Asayîşa Silêmanî êrîşî sazî û rêxistinên jinan kir
Asayîşa Silêmanî êrişî navendên RJAK, Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye kir.
Silêmanî –Asayişa Silêmaniyê îro bi awayek hemwext, êrîşî navendên RJAK, Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê daxistin.
Îro di saetên piştî nîvro de hêzên Asayişa Silêmaniyê bi awayek hemwext êrîşî navendên Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tawanên li dijî jinan de girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê hemû sazî û rêxistin bi darê zorê girtin.
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) derbarê êrişa li ser baregeha xwe ya li bajarê Silêmaniyê ji aliyê asayîşê ve, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Daxuyanî wiha ye;
“Di demekê de ku pirsgirêka Kurdan û çareseriya ji bo pirsa gelê me li ber deste, rewşa jinan di asteke xirab a civakî û perwerdehî de ye û metirsî li ser jiyana kesayetî ya jinê heye, îro saet 10:30’ê tîmeke asayîşê bêyî tu agahdarî û biryara dadgehê êrişî ser ofîsa me kir û ofîsa me girt.
Rêxistina me di nav çendîn salên borî de bêrawestin xizmeta jin û pirsgirêkên jinan kiriye. Me gelek derfet ji bo pêşketina jinan bê cudahî pêşkêş kirine û çalakiyên jîngehê û çareserkirina bi sedan doz û dosyayên jinan pêk anîne.
Bi hinceta biryara Dadgeha Federal ku dibêje divê her rêxistin û dezgehek ku têkiliya wê bi tevgera azadiyê re hebe bê girtin. Lê em bi her awayî van tawanan red dikin. Rêxistina me tu têkiliya wê bi tu rêxistin û partiyên siyasî re tune û serbixwe ye. Em daxwaz ji aliyên berpirsiyar dikin ku bêyî bandora tu hêzeke derve li biryara xwe vegerin.”