Çeteyan dest dan ser dermanxane: Tenduristiya gel di xetereyê de ye

Çeteyan li Îdliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye dest dan ser dermanxaneyan. Hat diyarkirin ku dermanên şaş ên li dermanxaneyan tên dayîn tenduristiya gel dixe xeteriyê.

LÎNA EL-XETÎB

Îdlib – Li bajarê Idlibê ya Bakurê Sûriyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de ye, şer û pevçûnên di navbera hikûmeta Şamê û çete de berdewam dike, bandora dagirkeriyê di her aliyê jiyanê de xwe dide der. Li bajarê ku beşeke girîng a şêniyên wê di kampan de dijîn, pirsgirêka ava paqij û xwarinê heye û gel nikare bi ewle ji xizmetên tenduristiyê sûd werbigire.

Çeteyên ku dest danî ser alîkariyên ku ji gel re dihatin, niha dest bi kontrolkirina pîşesaziya dermanan kirine. Dermanxaneyên bajêr di bin kontrola çeteyan de ne û ji aliyê kesên ne dermanfiroş ve tên birêvebirin. Çeteyên ku li vir dermanên xelet difroşin nexweşan, guh nadin tenduristiya gel. Jinên ku ji ber dermanên sexte ku dermanfiroşan didin wan, behsa serpêhatiyên xwe kirin.

'Ji ber heqê muayeneya bilind ez çûm dermanxaneyê'

Henim El-Osman a bi salan e li kampa Îdlibê dijî, diyar kir ku kurê wê Welîd El-Hacî yê 3 salî ji ber dermanên şaş ên ji dermanxaneyê tên dayîn hema bêje jiyana xwe ji dest dida û wiha got: “Xizmeta tenduristiyê li kampê nîne. Ji ber ku heqê muayeneyê zêde ye em nikarin biçin nexweşxaneyan. Ji ber vê yekê ez çûm dermanxaneyê. Dermansazê ku got zaroka min bi farenjitê ketiye hin derman dane min. Piştî bikaranîna dermanan rewşa zarokê min xerabtir bû. Tayê wî bilind bû û bi ser de ket. Min ew bir bijîjk. Bijîşk got ku ev derman li zarokan nayê bikaranîn û dibe sedema bandorên alî. Paşê, ez hîn bûm ku kesê ku min jê derman kirî ne dermanfiroş bû. Ji bo qezencê vî karî dikir. Jiyana mirovan tine dikin.”

Ji ber dermanên şaş bidika winda kir

Samia Al-Aslan a 24 salî ji ber dermanên ku dermanxane şaş dane wê pitika xwe winda kir wiha got: "Di meha ewil a ducaniya xwe de ji ber êşa pişta xwe çûm cem bijîjk. Bijîjk got ku iltihaba gurçik derbas dikim û derman dan min. Dermanê ku bijîjk dan min xwediyê dermanxanê wan guhert û dermanên nêzî vê dan min. Dema min ew derman bikaranî piştî hefteyek zarok ji ber min çû. Piştre ez çûm cem bijîjk, bijîjk diyar kir ku divê kesên  ducanî wan dermana bikarneyne. Me xwediyê dermanxaneyê gilî kir. Çend roj dermanxane hat girtin. Piştre wek tiştek nehatiye jiyankirin xebatê xwe berdevam kir.”

Amra El-Seyîd a 62 salî ji Idlibê got ku rewşa wê ya tenduristiyê ji ber dermanên ku ji dermanxaneya ku ew diçûn bi giliyên îshal û kuxikê giran xiraptir bûye û dermanên ku divê ji bo nexweşên tansiyona bilind neyên dayîn dane wê.

‘Dermanfiroşên bi bawername bajêr terikandin’

Bijîşk Fatima El-Hezal diyar kir ku li Idlibê xizmeta tenduristiyê nîne û ji ber ku heqê muayeneyên nexweşxaneyên taybet zêde ye mirov dema nexweş dibin diçin dermanxaneyan û got: “Dermanfiroşên xwedî bawername ji bajêr derketin. Ji ber vê yekê gelek kesên bê bawername li ser navê xwe dermanxane vekirin. Kontrolkirina vê mijarê ne mumkin e, ji ber ku piraniya dermanfiroşên bê ruxset xwe bi belgeya dermansaziya xwedî destûr an bi kirêkirina lîsansa dermansaziyê diparêzin, û dema ku jê were pirsîn, ew dê di nav dermanxaneyên yasayî de bin."