Xizmên windayan li aqûbeta Ahmet Çakici pirsîn

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, di hefteya 769'an a çalakiya xwe de vê care aqûbeta Ahmet Çakici yê 30 sal berê hat windakirin, pirsîn.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 769'emîn de  çalakiya xwe ya bi dirûşma "Bila windahî bên dîtin kujer bên darizandin" li dar xistin.

Di çalakiya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyuluyê hat lidarxistin de aqûbeta Ahmet Çakici yê di 8'ê Mijdara 1993'an de li gundê Helhel ê girêdayî navçeya Hezroya Amedê hat windakirin, hat pirsîn. Çîroka windabûna Ahmet Çakici ji aliyê endamê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ahmet Çakici di sala 1956’an de li gundê Helhelê yê Hezroyê ji dayik bû. Ahmet Çakici debara xwe bi cotkariyê dikir. Di destpêka Mijdara 1993’an de êdî zewicîbû û bavê 7 zarokan bû, koçî Amedê dike. Ahmet Çakici yê ku di 8'ê Mijdara 1993'an de ji bo eşyayên xwe yên mayî kom bike tê gundê Helhelê, di encama serdegirtina gund de tê binçavkirin. Piştî leşker gund vala dikin û didin ber agir, bi Ahmet Çakici re ji gund derdikevin. Leşker û cerdevanên ku di heman rojê de avêtine ser gundê Baglanê yê Licê, xizmê Ahmet Çakici Mustafa Engîn û gundiyê bi navê Tahsîn Demîrbaş jî binçav dikin. Li gorî gotinên şahidan Ahmet Çakici piştî tê girtin wî dibin Amedê û li wir demeke dirêj rastî îşkence û muameleya xerab tê, piştre dîsa wî dibin Hezroyê.”

‘Min Ahmet dît'

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin Mustafa Engîn ê xizmê Ahmet Çakici û li heman cihê girtî bûn şahidê bûyerê û der barê pêvajoya binçavkirinê de axivî de, şahidî kiriye û wiha hat parvekirin:

“Roja 8’ê Mijdara 1993’an gundê me ji aliyê leşkeran ve hat serdegirtin. Di serdegirtinê de bêyî sedemek were nîşandan, hatim binçavkirin. Piştre min birin Fermandariya Cendirmeyan a Licê. Piştî ku ez şevek li wir mam, îfadeya min girtin û min anîn Amedê. Piştî ku min anîn Amedê, îfadeya min girtin. Di dema lêpirsînê de bi taybetî ji min pirsa gelo ez Ahmet Çakici nas dikim yan nehat pirsîn. Bi vî awayî 7-8 roj derbas bûn. Li gel min hinek kes hebûn. Helbet ji ber ku çavên min girtî bûn, min nizanibû ev kes kî ne. Me birin qata duyemîn. Piştî demekê li bendê mam, yekê paçê li ber çavê min vekir û bi Kurdî got; 'Apê Mustefa, çavên xwe hinek veke.' Dema min çavên xwe vekir, min Ahmet dît. Lê em nekaribûn zêde biaxivin. Piştî rojek me birin jêrzemînê û ji me hemûyan reqem dan. Em 16-17 rojan li vir di hucreyan de hatin girtin. Di vê demê de ez û Ahmet li heman cihî bûn. Ji ber ku çavên min girtîbûn, min ew nedît, lê em dikaribûn carna biaxivin. Parsûyek Ahmed ji ber îşkenceyê şikestîbû. Piştre min berdan û min careke din ew nedît."

Serlêdanên hatin kirin bê encam man

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû serlêdanên malbatê tevî hemû şahidan jî bê encam mane û wiha hat gotin: “Piştî Ahmet Çakici hat binçavkirin, malbata wî serî li Walîtiya OHAL’ê, Serokatiya Dadgeha Ewlekariya Dewletê û Fermandariya Tabûra Hezroyê da. Lê tevî îfadeyên şahidan jî hemû serlêdan bê encam man. Nehat qebûlkirin ku Ahmet Çakici di bin çavan de ye. Li ser vê yekê malbata Çakici serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. DMME’yê, di 8'ê Tîrmeha 1999'an de bi hinceta ku Tirkiyeyê bendên 2, 3, 5 û 13'an ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye, Tirkiyeyê mehkûmê tazmînata madî û manewî kir.