9 sal esareta di destên DAIŞ’ê de û hevkariya sûc a Tirkiyeyê

Rîham Îsmaîl a piştî 9 salan ji destên DAIŞ’ê rizgar bû, anî ziman ku hê jî bi hezaran Êzidiyên dîlgirtî hene li benda rizgarkirinê ne.

SITÎ ROZ

Şengal- Di 3’ê Tebaxê de ferman li serê civaka Êzidî rabû. Di demeke ku germahiya hewayê zêde bû de civaka Êzidî fermana 74’an dît û di wê fermanê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî bi saxî ketin destên çeteyên DAIŞ’ê û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi hezaran Êzidiyan jî ji bo parastinê berê xwe dan çiyayên Şengalê û xwe ji fermanê rizgar kirin. Lê belê ketibûn dorpêça îxanetê. Bi hezaran jinên Êzidî di nav de zêdeyî 7 hezar mirovên Êzidî ketin destên çeteyên DAIŞ’ê. Yek ji van jinan jî Rîham Îsmaîl e. Beriya demekê Nadya Murad li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal nivîsand ku 6 jinên Êzidî hatine rizgarkirin. Ji van 6 jinan yek jê Rîham Îsmaîl e. Çîroka van jinan a rizgariyê nîn e, mirovek piştî 9 salan ji esaretê rizgar bû têkoşîna wê negihîştiye îfadekirinê tenê encameke ku Rihan û 5 jinên din ên li gel wê hatine rizgarkirin hene.   

Kêfxweşiya hevpar a jinên Êzidî

Rîham Îsmaîl bi merasîmek ku li bajarê Hewlêrê hatiye lidarxistin radestî malbata wê hat kirin. Rîham ji gundê Hardan ê Şengalê ye. Gundê Hardan beriya fermanê ji 780 nufûsan pêk dihat û li derdora wê gundên Ereban jî hene û yek ji gundê Êzidyan e. Di roja fermanê de di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ji gundê Hardan 430 kes ketin destên çeteyên DAIŞ’ê. Malbatên ku bi malbatî ketibin destên çeteyan kêm in. Ji van malbatan yek jê malbata Rîham Îsmaîl e. Rîham li gel hemû malbata xwe dikeve destên çeteyên DAIŞ’ê.

Li ruxmê evqas êşên ku kişandine, Rîham ji bo vegeriyaye gundê xwe gelek kêfxweş e û dixwaze vê kêfxweşiyê bi jinan re parve bike. Jinên endamên meclisa gundê Zorava û Guhbar ên girêdayî Tevgera Azadiyê Jinên Êzîdî (TAJÊ) serdana mala Rîhamê kirin û kêfxweşiya wê parve kirin, soz dan ku heta kesek dawî jî di destên çeteyên DAIŞ’ê de bimîne dê rizgar bikin, têkoşîna xwe bidomînin. Dayê Gulê Şengalî ku li ser navê meclisê axivî wiha got: “Her jina ku ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye, ji bo me gelek girîng e û em pê gelek kêfxweş dibin. Hêviyên me zindî dihêle em ê têkoşîna xwe berdewam bikin lê belê em dixwazin hemû welat ji bo mirovên xwe ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin bikevin nava tevgerê.”

‘Di femanê de tişta herî giran dayikbûn bû’

Dayika Rîham Îsmaîl, Eyda Xwedêda Xidir ku bi xwe jî ketibû destên çeteyên DAIŞ’ê bi hatina Rîhamê gelek kêfxweş bû. Eyda Xwedêda li kêleka kêfxweşiya xwe yek ji wan kesan e ku êşa zarokên wê û malbata wê ya berfireh di destên çeteyên DAIŞ’ê de ye zindî dijî. destnîşan kir ku qirkirina ku pêk hatiye, aliyê wê yê herî giran ji bo dayikan e û yek bi yek zarokên wê di destên çeteyên DAIŞ’ê yên hov de ku ji mirovahiyê nesîbê xwe negirtine de ye. Dayê Eydê kêfxweşiya xwe ya bi hatina Rîhamê re û çîroka fermanê bi kurtî wiha vedibêje:

“Ez bi eslê xwe Zoravayê me. Em di ketina Hardanê de di siharê de ketin destên çeteyên DAIŞ’ê. Di 4’ê mehê de em girtin, keça min û 4 kurên min, gelek kesên ji malbatê hebûn, kurê min Bîrhat vegeriya, em bi du wesayîdan ji gund derketin. Me Hardanê derbas kir, dema ku em gihîştin Sinûnê em hatin girtin lê belê zarokên me di ketina gund de hatin girtin. Çawa ku em girtin em derbasî Sûriyeyê kirin. Ji wê derê em birin Tilaferê. Ez û kesên bi min re bûn hemû ketibûn destên çeteyên DAIŞ’ê. Ew jî bi traktorê derketibûn û tevî wê ketin destên wan. Ez kurê xwe Bîrhat, Zar, Marîn û keça min em rizgar bûn. Zadî, Marin û Bîrhat ji Tilefarê reviyan wisa rizgar bûn. Di destên çeteyên DAIŞ’ê de 40 rojan man. Ez jî nêzî salekê mam. Me gelek zorî kişand min êşa birçîbûn, tênîtî û hemû tiştan kişand. 4 zarokên min û hevjînê min 5 kes mane, ji malbata me ya mezin gelek kes mane. Xwişka min li gel malbata xwe ketin destên çeteyên DAIŞ’ê, hemû jî di destên DAIŞ’ê de bûn. Ez bi hatina keça xwe gelek kêfxweş im. Ev 9 sal bû bi tu awayî min xeberek jê negirtibû, kurê min got tu gihîştî Rîhamê lê belê min bawer nedikir. Min jî got heta ku ez keça xwe nebînim bawer nakim. Piştre bi dîmen li min geriyan, dema ku min keça xwe dît zimanê min lal bû, ez du rojan neaxivîm. Nadya Murad, Viyan Dexil û waliyê Dihokê keça min ji Tirkiyeyê anîn.

Keça min bi Erebî diaxive lê ez bi Erebî nizanim, ew min fam dike. Ez bi hestên dayiktiya wê fam dikim. Bila em bi ziman hev fam nekin lê belê dilê me yek e û ew zaroka min e. Em spasiya hemû kesên ku bi me re bûne alîkar dikin em bang li PKK, Iraq, Başûrê Kurdistanê dikin ku alîkariya me bikin û yên mane rizgar bikin. Em malê dinyayê naxwazin, tenê dixwazin malbata me rizgar bibe. Em dixwazin dilê me dayikan kêfxweş bibe.”

9 sal...

Rîham Îsmaîl, ji ber ku vegeriya mala xwe û gundê xwe pir kêfxweş e û dema mêvanên wê tên wan pêşwazî dike her dem rûyê wê bi ken e. Riham Îsmaîl, serpêhatiyên xwe û çîroka 9 salên derbasbûyî bi kurtasî bi van gotina ji me re tîne ziman:

“Ji ber ku ez îro vegeriyam gund û mala xwe gelek kêfxweş im. Di heman demê de, dîtina we jî min kêfxweş dike. Di sala 2014’an de DAIŞ’ê min dîl girt. Bi hemû malbata min re min jî girtin. Ez û xwişk û birayên xwe û gelek ferdên malbata xwe bi hev re bûn. Dayik û bavê min cuda çûn. Piştre em di derketina gund de hatin girtin. Birayên min jî bi min re bûn. Ne tenê malbata min, hema bibêje piraniya gundiyan li wir bûn. Vê demê ez 12 salî bûm. Piştre perçe bi perçe me ji hev veqetandin. Birayên min birin.

Min nizanibû dayik û bavê min li ku derê ne. Ez û birayê xwe yê biçûk tenê mabûn. Destpêke me birin Tileferê piştre jî birin Mûsilê. Piştî Mûsilê me birin Reqaya Sûriyeyê. Tişta ku ji min re herî giran hat, ew bû ku nizanibûm çi hatiye serê malbata min. Ya din jî dema xwişk û birayên min ên ku bi min re bûn birin pir êşiyam. Jinxala min û zarokên wê jî li gel me bûn lê dîsa jî di vî temenê biçûk de bi xwişk û birayên xwe re tenêmayîn, ji min re pir giran hat. Êşa ku min ewil kişand ew bû.”

Gava ku Rîham behsa êşa xwe ya ewil dike gotin di gewriya wê de dimînin lê mîna jinek li hemberî zehmetiyên jiyanê li ber xwe daye, dizane çawa li ber êşa xwe bisekine, bê girîn berdewamiya çîroka xwe wiha vedibêje:

Her carê hinekan ji hev veqetandin

“Em demek li cem jinxal û zarokên wê man lê piştre rojek hatin û wan jî birin. Me jî li otobusan siwar kirin û birin Reqayê. Cara duyemîn min veqetandina ji xizmên xwe jiya dema ku xwişka min a biçûk ji min veqetandin. Ev ji bo min pir girantir bû, ji ber ku ew piçûk û bê parastin bû. Li Mûsilê min danîn gel emîrên xwe. Xwişka min a biçûk jî birin cem çeteyên DAIŞ'ê. Ez tu carî fêr nebûm ku xwişka min birin ku derê. Dema em gihîştin Reqayê, rewş ji Mûsilê ne cuda bû. Piştî salên dirêj derbas bûn, em 6 jinên Êzidî bi fermanê birin Tirkiyeyê. Piştî ku ez demekê li Tirkiyeyê mam, ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûm. Bavê min û 3 birayên min hê jî di destên DAIŞ’ê de ne û em nizanin ka çi hatiye serê wan. Bi hezaran mirovên ku li benda rizgarkirinê ne hene û malbata min jî di nav wan de ye. Yekane daxwaza min rizgarkirina hemûyan e.”

Gelo Nadya Murad, Viyan Dexîl, Waliyê Dihokê û mala Berzaniyan çawa gihîştin wan jinan?

Çîroka Rihamê çîroka herî dirêj e ku li ser rûyê hovîtî û bêwijdaniya vê demê hatiye daliqandin lê bi qasî ku neyê vegotin tirsok maye. Riham di rewşeke ku tiştên li Tirkiyeyê jiyaye nikare bibêje de ye. Ev yek jî di hişê me de gelek nîşaneyên pirsê dihêle? Tifaqa AKP-MHP'ê ya ku di her fersendê de dibêje bi awayekî aktîf li dijî DAIŞ'ê têdikoşe, çawa dibe ku nikare çeteyên DAIŞ'ê û keçên Êzidî yên revandî bibîne? Her wiha Nadya Murad, Viyan Dexîl, Waliyê Dihokê Elî Teter û malbata Barzaniyan, çawa li Tirkiyeyê gihîştin 6 jinên Êzidî yên Rîham jî di nav de û hêzên asayişê jî alîkariya xebatên rizgarkirinê kirin an na? Gelo emîrê ku 6 jinên Êzidî revand Tirkiyeyê hat girtin an na? Ev û gelek pirsên din bi çîroka Rîhamê li benda bersivê ne.