Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 36’emîn û biryardarî didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin, çalakî bi dewirgirtina koma 36’emîn didome.

Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 35’emîn Zehra Tarhan axivî.

Zehra Tarhan diyar kir ku li pişt pêkanînên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker yên li beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên serdest cihê xwe digrin û wiha got: “Hêzên hegemon ji bo bikarin hesabên xwe yên li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn bidin berdewam kirin hemu hêz, fikir û kesên li beramberî wan serî radikin bi qirkirin, koçberî û girtinê re rû bi rû dihêlin. 50 salin ev hêz ji bo ji holê rakirina Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ku daye avakirin bê bandor bikin û ji holê rakin şerekî bê navber didin meşandin. Weke pêngava herî dawî di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî Rêbertiya me dîl girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst kirin, lê em baş dizanin ku dewleta faşîst weke gardiyanekê bikartînin, li pişt vê ya hêzên serdestê cîhanê ku pergala kapîtal avakirine hene. Ev hêz dema dîtin ku Rêbertî berovajî wana jin, ciwan û civakê bi rêxistin dike û dike xwedî îrade, ew li Îmraliyê bi tecrîdek ku 25 salin didome dan ceza kirin."

‘Tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin, li ser tevahî gelê Kurd e’

Zehra Tarhan destnîşan kir ku CPT li şûna ku bi erk û berpirsyartiyên xwe rabe bi bêdengiya xwe piştgiriya xwe ya bi dewleta Tirk re dide nîşandan û got: “CPT ku komîteya pêşîlêgirtina îşkenceyane ruxmê demê derbasbuyî de çu îmralî jî agahiyên rast bi raya giştî re parvenekirine û bi erka xwe ya exlaqî ne rabuye. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupa jî di vê mijarê de hemu îşkence û kiryarên der mirovahiyê yên li Îmraliyê tên pêkanîn ji nedîtî ve hatine. Hemu kiryarên li hemberî Rêbertiya me tên pêkanîn, li hemberî me gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hatiye pêkanîn. Ji ber vê yekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê hertim dinava çalakiyan de bin. Ji bo xilasiya mirovahiyê ji nav pencên qirkirina çandî û fîzîkî ya pergala serdest pêwîste Rêbertiya me bi fîzîkî azad bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek gelê wargeha penaberan a Mexmûrê ku li ser fikir û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe rêxistin dikin, ji bo şikandina tecrîdê wê hertim dinava çalakiyan de bin û têkoşînê mezin bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Gêrîla’ bi dawî bû.