Eren Keskîn: Dixwazin Kurdan tune bikin

Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a di 21’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya ÎHD’ê de axivî diyar kir ku tişta li Filistînê tê kirin li Rojava jî tê kirin û wiha got: “Zihinyeta qirker dixwaze Kurdan tune bike.”

Navenda Nûçeyan- 21’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşma “Mirov bi mafên xwe heye, ÎHD bi tekoşina xwe” li Dika Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê hat lidarxistin.

Dayikên Şemiyê, Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan, dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, Fehîma Poyraz, parlamentera HEDEP’ê ya Rihayê Dîlan Kûnt, nivîskar Fîkret Başkaya, EMEP, Partiya Saadetê, KESK, Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya 78’an û Weqfa Aştiyê beşdarî lijneyê bûn.

‘Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin’

Piştî hilbijartina dîwanê seroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û hemû endamên ÎHD’ê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Em li ÎHD’ê her dem dibêjin em ‘dikevin pêvajoyeke zor û zehmet.’ Belê dê ev pêvajo jî gelek zor be. Ji ber ku ev îttîhata ku di sala 1915’an de bi Qirkirina Ermenan komar ava kir. Di pêvajoya sed salan de hewl hat dayîn bi qirkirin, sirgun û bişaftinê cudahiyên li welat dijîn bên tunekirin.”

‘Zîhinyeta qirker dixwaze Kurdan tune bike’

Eren Keskîn bal kişand ser pirsgirêkên ku di erdnîgariya Kurdistanê de diqewimin û û destnîşan kir ku bêyî nîqaşa bîrdoziya fermî aştî nayê û wiha domand: “Li Tirkiyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêk hene. Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêka erdnîgariya me ye. Hişmendiya mêtinger dixwaze li her çar parçeyan kurdan tune bike. Belê îro şerekî bi êş li Rojhilata Navîn heye. Îsraîl bi terora dewletê hewl dide Filistînê ji holê rabike. Hin kesên li vê erdnîgariyê ji xwe re dibêjin muxalîf komkujiya li Filistînê dibînin lê komkujiya li Rojava nabînin. Divê em weke rêxistinên muxalif nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bikin.”

Eren Keskîn, binçavkirina Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe dipirsin bi bîr xist û daxuyaniya piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê da.

‘Em dixwazin di Kurdistanê de aştiyê bibînin’

Piştî axaftina Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, ji bo daxuyaniya piştgiriyê ya ji Dayikên Şemiyê re navbereke kurt dan lijneyê. Piştî daxuyaniya piştevaniyê ji  bo Dayikên Şemiyê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê yê beriya niha Ozturk Turkdogan axaftinek kir û destnîşan kir ku êdî delegeyê ÎHD’ê ye û wiha got: “Di bin vî banî de demeke dirêj em bi we re têkoşiyan. Em rêgezeke ku di cîhanê de jî derbasdar e bi bîr bixin; hûn bi kê re şer bikin hûn ê bi wî/ê re li hev bên. Em di nava vê şewata Rojhilata Navîn de qet nebe li Kurdistanê dixwazin aştiyê bibînin. Em ê tecrîda li Îmraliyê ji bîr nekin. Em ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wan bê rakirin têkoşîna xwe bidomînin.”

 Civîna lijneyê piştî axaftinan berdewam kir.