26’emîn Komcivîna Stargehên Jinan destpêkir

26’emîn Komcivîna Navendên Şêwirmendî û Stargehên Jinan bi dirûşmeya ‘cîhanek bê stargeh’ bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê ve li Îzmîrê pêk hat.

Îzmîr-Bi daxwaza ‘cîhanek bê stargeh’ di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tûndiya li ser Jinê ya Navneteweyî, di 1998’an de Komcivîna Navendên Şêwirmendî û Stargehên Jinan pêk hatibû û ya 26’emîn jî li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê ve pêk hat.

Nêzî 30 pêkhate û ligel vê rêxistinên jinan û aktîvîstên serbixwe yên jinan tevli bûn. Dirûşmeya îsal a komcivînê ‘pêşîgirtina tundiya mêr a li ser jinê’ bû. Di komcivînê de der barê pêşîgirtina tundiyê de nîqaş hatin meşanidn. Komcivîn wê 5 û 6 Mijarê de jî bidome û bi awayekî ji çapemeniyê re girtî wê atolye pêk bên. Roja dawî jî wê encamname bê xwendin.