Antakya bajarê cenazeyên ‘winda’
Kewkep Akyuva dibêje ku piştî pismamê wan Bulent Gumuş bi birîndarî ji bin kavilan derketiye wan tu agahiyan jê negirtine û wiha got: “Cenazeyê mirovan nîn e. Cenazeyên ku derdikevin jî dixin poşetan û binax dikin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Hatay – Piştî erdhejê Hataya ku bi rojan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê nekirin, xebatên rakirina kavilên avahiyan tên kirin. Ruxmê tê gotin ku di gelek kavilan de cenazeyên winda hene jî kepçe tên şixulandin. Li çar aliyên bajêr wêneyên ‘winda’ ye hene, welatiyên ku cenazeyên wan winda ne dibêjin ku ‘bedena mirovan ne bi saxî ne jî bi mirî’ derdixin. Li bajarê ku hê jî kavilên avahiyan wek xwe mane bêhneke pir giran belav bûye. Hema bêje navenda bajêr bêxwedî maye.
‘Tu agahî ji pismamê min ê ku birîndar bû nayê girtin’
Kewkep Akyuva yek ji kesên ku ji erdhejê sax filitî ye û mala vê xera bûye ye. Kewkep Akyuva dibêje ku di erdhejê de bi sedan xizmên xwe winda kiriye. Pismamê wê Bulend Gumuş ê ku bi hevjîn û kurê wê re ji bin kavilan hatiye derxistin bi hefteyan agahî jê negirtine. Kewkep Akyuva di destpêka axaftina xwe de dibêje ku Bulend Gumuş bi cenazeyê hevjîn û kurê wê re hatiye derxistin û birîndar rakirine nexweşxaneyê û wiha gotinên xwe didomîne: “Hinek pismam û dotmamên min sax, hinek jî mirî hatin derxistin. Pismamê min Bulend Gumuş li Antakyayê ji bin kavilan bi birîndarî hatibû derxistin û piştre wî rakirin nexweşxaneyê. Ji vê rojê şûnve em tu agahî jê nagirin. Sax e yan mirî ye em nizanin. Roja 5’an a erdhejê ji bin kavilan hat derxistin em niha ji hemû nexweşxane û qereqolan pirs dikin lê tu agahî jê nîn e”
‘Kesên ku 7 roj alîkarî xwestin jiyana xwe ji dest dan’
Kewkep Akyuva diyar kir ku xebatên lêgerînê pir dereng dest pê kirine û tenê ekîbên dildar li qadê bûne, kesên ku 7 rojan alîkarî xwestin jiyana xwe ji dest dan û wiha pêde çû: “Ji bo vê derê pir dereng man. Gelek kes sax bûn, ji wan deng derdiket lê ji ber derengmayînê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku pir dereng man kesên sax mabûn jî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber kes nehat piştî 7 rojan cenazeyên wan hatin derxistin. Li vir ji malbatek 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku kes nehat alîkariyê wan kesan bi qîrîn û hawar jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji wan sax hatin derxistin lê li nexweşxaneyê mirin.”
‘Cenazeyên xwe li pişt kamyonê hildibijartin’
Kewkep Akyuva di berdevamiya axaftina xwe de banga alîkariyê kir û got ku hê jî bi hezaran cenazeyên winda hene û wiha domand: “Hevjîna pismamê min û zarokên wê jî jiyana xwe ji dest dan. Ji bin kavilan hatin derxistin lê pismamê min li ku ye mirî ye sax e em nizanin.”
‘Cenazeyan dixin torbeyan û binax dikin’
Kewkep Akyuva di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku cenaze ji aliyê kepçeyan ve hatine perçekirin û bê agahiya malbatan cenazeyan dixin nava torbeyan, binax dikin û bi wan gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di roja ewil de cenazeyên ku derxistin ji aliyê malbatan ve hatin veşartin. Cenazeyên ku di dawiyê de hatin derxistin an jî perçe bibûn ji aliyê kepçeyan ve hatin veşartin. Jixwe di rojên dawî de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tunebûn, di rojên destpêkê de jî wisa bû. Di rojên dawî de cenazeyan yekser dixistin nava torbeyan û dispartin axê. Nedihiştin malbat an jî kesên din bibînin.”