ÎSÎG: Di mehekê de herî kêm 150 karker jiyana xwe ji dest dan

ÎSÎG diyarkir ku di meha Cotmehê di encama cînayetên kar de herî kêm 150 karker jiyana xwe ji dest dane.

Stenbol- Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe a meha Cotmeha 2023'an ya cînayetên kar eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Cotmehê de herî kêm 150 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Bajarê Stenbol bi 17 cînayetên kar bû bajarê herî zêde karkeran ji ber cînayetên kar lê jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de sedemên cînayetên kar jî hatin parvekirin û wiha hate gotin: “Ji sedî 25'ê cînayetên kar ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 19 ji ber ketina ji înşaetan, ji sedî 15 jê ji ji ber krîza dil pêk hatine. Di cînayetên kar de 3 zarok û 6 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dane.”

ÎSÎG'ê bîlançoya cînayetên kar ên 10 mehên dawî jî eşkere kir û destnîşan kir ku di nava 10 mehan de hezar û 634 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.