Êrîşên Îsraîlê didomin: Li Xezayê hejmara miriyan bû 18 hezar û 205

Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve li dijî Zîvala Xezayê didomîn de, 7 hezar û 700 jê zarok, 5 hezar û 150 jê jin bi giştî 18 hezar û 205 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê didomin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, di êrîşên ku nexweşxane û saziyên perwerdeyê jî tên hedefgirtin de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 18 hezar û 205. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 7 hezar û 700 jê zarok û 5 hezar û 150 jî jin in. Tê diyarkirin ku di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene.

Arteşa Îsraîlê ku li ser bajaroka Cibaliya ya li bakûrê Xezaye û bajarê Xan Yunus ê li başûrê Xezayê bi topan giranî êrîşan pêk tîne, li dijî Refahê yê li başûrê Xezayê êrîşa hewayî pêk anî. Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê; di êrîşa li dijî bajarê Refahê de 6 jê zarok 12 kesên ku di mala aydê malbata Harbê ya li Taxa ez-Zuhûr de dijîn jiyana xwe ji dest dan. Der barê nasnameya Filistîniyên jiyana xwe ji dest dane de tu agahî nehat dayîn. Hat diyarkirin ku di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûne.

Nexweşxaneya Kemal Advan hat dorpêçkirin

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku Îsraîlê Nexweşxaneya Kemal Advan a li Beyt Lahiyayê dorpêç kiriye, hedef girtiye û jiyana kesên li nexweşxaneyê xistiye xeterê. Rêveberê Nexweşxaneya Kemal Advan Ahmed El-Kahlut, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Îsraîlê nexweşxane bi tankan dorpêç kiriye û hemû riyên ku ber bi nexweşxaneyê ve diçin hedef girtiye.

'Beşa zayîn û nexweşiya jinan hat hedefgirtin’

Ahmed El-Kahlut, diyar kir ku hêzên Îsraîlê yên li nêzî nexweşxaneyê bi cih bûne, hemû kesên ku hewl didin bikevin nexweşxaneyê yan jî derkevin hedef girtiye. Ahmed El-Kahlut diyar kir ku artêşa Îsraîlê beşa zayîn û nexweşiya jinan a li nexweşxaneyê hedef girtiye û da zanîn ku di vê êrîşê de 2 jin tevî zarokên xwe hatine qetilkirin û lingê jineke birîndar jî hatiye jêkirin. Ahmed El-Kahlut, bal kişand ku Îsraîlê depoyên avê yên nexweşxaneyê hedef girtiye û diyar kir ku li nexweşxaneyê av bi temamî qut bûye û hem ji bo vexwarinê hem jî ji bo paqijiyê av nemaye.

‘Bi taybetî pitikên prematûrê em ji jiyana hemû nexweşan bi fikar in’

Ahmed El-Kahlut, diyar kir ku di beşa lênêrînê ya giran a nexweşxaneyê de 65 birîndar û 12 zarok hene û destnîşan kir ku 6 pitikên prematûrê jî hewceyê oksîjenê ne. Ahmed El-Kahlut, diyar kir ku mazot û oksîjen xilas dibin û da zanîn ku ew bi taybetî jî pitikên prematûrê ji jiyana nexweş û birîndarên bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne, bi fikar in.”

NY: Fosfora spî rê li ber şewatên gelek xirab vedike

Li aliyê din li gorî daxuyaniya ku hat dayîn Îsraîlê di êrîşa li hemberî Xezayê de bombeya fosfora spî bi kar aniye. Berdevkê NY Stemphane Dujarric da zanîn ku belgeyên aşkere yên ku nîşan didin Îsraîlê fosfora spî bi kar aniye tune ne û got: “Ev malzemeyek din ku agir derdixe, em bi fikar in ku bi taybetî li herêmên ku şêniya wan zêde ye were bikaranîn.” Berdevkê NY’yê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Fosfora spî dema ku weke çek neyê bikaranîn jî rê li ber şewatên gelek xirab vedike.”   

DYE: Em li ser bikaranîna fosfora spî lêkolîn dikin

Li aliyê din berdevkê wezîrê karên derve yê DYA’yê Matthew Mîller di daxuyaniya çepemeniyê de fikara xwe ya der barê nûçeyên ku Îsraîlê bombeyên fosfora spî bi kar aniye de diyar kir ku ev ji bo armancên leşkerî tê bikaranîna lê belê ji bo ziyana wê ya li hemberî sivîlan kêm biçin çi ji destê wan were divê were kirin.

Artêşa Îsraîlê: Bombayên me yên dukelê hene

Piştî daxuyaniya DYA’yê Îsraîlê di radyoya xwe ya artêşê de derbarê ‘fosfora spî’ de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bombeyên me yên dukel ên ku fosfora spî digre nava xwe, bi awayek kamuflaş hatine çêkirin.” di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke gelek artêşên Rojava, artêşa Îsraîlê jî li gorî hiqûqa navneteweyî xwediyê bombeyên dukelê yên ku fosfora spî di nav de zagonî ye ne. Bi bîr xist ku ev çek bi agirê ku derdixe tê naskirin.