Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di meha 5’emîn de didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 31’emîn di meha 5’emîn de bi biryardarî didome.

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 31’emîn, di meha 5’emîn de bi biryardariyek xurt didome.

Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 30’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

‘Têkoşîna 50’î salan ya Rêbertî mohra xwe li sedsalê daye’

Qedrî Şirîşeyî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguheriya tecrîda li ser mirovahiyê û wiha got: “Armanca me ji çalakiyan ew e ku tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin. Di heman demê de têkoşîna 50’î salan ya Rêbertî gihiştiye asta herî bilind û mohra xwe li sedsalê daye. Em jî wek civaka wargeha Mexmûr beşdarî pêvajoyê bune. Baweriya me heye ku wê hemleya me serbikeve. Ji ber ku Rêbertî jî dibêje, bawerî nîva pêkanînê ye. Em di wê bawerî, hêz û îradê de ne ku emê tecrîdê bişkînin. Wê civaka Kurd bi hemu hêza xwe di her qada jiyanê de di nava tevger û têkoşînê debin.”

Di dawiya axaftinê de hat diyarkirin ku gelê Kurd wê hertim ji bo şikandina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd dinava tevger û têkoşînê debin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.