3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan

Der barê 3 polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna îşkenceya li Y.D.’yê 14 salî ya li navçeya Licê hatibûn girtin, biryara berdanê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Licê ya Amedê roja Newrozê di 21’ê Adarê de polîsan zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî revandibû û îşkence lê kiribûn. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê hat destpêkirin de 3 polîsên hatibûn girtin, hatin berdan.

Baroya Amedê ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî mijarê daxuyaniyek parve kir wiha got:

“Dadgeha Ceza ya Asliye ya Licê bi hinceta ku kiryarên polîsan ên li dijî zarokê 14 salî di çarçoveya ‘Sûcê îşkenceyê’ de ye û biryara bê erk hiştinê dabû. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta ku hêmanên sûcê îşkenceyê pêk nehatine biryara bêerkiyê rakir û bi piraniya dengan biryar da ku her sê polîs bên berdan. Di dosyaya ku hemû hêmanên sûcên îşkenceyê tê de hene de, biryara rakirina bêerkiyê û berdana polîsan encama polîtîkaya bêcezatiyê ya li dijî peywîrdarên cemaweriyê ye. Em ê şopandina pêvajoya hiqûqî bidomînin.”

Çi qewımî bû?

Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî ku bi hevala xwe ya 10 salî vedigeriya mala xwe ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Hevale wî hat berdan lê Y.D. bi wesayitê hat revandin. Polîsan îşkence li zarok kirin. Gotina ‘Ez Tirk im’ li zarok hat ferzkirin, piştre bi gotina ‘ji Kurdan re xeberan bêje û sirûda Îstîklalê bixwîne’ gef lê hat xwarin. Zarok bi awayekî dest û devê xwe girêdayî li kêlaka çemê hat hiştin, piştî ku di taritiyê şevê de ji aliyê gundeyekî hat dîtin rakirin nexweşxaneyê. Di lêpirsîna ku têkildarî bûyerê hat dest pê kirin de 3 polîs bi sûcê ‘birîndarkirina bi qestî” hatin girtin. Lê Dadgeha Ceza ya Sûlh a Licê polîsan bi şerte kontrola edlî berda.