Îdianameya der barê rojnamegeran de piştî 10 mehan hat amadekirin
Îdianemaye ku piştî 10 mehan der barê rojnameger Safiye Alagaş û Gulşen Koçuk hat amadekirin û şandin dadgehê.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de di 8’ê Hezîrana 2022’an de midûra ajansa JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtora ajansa JINNEWS’ê Gulşen Koçuk hatibûn binçavkirin û girtin. Îdianameya der barê wan de piştî 10 mehan hat amadekirin.
Li bendê ye ku îdianame ji aliyê dadgehê ve were nirxandin û dîroka dadgehê were diyarkirin.
Safiye Alagaş û Gulşen Koçuk jî di nav de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abidîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" di 16’ê Hezîranê de hatibûn girtin.
Rûniştina yekem di 11’ê Tîrmehê de ye
Îdianameya der barê rojnamegeran de di rojên borî de ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin. Der barê rojnamegeran de bi idiaya ‘endamtiya rêxistinê’ daxwaza ceza hat kirin. Mijara sûcdarkirina rojnamegeran xebatên wan ên rojnamegeriye û di heman demê de beyanên şahidên diyarkirî û veşartî ne. Wê rûniştina yekem a der barê rojnamegeran de di 11'ê Tîrmehê de bê dîtin.