Bahare Hedayat a ku di greva birçîbûnê de bû dîsa şandin girtîgehê

Girtiya siyasî Bahare Hedayat a di greva birçîbûnê de ye û ji ber rewşa wê giran bû ji Girtîgeha Êvînê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin, dîsa şandin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan- Çalakvan Bahare Hedayat ku ji 3’ê Cotmeha 2022’an ve li Girtîgeha Êvîn a Îranê girtî ye, di roja 13’emîn a greva birçîbûnê de nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê.

Parêzera Bahareh Hedayat, Zahra Minueyî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ragihand ku muwekîla wê dîsa şandin girtîgehê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Muwekîla min Bahare Hedayat a ku îro ji Girtîgeha Êvînê sewqî Nexweşxaneya Talexaniyê hatibû kirin, saetek berê vegeriya girtîgehê. Tevî şîret û israra bijîşkên vê nexweşxaneyê, Bahar nexwest serê xwe bigire û grevê bişkîne."

Bahare Hedayat ji bo piştgirî bide serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de destpêkir, ji bo cezayên ku li rojnamegerên girtî Nîlûfer Hemedî û Elaha Mihemedî hatibû dayîn û ji bo mirina bi guman a Cewad Ruhî ku jiyana xwe ji dest da protesto bike, dest bi greva birçibûnê kiribû.