Şervanên YPJ’ê: Emê weke jin bi hev re şoreşa xwe biparêzin

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê ji Til Temirê peyama xwe ya sala 2025’an dan û gotin “Emê çeka xwe daneynin û bi wê çekê jinan biparêzin. Bila jin bi hev re şoreşa xwe biparêzin.”

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Di 27’ê Mijdara 2024’an de Sûriye bi giştî ket qonaxeke nû ya êrîşan. Piştî ketina desthilatdariya Şamê, di warê siyasî û diplomasî de ket pêvajoyeke nû. Pê re êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kûrtir bûn. Piştî dagirkirina Şehba, Til Rifet û Minbicê, niha jî dixwazin Bendava Tişrînê derbas bikin û xwe bigihînin Kobanê. Li vir berxwedaniyeke bêhempa tê nîşandan û destan tên nivîsandin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bi çalakiyên ku li dijî baregehên dagirkeriyê û çeteyan dikin, piştgiriyê didin berxwedana Bendava Tişrînê.

Li ser vê mijarê şervanên YPJ’ê ji ajansa me re axivîn.

'Armanca sereke di sala 2025’an de azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye'

Zîlan Zagros, sala 2025’an li Rêber Abdullah Ocalan, hevrê û malbatên şervanên ku di oxira şoreşê de canê xwe feda kirine û li şervanên niha li çeperan şer dikin û destanan dinvîsînin pîroz kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Sala 2024’an saleke bi êrîşên dijwar ên li ser Rojava çêbûn, derbas bû. Yek ji armancên me yên 2025’an ew e ku em Rêber Apo ji Îmraliyê bi awayekî fizîkî azad bikin. Ji lewre em ê bi hev re vê têkoşînê bidomînin. Yên ku dixwazin îradeya jinan bişkînin û şoreşa me têk bibin ew ê bi xwe bişkên û têk biçin."

'Bi çalakiyên bi bandor em piştgiriyê didin berxwedana Bendava Tişrînê'

Zîlan Zagros da zanîn ku ew bi riya çalakiyên li dijî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wan piştgiriyê didin berxwedana bendava Tişrînê û wiha pêl da gotinên xwe: "Şerê ku dibe, ne şerekî hêsan e, êriş pir dijwar in. Ji lewre ji bo ku em jî piştgiriyê bidin hevriyên xwe yên ku li çeperan de li ber xwe didin, em bi awayekî pir dijwar bi ser baregeh û bendên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan de diçin û çalakiyên bi bandor û encamgirtî pêk tînin. Em ê bin nekevin, serkeftin wê her dem para me be, ji ber em xwedî hêz in, bi ezmûnên berxwedan û serkeftinê dagirtî ne."

'Rêwiyên rê wê her hebin û kêm nebin û daxwaza radestkirina çekan wê xewn bimîne'

Zîlan Zagros bal kişand ser kesên ku dibêjin hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekê deynin û wiha bersiv da: “Bila dijmin û tu kes qet nehizire ku em ê rojekê jî çeka xwe deynin û vegerin li malên xwe rûnên. Em ê ji berê zêdetir xwe bihêz bikin, têkoşîna xwe mezintir bikin. Kula dilê dijmin ew e ku jin dest ji riya têkoşînê berdin. Lê em vê bi zelalî dibêjin, riya me riya têkoşîna demdirêj e, wê rêwiyên vê riyê her dem hebin û jê kêm nebin. Yên ku çekê deynin û divê biçin malên xwe rûnin wê dijmin be, ne em in. Jinên di qada civakî û leşkerî de îro ji hev re palpiştiyê dikin, di her du qadan de jî xwe biçek kirine li hemberî dijminên hov. Em bi hêza xwe ya ramyarî li dijî dijmin şer dikin. Ne pêkan e ku piştî 13 salan ji şoreşê, îro em çeka xwe radest bikin û dest ji riya têkoşînê berdin. Wê riya berxwedan û têkoşînê heta dawî bidome.”

'Kiryarên li dijî hevrêyên me wê têkoşîna me lawaz neke'

Azadî Til Temir jî got ku wan sala 2024’an di nav êrîşên hebûn û nebûnê de bi mizgîniya hevdîtina bi Rêber Ocalan re bidawî kirine û wiha berdewam kir: "Di nava şer de dijmin gelek hevrêyên me yên jin dîl girtin û bi cenazeyên wan lîst. Lê belê ev rê bedel dixwaze û em ji bo her tiştî amade ne. Ji lewre êrîş pir zelal xuya dikin ku hêza jinan hedef digre. Wê ev kiryar bandorê li têkoşîna me nekin, ji bo wan hevrêyên me û rizgarkirina wan em ê bêtir liber xwe bidin. Rakirina me ya çekê dibe tolhildana ji bo hevalên şehîd, hevalên me yên hatine dîlgirtî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo."

'Armanc dagirkirina Rojava û tunekirina destkeftiyan e'

Azadî Til Temir armancên êrîşên dagirkeriyê bilêv kir û got: “Armanc, tunekirina Rojava û şoreşa wê ye. Naxwazin tiştekî bi navê Rojava bihêlin, dixwazin binketinê bikin para me û ya herî zêde jî jin dibin hedef. Ji ber ku dijmin bi çeka xwe êrîş dike û jin bi hêza xwe ya ramyarî hemû êrîşên wî vala derdixin, di vir de ferqa me ji dagirkeran ev e. Yên ku li ser vê axê şer û berxwedanê dikin ne tenê jinên Kurd in, jinên Ereb û Suryan jî hene. Bi gelek zimanan ev şoreş tê parastin û ji bo wê şer tê kirin.”

'Em ê jinan di nava pencên dagirkeran de nehêlin'

Azadî Til Temir bang li jinên ciwan kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me gelek pêvajoyên şer jiyaye û tu car têk neçûye. Îro ji berê zêdetir divê gel li ber xwe bide û xwedî li mîrasa berxwedanê derkeve. Bila hemû kes bawer bin em ê wan bi tenê nehêlin. Her wiha divê jin jî di wê baweriyê de bin wê şervanên YPJ’ê wan di nava pencên dagirkeran de nehêlin û heta dawî wan biparêzin. Li ser vê bingehê em jî bang li jinên ciwan dikin ku tevlî refên YPJ’ê bibin û em şoreşa xwe mezintir bikin. An serkeftin an serkeftin.”