Armancên AKP'ê yên 2023'an: Xeyal bû, pêk nehat

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo 2023’an beriya salan planên pêşketinê amade kir. Lê belê dîsa bi polîtîkayên xwe re hêj 2023 nehatiye, pêkhatina van planan nepekan kir. AKP’ê ji bo sala 2023'an çi armanc kir? Çi derket holê?

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Em ketin sala 2023’an ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo xwe weke mîlat dibîne. Hikûmeta AKP-MHP’ê jî bi sedemên weke 100’emîn salvegera Peymana Lozanê û 100’emîn salvegera damezrandina Komarê vê îsalê wateyek cuda da pênase dikin.Ji bo sala 2023’an nêzîkî 100 madeyên ku aborî, siyasî û di gelek qadan de armanc wî hene eşkere kiribû. Her çiqas em nikaribin di nava nûçeya xwe de hemû madeyan yek bi yek bigrin dest jî, em ê çend sergotarên ku hikûmet armanc kiriye lê derbasbûna wan ya jiyanê bi polîtîkayên wî re tê astengkirin bigrin dest. Dema em dikevin sala 2023’an, rewş di warê jinan de çibû, çawa bû? Tirkiye, di hedefên ku 10’emîn Plana Pêşketinê de hatine dayîn de li kudere ye?

Ji 100 jinan tenê 18 qeydkirî ne

A rast li ser îlankirina Plana Pêşketinê av herikî. Em bi madeyên diyarkirî di warê jinan de binêrin. Yek ji armancên sereke yên planê daxistina bêkariyê ya ji sedî 5 e. Hat armanckirin ku îstîhdama neqeydkirî jî bikeve sedî 15’ e. baş e, ma hûsan çêbû?

Bêkarîya jinan gihiştiye asta xeternak. Li gorî vê yekê îstîhdama qeydkirî ya hemdem (tam zamanlı) tenê 21.8 mîlyon e. Ji 64,7 mîlyon mirovên di sedema kar de ne, tenê 21,8 mîlyon qyedkirîne û bikarin di karê hemdem de xebitandin. Di çaryeka duyemîn a sala 2022’an de hejmara bêkaran ya pênasaya tam 7,7 mîlyon derbas kir, ji her 100 jinan tenê 18 kes qeydkirîne û di îstihdama hemdem de dixebitin. Bêkariya ciwan ya rast ji sedî 36,6, bêkariya jinên ciwanan jî ji sedî 48,4 e.

Jin ji qada giştî hatin dûrxistin

Zêdekirina beşdarbûna jinan ya hêza kar dîsa di xeyalan de ma. Ji bo sala 2023’an hedef ji sedî 38 bû, lê wisa nebû. Ji bo jin ji qada giştî bên durxistin, hertişt hat kirin.Gotinên siyasetmedaran jî di vî warî de bû. Bi gotinên "Kariyera jinan dayikbûyin e”, "Divê dayik ji bilî dayiktiyê li tu kariyerek din negrin navenda xwe”, "Hûn dizanin rêjeya bêkariyê çima zêde dibe? Ji ber ku di pêvajoyên qeyranê de hin zêdetir kar tê lêgerin kirin. Bi taybetî di nava jinan de pêvajoya qeyranê rêjeya tevlîbûna hêza kar hin zêdetir dibe” daxuyaniyên ku sedema bêkariyê karkirina jinan ve girê didin hêj di hişê me de ye. Pêşniyarên hikûmetê yên ji bo şeklê îstihdamê ku dixwaze jinan di malên xwe de, ango di nava çar dîwaran de bibîne, di vî warî de bû. Wek encam armanca sala 2023’an hat rewşa ne mumkun.

Xizanî kûrtir bû

Yek ji armancên herî girîng jî kêmkirina xizaniyê bû. Lêbelê îsal li welat xizanî bi qeyran aborî ya hat jiyîn re zêde bû. Daneyên li şûna ku bi paş ve biçe, bêtir zêde bûn. Jin û zarok ji nikaribûn xwe bigihînin xurekên bingehîn jî, ji texmînan hin zêdetir zarok neçar hatin hiştin ji dibistanê derketin û bixebitin. Li gorî hin daneyan li welat sînorê birçîbûnê 9 hezar û 59 TL ye. Sînora xizaniyê ya malbateke 4 kesî jî wek 26 hezar û 124 TL tê pênase kirin. Wateya van daneyan ji nirxa hejmarî hin zêdetir heye. Daneyan di aliyê jinan de hin zêdetir tê wateya newekheviyê. Newekhevî mezin dibe û xizanî kûrtir dibe. Di heman demê de ev rewş ji bo jinan sarmala tundiyê ya piralî jî îfade dike. Ji bo zarokan dibe ku hêj bêtir. Yên ku dev ji dibistanê berdidin, yên ku di temenekî biçûk de dizewicin, yên neçar dibin bixebitin û yên ku li hember her cure êrişan bêparastin dibînin…

Bandora herî wêranker ya xizaniyê zarok dijîn. Zarok ku nikarin bigihijîn xureka tendurist, ava paqij û peçê zarokan hene. Dayikên ku nikarin cil û berg li zarokên xwe bikin, nikarin şîr bikîrin û dema pêwîst bike nikarin wan derman bikin hene.

Divê partî neyên girtin û siyaset nehatina astengkirin

Hayde em li vir derbasê yek ji mijarên ku di van demên dawî de li Tirkiyeyê herî zêde tê axaftin bibin. Ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re doza girtinê hat vekirin. Di nav hedefên sala 2023’an de madeya "bitemamî rakirina girtina partiyan" jî cih digirt. Tê xwestin bi hinceta “Armanca xirakirin û ji holê rakirina yekbûyina dewletê ya bi welat û neweteya wî ya nayê parçekirin” HDP’ê bê girtin û hevserokên partiyê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî di nav de  687 endaman re qedexeya siyasî bê anîn. Yek ji madeyan jî rakirina hemû astengên li pêşiya tevlîbûna siyasetê bû. Lêbelê gelek navên endamên HDP'ê hatin binçavkirin; hatin girtin. Herî dawî Parlamentera HDP'ê Semra Guzel hat girtin û parêzbendiya wê hat rakirin. Ji Seroka Bajêr a Stenbolê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancîoglû re qedexeya siyasî hat anîn. Di encama darizandina der barê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de ceza hat dayîn.

‘Made hatin paşguh kirin'

Yek ji vîzyonên 2023’an jî "Ji bo ewlehiyê ji azadiyê tavîz neyê dayîn.” Ev made jî tê paşguhkirin. Mînak ji Dayikên Şemiyê yên ku dixwazin aqûbeta windakiriyên bipirsin re Qada Galatasarayê hat qedexekirin. Daxuyaniyên çapemeniyê yên xizm û malbatên girtiyên Nobeda Edaletê digirin, her carê bi hincet nîşandan qedexeya Qeymeqamiyê rastî êrîşên polîsan hat. Dayikên ku xwestin azadiyên xwe yên daxuyaniya çapemeniyê bi kar bînin, bi erdê xirikandin û bi tundiyê hatin binçavkirin. Hertim di 25’ê Mijdarê de hewil hat dayîn dengê jinên ku li Taksîm Beyoglû li dijî tundiyê dimeşîn bê bêdeng kirin. Çalakî hat qedexe kirin. Li tevahî parêzgehên Kurd dem bi dem qedexeyên çalakiyê yên birojan domkir hat danîn. Ketin û derketina hin cihên niştecihbûnê hat qedexe kirin.

Cînayetên  jinan sê qat zêde bû

Tundiya li dijî jinê bi dawî bibûya. Ma wiha bû? Di 11 salên dawî de li Tirkiyeyê qetlîamên jinan sê qat zêde bû. Mêran di navbera salên 2010-2021’an de 3 hezar û 330 jin qetilkirin. Hejmar tenê ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin hat berhevkirin. Li gorî daneyên Jinnewsê di 10 mehên sala 2022’an de 299 jin hatine qetilkirin, 190 jin jî bi awayekîbiguman jiyana xwe ji dest dan. Di hejmara mirina jinan ya bi awayekî guman ya li Tirkiyeyê tê jiyîn de jî zêdebûn hat jiyîn. Tevî zêdebûna tundiyê jî hedefa malên stargehên jinan ya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî ket. Li Tirkiyeyê kapasîteya giştî ya malên stargeh 3 hezar û 624 ma. Hedefa ku wezaretê di sala 2021’an de danibû pêşiya xwe 155 bû, lêbelê niha li welat 149 malên starge heye. Di sala 2022’an de hedef dadikeve 152’an. Ji bo 2023’an jî 159, lê dê ev çawa were çêkirin mijarek meraqê ye.

Di butçeya 2023’an de jin tune hat hesîbandin

AKP'ê di budçeya 2023'an de ji "budçeya ji zayendiya civakî re hestyar e" helwestek dur girt. Di teklîfa budçeyê ya ku bi îdiaya "Sedsala Tirkiyeyê" hat dihîstin de, teklîfa budçeya sala 2023'an a Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî 149 milyar 868 mîlyon TL bû. Di nava vê budçeyê de ji bo “bihêzkirina jinan” tenê veqetandina 2 milyar 86 milyon TL hat pêşbînîkirin. Ev tê wateya ku ji bo her jinek tenê 25 TL ye. Budçeya ku ji bo parastin û xurtkirina malbatê hat veqetandin jî wek 3 milyar 781 milyon TL hat eşkerekirin.

Ji parastina bi zimanê dayikê re destûr nîne

Madeya “parastina bi zimanê dayikê ji pirsgirekbûyinê derxistin” nehat pêkanîn. Di darizandinan de mînakên vê rewşê gelek hatin jiyîn. Di danişîna 20'emîn Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ku bi îdiayên "Rêvebira rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de, destûr nehat dayîn ku bi zimanê dayikê parastina xwe bike. Di danişîna doza der barê endamên komîteya amdekar ya newroza di 21'ê Adara 2010'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat lidarxsitin hat vekirin de, ji bo parastina Kurdî destûr nehat dayîn. Daxwaza parastina Kurdî ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulusî Alokmen bi hinceta ku bi Tirkî dizanin, hat red kirin.

Di nûnertiyê de edalet

Em ji hedefa “di nûnertiyê de pêkanîna edaletê” re jî di warê jinan de binerin. Li gorî daneyên nexşeya "Di Siyasetê de Jinan 2021" Tirkiye, di nûnertîna jinan ya di meclîsê de di nav 188 welatan de di rêza 129'an de cih digire. Jinan, di Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de di rêjeya ji sedî 17,1 de tên teslîm kirin. Nûnertiya parlamenterên jin ya di TBMM’ê de sala 2007'an ji sedî 9,1; di hilbijartinên 2011’an de ji sedî 14,3; di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de jî bi rêjeya ji sedî 17,6 derket asta herî bilind a dîroka xwe. Di hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an de ev rêje wek ji sedî 17,1 pêkhat. Piştî hilbijartina dawî ji 600 parlementerên ku ketin Meclîsê ji 103’an jin û 497’an jî mêr pêkanîn.

Dema ji vê madeyê re ji aliyê HDP’ê û aliyek cuda bê temaşe kirin, li wir tabloyek wehim derdikeve. Lewre nûnertiya gelêk tê astengkirin.  Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an HDP'yî hatin binçavkirin an jî bigirtine, şandin girtîgehê. Di navbera salên 2015-2021'an operasyonên li dijî HDP'ê de 16 hezar û 490 kes hatin binçavkirin, 750 endam û rêveber jî di nava wan de 5 hezar û 66 kes jî hatin girtin. Li gel Hevserokan Giştî 18 wekîl, 23 MYK, 21 endamên PM'ê, zêdeyî 800 rêveberên parêzgeh û navçeyan hatin girtin. Niha 8 wekîl û 15 endamên MYK girtî ne. Di heman demê de parlementeriya 13 parlementeran jî hatin betal kirin.

Şewata daristanan ji sedî 250 zêde bû

Di planlamaya 2023’an de, madeyên der barê daristan û hawirdorê de jî hebûn. Armanc hebûna daristanan derbixin ji sedî 30’ê qada giştî ya welat, lê pêknehat. Di pêvajoya AKP'ê de şewata daristanan ji sedî 250 zêde bû. Tenê di sê salên dawî de qada 210 hezar hektaran veguherî xwelî. Tenê par li gorî daneyên fermî 178 hezar hektar şewitîn. Ango hejmara daristanên ku di vê salê de şewitîne, bi daristanên 20 salên dawî re şewitîne re hemseng e. Jinan di çalakiyên hawirdorê de li dijî hemû êrîşan li herî pêş cih girtin. Mînak jinan li dijî kona madenê ku dihat xwestin li Daristana Akbelen a navçeya Mîlas a Mûglayê bê çêkirin nobet girtin. Jinan li dijî birîna daran ya ji bo malên TOKÎ yên hat xwestin li Manîsayê bên çêkirin, di nava çalakiyan de bûn. Jinan bi hembêzkirina daran nobetê girtin. Jinên ku temana 80 salî derbaskirine, ji bo axên xwe çalakî li dar xistin, hatin binçavkirin û cezakirin.

Piştî hemû talboyê tenê pirsek dimîne, '2023'e ji gelênTirkiyeyê re çi tîne?'