39 saziyan bang li MFC kir: Ji bo rojnamevanên li Xezayê bikevin tevgerê

Li seranserê cîhanê 39 rêxistinên azadiya îfadeyê, bang li welatên endamên Koalîsyona Azadiya Çapemeniyê (MFC) kirin ku ji bo êrişên Îsraîlê li ser Xaz ku bi taybet rojnamevanan dikin hedef bikevin tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Li sernaserî cîhanê 39 Rêxistinên Azadiya Îfadeyê, ji bo rojnamevanên li Xezayê ku lê êrişên Îsraîlê berdewam dike bang li welatên endamên Koalîsyona Azadiya Çapemeniyê (MFC) ku ji 6 parzemînan 50 endamên wê heyî kir. Di bangê de hat diyarkirin ku MFC di şerê hilweşînê ku ev 5 mehe berdewam dike de tu gavek ne avêtiye, di şer de heta niha 122 rojnamevan hatine qetilkirin û bal kişand ku bi taybetî rojnamevan dibin hedef. 

‘Gelek dewlet di mijara rojnamevanên li Xezayê de bêdeng in’

Di bangê de hat destîşankirin ku hedefgirtina rojnamevanan û qetilkirina sûcê şer e û wiha hat gotin: “Dewletên endamên Koalîsyona Azadiya Çapemeniyê der barê cînayetan de bêdengiya giştî û fermî, rojnamevanên ku di saziyên çapemeniya navneteweyî de dixebitin xwenegihandina Xezayê, gavên ku rojnamevan bikaribin ji herêmê nûçe bigrin neavêtin, di asta gerdûnî de di mijara parastina azadiya îfadeyê de kabilyeta me ya kolektîf bi awayek cidî kêm dike.

Em dişopînin gelek dewletên ku ji bo azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan were teşwîqkirin rojane hewl didin lê belê di mijara rojnamevanên li Xezayê de bêdeng in. Di rewşên cuda de ji bo hesabdayînê bangên tên kirin, ji derveyî sansura ku di nava Îsraîlê de zêde dibe, heta Şaria Rojava êşên mirovan hene, li dijî tunekirina tesîsên çapemeniyê, qutbûna têkiliyan, girtin û gefên kirine nayê bawerkirin. Di van pefçûnan de derbarê hedefgirtina rojnamevanan de kêmaniya sekna berpirsyartiyê ye.

Rojnamevanên li Xeza rastî metirsiyên cidî yên jiyanê ne û demildest pêwîstî bi piştevaniya me heye. Dîwana Edaleta Navnetewî, di biryara 24’ê Çileya 2024’an de biryara derbazker ya tedbîrê, giringiya komkirina belgeyan bine wê xêz dike. Rojnamevan parçeyek giring yê vê hewldaneyê ne. Ji dewletên endamê MFC, tevî metirsiyan, rojamevanên Filsitin ji Xeza nûçegirtinê berdewam dike, ji pêkanîna parastina wan di çarçoveya hiqûqa navnetewî de bi awayek demildest bang li Îsrail bikin,rojnamevanên ku di saziyên çapemeniya navnetewî di xebitin, demildest ji bo xwegihandina Xeza pêkbînin em dixwazin zextê lê bikin.

MFC di sala 2019’an de ava bû

MFC di meha Tîrmeha sala 2019’an de hat avakirin. Ji 6 parzemînan 50 endamên wê hene. Hemû endamên wê, li nava welat û derveyî welat hevkariya parastina azadiyê çapemeniyê îmze kirin. MFC ku ji aliyê hevserokan ve tê rêvebirin, beralîkirina rêveberiya koma stratejîk ku ji 8 welatan pêk tê pêk tîne. Hevserokên hene Enstonya û Elmanya ye, koma rêveber ji Kanada, Çekya, Estonya, Gana, Hollanda, Yekitiya Qralan û DYE pêk tê.

Saziyên ku metna bangê îmze kirin wiha ne:

“7amleh - Arab Center for the Advancement of Social Media

ACOS Alliance

ARIJ

ARTICLE 19

Asociación Nacional de Periodistas del Perú

Association for Progressive Communications (APC)

Bahrain Centre for Human Rights (BCHR)

Centre for Law and Democracy (CLD)

Committee to Protect Journalists (CPJ)

English PEN

Free Press Unlimited (FPU)

Fundación para la Libertad de Prensa (FLIP)

Gambia Press Union (GPU)

Gulf Centre for Human Rights (GCHR)

IFEX

I’lam - Arab Center for Media Freedom Development and Research

International Media Support (IMS)

International Press Institute (IPI)

International Federation of Journalists (IFJ)

International Women’s Media Foundation (IWMF)

Journalists for Human Rights (JHR)

Maharat Foundation

MARCH Lebanon

Marie Colvin Journalists’ Network (MCJN)

Media Watch Bangladesh

MiCT - Media in Cooperation and Transition

Muwatin Media Network

Palestinian Center for Development and Media Freedoms (MADA)

PEN International

Public Media Alliance [PMA]

Reporters Without Borders (RSF)

Pakistan Press Foundation (PPF)

Rory Peck Trust (RPT)

Samir Kassir Foundation (SKF)

SMEX

Syrian Center for Media and Freedom of Expression (SCM).

Tafnied limited

Vigilance for Democracy and the Civic State

Visualizing Impact”