Çarşema Sor li Şehbayê hat pîrozkirin
Yekitiya Êzidiyên a herêma Efrînê bi hatina Çarşema Sor li kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek lidar xistin.
Şehba- Bi dirûşma "Êzdatî nasname, çand, dîrok û berxwedan e, Çarşema Sor li we pîroz be" Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahiyekê cejna Çarşema Sor li qada gundê Maratê ya navçeya Ehdasa Şehbayê pîroz kir. Qada şahiyê bi wêneyên pakrewanan û rengên biharê hatibû xemilandin. Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan qada şahiyê û cejna Çarşema Sor bi Êzidiyan pîroz kirin. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Tu ferman nikare koka me qir bike’
Piştre koma mamosteyan û komên zarokan ên olî derketin ser dikê û bi lavayên olî cejna xwe pîroz kirin. Hevserokê Meclisa kantona Efrîn-Şehba Bekir Elo cejna Çarşema Sor li tevahî pêkhateyên civakê û bi taybetî li gelê Êzidî pîroz kir û got: "Em cejna Çarşema Sor li Rêber Apo, tevahî pêkhateyên civakê ku di nava pergala rêveberiya Xweser de dijîn, pîroz dikin. Bi taybetî li gelê xwe yê Êzidî ku heya niha li ser koka xwe mane û cejnên xwe bi şahiyan li hemberî qirkirinê pîroz dikin. Êzidayetî koka esîl û bingeha civaka Kurd e û wê her dem koka Kurdîtiyê bimîne. Tu ferman ango tu hêz nikare koka me qir bike. Li ser ola Êzidî binpêkirin û çewisandin tên kirin lê dîsa berxwedana wan dê van binpêkirinan têk dibe."
Her wiha koma Ş. Bêrîvan a stranan, koma Veger a Efrînê ya govendê, hunermend Rêzan Bekir û Mihemed Welîd hunerên xwe bi gel re parve kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.