Çarşema Serê Nîsanê li Şehbayê hat pîrozkirin

Êzidiyên Efrînê yên li Şehbayê Çarşema Serê Nîsanê bi şahiyekê pîrozkirin.

Şehba – Bi diruşmeya "Êzdiyatî: Nasname ye, çand e, dîrok e û berxwedan e; Cejina Çarşema Sor li we pîroz dikin" Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava li kantona Şehbayê Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê pîrozkirin.

Di şahiyê de koçberên Efrînê û gelê resen ên Şehbayê û gelê Êzidi bi rihê wekheviya gelan li qada Elewşe ya navçeya Ehdas Şehbayê kom bûn û Çarşema Sor pîrozkirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya Jinên Êzdî Rojava hat xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê li ser navê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Meriyem Cindo û li ser navê Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava Filê Şekro Çarşema Sor pîrozkirin.

Piştre ji aliyê Şêx Zehredîn sebeqên qewla ola Êzdî ji gel re xwend, her wiha sê komên olî derketin ser dikê û lavayên olî vegotin. Piştî wê ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Silêman Cefer ve wateya Çarşema Sor hate şirovekirin.

Paşê Koma Kulîlkên Pêşerojê û Koma Şehît Bêrîvan û Koma Kevnşop ên stranan, koma govendê, koma Şehba yê stranan û hunermendan li ser dika şahiyê hunerên xwe pêşkêşkirin. Koma şano jî şanoyek li ser fermana Şengalê pêşkêşkirin.

Di dawiya şahiyê de gel guvendên xwe gerandin û Çarşema Sor pîroz kirin.