Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin

Îsraîlê êriş bir ser navenda perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Xan Yûnisê ku zêdeyî 10 hezar sivîl lê bi cih bûne û malên li Kampa Penaberan a Nuseyratê. Serokê Filîstînê Mahmud Abbasî got: “Ji bo Zîvala Xezayê çareseriyeke leşkerî nîne.”

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê ve dest pê kirine berdevam dikin. Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê ya ku dikeve başûrê Xezayê bi bejahî û hewayî êrîş pêk tîne, derdora nexweşxaneya li bajêr a Nasirê bi obûsan hedef girtiye.

Navenda perwerdeyê ya NY’yê ku sivîl tê de bûn hat hedefgirtin

Hat destnîşankirin ku Îsraîlê li bajarê Xan Yûnis ê Zîvala Xezayê navenda perwerdeyê ya girêdayî Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ku sîvîlan xwe spartibûn jî hedef girtiye.

Dîrektorê Xezayê yê UNRWA’yê Thomas White di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da diyar kir ku navenda perwerdeyê ya zêdeyî deh hezar Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne, rastî êrîşan hatiye.

Thomas White got: "Li Xan Yûnisê pêvçûn dijwar dibin. Navenda perwerdeyê ku zêdeyî deh hezar kesan xwe spartibûne beriya gavek hatiye lêdan, di avahiyan de agir derketiye. Windahiyên mezin heye. Ketin derketina navendê 2 roj hat astengkirin, hemû kes asê man.” Thomas White di daxuyaniya xwe de ne got êrîş ji aliyê kî hatiye kirin. Di daxuyaniya duyemîn a Thomas White de hat destnîşan kirin ku navenda perwerdeyê ya UNRWA’yê bûye hedefa tangan û di êrîşê de 9 kes jiyana xwe ji dest dane û 75 kes jî birîndar bûne.

Di kampa koçberan de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan

Li gorî ajansa fermî ya Filîstînê WAFA’yê artêşa Îsraîlê malên koçberan ên l kampa Nuseyret a Zivala Xezayê topbaran kiriye. Di xirbeyan malên ku hat topbarankirin de cenazeyên 4 zarokan hatin dîtin.

NY’ê bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xan Yûnisê da

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku topbarana tund a Îsraîlê ya li ser Xan Yûnisê dewam dike. Martin Griffiths ji bo Îsraîlê got: “Dixwaza ku kesên asê mane herêmê biterikînin lê berî ku derfeta bide derkevin topbaran kirin bi tevahî bêwijdanî ye.

Raportora Taybet a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese diyar kir ku ev ne tenê bêwijdanî ye û got: "Ev jî li gorî Destûra Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî sûcekî navneteweyî yê gelekî giran e."

Serokê Filistînê: Çareseriyeke leşkerî nîn e

Serokê Filistînê Mahmud Abbas û Serokê karûbarên derve yê Îngîltereyê David Cameron di avahiya serokatî de hat cem hev. Di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî yên li Zîvala Xezayê hatin nîqaşkirin. Li gorî nûçeya WAFA’yê; Mahmud Abbas gotiye: “Divê demildest êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê me yên li Xezayê, Şerîa Rojava û Qudsê bên rawestandin û bi lezgînî alîkariyên mirovî yên ji bo Zîvala Xezayê bigihîjin cihê xwe.”Mahmud Abbas ji bo Şerîa Rojava ya ku di bin dagirkeriyê de ye got:  “Divê li Şerîa Rojava êrîşên hêzên dagirker û neştecihên terorîst bên ravesandin.”

Mahmud Abbas destnîşan kir ku ew koçberiya bi darê zorê ya Filistîniyên ji Şerîa Rojava û Zivala Xezayê red dikin û wiha got: "Ji bo Zivala Xezayê tu çareseriyeke leşkerî tune ye.” Mahmud Abbas di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Xeza perçeyek ji dewleta Filistînê ye ku qet nayê qutkirin.” Mahmud Abbas destnîşan kir ku planên Îsraîlê yên ji bo veqetandin, parçekirin an jî ji nû ve dagirkirina Xezayê ji Şerîa Rojava, ne nayê qebûlkirin û ne jî mimkun e û wiha berdevam kir: “Rayedarên Îsraîlî yên dagirker divê dawî li pêkanînên xwe yên çewisandinê, paqijiya etnîkî, têkbirina çareseriya du dewletî, sûcên niştecihên terorîst û êrîşên hêzên dagirker bînin.” Mahmûd Abbas teqez kir, ku ewlekarî û aştî dê bi çareseriya siyasî ya du dewletî pêk were.

‘Planek berfireh a aştiyê divê pêk were’

Mahmud Abbas ji David Cameron re got ku ji bo cîbicîkirina çareseriyeke siyasî li ser bingeha biryarên rewatiya navdewletî û Însiyatîfa Aştiya Erebî piştgirîkirina hewildanên ji bo naskirina Dewleta Filistînê û endambûna tam di NY de xalek girîng e. Mahmûd Abbas diyar kir ku bi temînatên navneteweyî û teqwîmên diyarkirî divê plana aştiyeke berfireh bikeve meriyetê. Abbas got ku ji bo ev plan bikeve meriyetê, derdorên Ereb û navneteweyî xwedî heman fikrê ne û dixwazin konferanseke navneteweyî ya aştiyê were lidarxistin.

Biryara doza qirkirinê dê 26’ê Çileyê were eşkerekirin

Ji aliyê din ve Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku biryara derbarê daxwazên tedbîrên demkî yên di doza ku ji aliyê Komara Afrîkaya Başûr ve bi hinceta ku Cezaya Qirkirinê ya di êrîşên wê yên li ser Xezeyê de Îsraîl Peymana Pêşîlêgirtinê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye hatiye vekirin wê roja Înê bê ragihandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê biryarname ji aliyê Serokê Dadgehê Joan E. Donoghue ve di rûniştina giştî de bê xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Efrîqaya Başûr di 29'ê Kanûna 2023'an de bi îdiaya Hevpeymana Qirkirinê binpê kiriye li dijî Îsraîlê doz vekiriye. Her wiha hat zanîn ku ji bo di çarçoveya Hevpeymana Qirkirinê de gelê Filistînê hê zêdetir zirerê nebîne tedbîr girtinê daxwaz dike.