piştî ku DAIŞ di 2015’an de têk çû, yekser dewleta tirk ku maskeyê DAIŞ’ê bi kar anî rûyê xwe nîşan da. Li rex bi sedan kiryarên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta tirk jinên di qadên cuda yên jiyanê de qetil kirin. Çeteyên DAIŞ’ê di encama berxwedan û têkoşîna bi pêşengiya jinan, nikarbû armanca dewleta tirk bi cih bînin. Ji ber vê dewleta tirk bi salan e hewl dide bi riya hedefgirtina jinan planên xwe pêk bîne û tola çeteyan bistîne. Ji bo vê ji 2020’an ve dewleta tirk bi rengekî rasterast bi dehan jinan kir armanca êrîşên xwe.

Di 23’ê  Hezîrana 2020’an de, dewleta tirk bi balafirên xwe yên bê mirov rêxistina Kongreya Star kir armanc ku di encamê de endama koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêvebera Kongereya Star Hebûn Mele Xelîl û dayikeke welatparêz Emîne Weysî qetil kir. Di 20’ê Nîsana 2022’an de, careke din balafirên bê mirov ên dewleta tirk fermandar û şervanên YPJ’ê Dilar Heleb, Ronahî Kobanê û Cîhan Elî qetil kirin. Her wiha di 25’ê Kanûna 2021’ê de Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger rû bi rû yê komkujiyê hatin ku di encamê de Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojbîn Îsa qetil kir.

Her wiha bi dehan jinên din li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heman rêbazî hatin qetilkirin.

Jin di parastina şoreş û destkeftiyên xwe de bi biryar in

Heya niha jî dewleta Tirk a mîna ku tola têkçûna DAIŞ’ê hilgire êrişî şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hewl dide şoreşa jin a li Kobanê gihîşt lûtkeyê û bi birdoziya Jin Jiyan Azadî veguherî şoreşa ku hemu çandan, civak û pêkhateyan li ser bingehê Netewa Demokratîk tên gel hev têk bibe. Li ser vê bingehê pêşnegên jin ên şoreşa jinê hedef digre, êrişî hemu qadên wê yê jiyanî dike. Lê jinên ku bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li ber xwe dan, têkoşîna azadiyê dan û şoreşê bipêş xistin bi biryar in ku hebûn û destkeftiya xwe ya Şoreşa Jinê mayînde bikin.