Çalakvana Tûnisî bang li jinan kir: Divê em dîsa vegerin kolanan

Aktivîsta femînîst Aida Ben Shaaban, diyar kir ku zêdebûna tundî û qetlîamên li ser jinan li Tûnisê metirsîdar e, bang li jinan kir ku vegerin kolanan û bertekên mezin nîşan bidin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Aktivîsta mafên mirovan û femînîst Aida Ben Shaaban diyar kir ku li Tûnisê tundî û qetlîamên li ser jinan zêde bûne, sedemên zêdebûnê ji ajansa me re nirxand. Aida Ben Shaaban da xuyakirin ku zêdekirina şîdeta li ser jinan ji polîtikayê qut nayê nîqaşkirin.

Aida Ben Shaaban da zanîn ku li welat navendên jinên di bin şîdetê de dimînin tune ne û got ku li hemberî pirsgirêkên jinan rayedar erka xwe bi cih naynin û got: “Zêdebûna komkujiyên li ser jinan fikarên me zêde dike. Jinên ku rastî şîdetê tên, dibêjin dema diçin qereqolan nayên agahdarkirin, piştgirî û guh nadin wan. Dema em li amaran dinêrin, piraniya jinên hatine qetilkirin jinên rastî şîdeta nav malê tên. Komkujî di çarçoveya Qanûna 58’an a ku bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê pêk tê. Her çendî weke şoreşê tê fikirandin  û dikare guhertinan biafirîne jî, mixabin pêdiviyên wê pêk nayên.

'Jinan dişînin malên ku rastî tundiyê tên'

Aida Ben Shaaban anî ziman ku nebûna navendên stargehê pirsgirêkek girîng e û got:“Pirsgirêkeke din jî nebaş perwerdekirina efserên navendên ewlekiyê ye. Jinên ku rastî şîdetê tên û ji bo gilîkirinê diçin qereqolan, ji aliyê memûrên navendê ve tên şandin hawirdorê û li wir dîsa rastî tundiyê tên. Ev rewş teşwîqê dide kiryarên şîdetê û ji ber vê jî hejmara qetlîaman zêde dibe.

'Bêdengbûn rewşeke tirsnak e'

Aida Ben Shaaban kêmbûna dengê femînîst li Tûnisê rexne kir û got:

"Bêdengmayîn dikare weke helwesteke hikûmetê were şîrovekirin. Dema em ji çapemeniyê dibihîzin ku jinek hatiye qetilkirin, em dadikevin kolanan, hêrsa xwe tînin ziman, em nerazîbûna xwe ji rayedaran re radigihînin, em dixwazin qanûn pêk were, em daxwaza çalakiya xurtkirina jinan dikin lê demeke bêdeng bûn û ev rewşek tirsnak e. Ez nebûna hêrsa femînîst a li hember sûcên li dijî jinan bi fermana rêveberiyê 54 û tirsa ji desthilatdariya rêveber ve girê didim. Di biryarnameya jimare 54’an de astengiyên azadiyan hene ku dibe ku femînîstan neçar bike ku bêdeng bimînin.”

‘Li dijî tundiyê divê dadger û parêzer di warê hiqûqê de bên perwerdekirin’

Aida Ben Shaaban, anî ziman ku tundî bê cudahî bandorê li hemû jinan dike û ev mijar xemgînî û tirsek daye avakirin û bang li femînîstan kir ku vegerin kolanan. Têkildarî pêkanîna bi sînor a yasaya têkoşîna li dijî tundiyê, Aida Ben Shaaban got: “Dema Tevgera Nahda bû desthilatdar, kesên girêdayî vê tevgerê di nava dewletê de li cihên cuda hatin tayînkirin. Di cîbicîkirina qanûnê de em bûne şahidê gelek reftarên paşverû. Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê divê dadger û parêzer di warê hiqûqê de bên perwerdekirin. Ragihandina giliyên mexdûrên tundiyê buha bûye û erka dewletê ye ku vê yekê hêsan bike. Her çend civaka sivîl li Tûnisê vî karî dike jî, ji ber ku çavkaniyên wê kêm in, nikare berpirsiyariya tevahî hilgire. Pirsgirêk ew e ku jin ji serî heta dawî çawa bi şîdetê re rû bi rû maye û yekane saziya desthilatdar dewlet û saziyên wê ne.”

‘Em ji her cure têkoşînê re amade ne’

Aida Ben Shaaban destnîşan kir ku hikumet zagona hejmara 58’an di ber çavan de derbas nake û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Jinên Tûnisê destkeftiyên girîng bi dest xistin û tavîzan nadin gefxwarinan. Ji ber ku destkeftî bi ked û têkoşînê pêk hatine. Tevgera Nahda berê jî di pêwajoya desthilatdariya xwe de ceribandibû lê bi ser neketi bû. Rastî bertekek mezin a femînîzmê hatibû. Em jin ji bo maf û azadiya xwe ji her têkoşînê re amade ne. Her kes dizane ku birûska hêz û şaristaniya Tûnisê jin in. Jin ji bo avakirina Tûnisa pêşketî û modern alîkariyek mezin kirine, ji serxwebûnê heya niha cih girtine, têkoşîna pir bi westiyayî dane. Bûne sedem ku gelek qanun derbikevin û tu caran nesekinîne. Ji ber vê jî tu partiyek nikare wan biçûk bibîne. Weke jin divê em bi hev re têkoşîna mafê wekheviya mîrasê û gelek mafên din bidomînin.”