Namzedên jin ên 11 şaredariyên Firatê diyar bûn

Piştî ku pêşhilbijartinên namzedên jin ên hevşaredarên kantona Firatê pêk hatin, lîsteya namzedên ku nûnertiya Kongreya Star dikin diyar bûn.

Kobanê- Rêxistina Kongra Star ku bi tifaqa bi PYD’ê re ber bi hilbijartinên xwecihî yên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve diçe, ji bo diyarkirina namzedên xwe di 28-29’ê Nîsanê de pêşhilbijartin li tevahî navçe û bajarokên kantona Firatê pêk anî.

Di encama pêşhilbijartinan de namzedên jin ên 11 şaredariyên kantonê diyar bûn

Namzeda navçeya Kobanê Mizgîn Xalîb Elûş, a navçeya Şêranê Dîlan Yusif Elî, a bajaroka Til Xezalê Dîlber Ehmed, navçeya Çelebiyê Sewsen Elî Enter, navçeya Qinê Ceylan Deham Derwêş, bajaroka Pêndir Sedîqe Nebo Hesanî, navçeya Sirînê Nisrîn Şêx Keyad, bajaroka Remalê Henan Mihmûd Mihemed, navçeya Eyn Îsayê Sena Xelîl Elî, bajaroka Hîşê Ruweyde Ehmed El-Xelef û bajaroka Cirinê Necmê Ehmed Namî ji bo namzedên kantona Firatê bi ser ketin û dê di 1’ê Gulanê de tevli hilbijartinên hevşaredariyê yên 30’ê Gulanê bibin.