Şandeya Rêveberiya Xweser li Belçîkayê sûcên dewleta Tirk anî rojevê

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Belçîkayê Hozan Ehmed û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer pêk tê, li Belçîkayê hevdîtinên dîplomatîk pêk tîne. Şandeyê êrîşên dewleta Tirk anî rojevê.

Navenda Nûçeyan- Şandeya Rêveberiya Xweser ku ji hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Belçîkayê Hozan Ehmed û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer pêk tê, duh (7’ê Mijdarê) bi 2 parlamenterên Partiya Vlaams Belang a Belçîkayê re li avahiya Parlamentoya federal li Brukselê civiyan. Şandeya Belçîkayî ji Aline Samin û Joris De Vriendt pêk hat.

‘Rêjeya tevlîbûna jinan di saziyên fermî de ji sedî 40 e’

Di civînê de, Dr.Ebdulkerîm Omer bi kurtasî behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser kir û got: “Sala 2014’an Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî hate ragihandin. Ji wê demê ve ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî kar û xebat dike. Rêzê li hember tevahî Sûriyeyiyan, kêmnetewe, bawerî û olan digire. Gelek girîng e ku di destûra nû ya Sûriyeyê, mafên jinan bê bicîhkirin mîna ku di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de hatiye kirin. Rêjeya tevlîbûna jinan di saziyên fermî de ji sedî 40 e.”

Dr.Ebdulkerîm Omer li ser rola Rêveberiya Xweser di tunekirina DAÎŞ`ê di aliyê leşkerî de û ev nirxandin kir: “Şervanên QSD`ê ji bo tunekirina DAÎŞ`ê li Baxozê sala 2018`an fedakariyên mezin nîşan dan. Lê belê tunekirina DAÎŞ`ê di aliyê leşkerî de nayê wateyê ku ev rêxistina xeter bi temamî tune bûye. Bi hezaran hene ku li ser fikr û îdeolojiya wê ya tundraw perwerde dibin. Ji bo ku rê li pêşiya vegera DAÎŞ`ê bê girtin, pêwîst e civata navneteweyî berprisyariyên xwe bîne cih, alîkariyê û desteka pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike.”

Dr.Ebdulkerîm Omer, girêdayî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAÎŞ`ê jî ev tişt anîn ziman: “Paşguhkirina bangewaziyên me yên têkildarî mijara darizandina DAÎŞ`ê ji aliyê navneteweyî ve hişt ku Rêveberiya Xweser biryara darizandina çeteyan bi xwe bide.”

‘Bi milyonan welatî ji wan xizmetan mehrûm bûn’

Her wiha Dr.Ebdulkerîm Omer îşaret bi êrîşên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha domand: “Hedefgirtina rasterast a binesaziyê bû sedema zirarên madî yên mezin li herêmê. Ji ber wê gelek navend ji xizmetê derketin. Bi milyonan welatî ji wan xizmetan mehrûm bûn. Her wiha bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Dr.Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk hemwextî êrîşên rojane yên li dijî herêmê siyasetên xwe yên hovane li herêmên dagirkirî jî didomîne ku bi rêya koçberkirina xwecihên herêmê demografiya wan herêman diguherîne, malbatên çeteyan û endamên komên tundraw mîna DAÎŞ û Cebhet El Nusrayê lê bi cih dike.

‘Em bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih’

Parlamenter Aline Samin jî wiha nêrîna xwe derbarê rojevên civînê de parve kirin: “Her kes dizane ku tunekirina DAÎŞ`ê, gefeke ewlehiyê ya mezin li ser cîhanê bi dawî kir. Li ser wê esasê em tev de minetdarên we ne. Em teqez dikin ku em ê piştgiriya we bikin. Em bang li civata navneteweyî jî dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih, bi we re hevkar bikin da ku teror venegere, ewlehî û îstiqrara li herêmê hatiye bidestxistin, biparêze.”

‘Divê ev alî rola Rêveberiya Xweser di tunekirina DAÎŞ`ê de ji bîr nekin’

Aline Samin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Neheqiyeke berçav ji aliyê dewlet û hikumetan ve heye ku bangewaziyên we di mijara DAÎŞ`ê de paşguh dikin. Divê ev alî, rola Rêveberiya Xweser di tunekirina DAÎŞ`ê de ji bîr nekin. Ji ber wê, divê aliyên têkildar bi taybet ên rojava tevde piştgiriya Rêveberiya Xweser û hewldanên wê yên avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAÎŞ`ê bikin. Vê tecrubeyê biparêzin û di aliyê siyasî de nas bikin.”

‘Em sûcên Tirkiyeyê şermezar dikin’

Aline Samin di dawiyê de got: “Em sûcên Tirkiyeyê şermezar dikin. Hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê wê ve li dijî qanûnên navneteweyî ye. Lê belê bêdengiyeke navneteweyî ya biguman li hember wê heye. Tu bihaniyên van helwestan tune ye. Herî kêm, dikarin bêjin ew Enqere teşwîq dikin ku siyaseta şer berdewam bike.”