Berrîn Sari ji girtîgehê derket

Berrîn Sarî ya ku li girtîgeha girtî a jinan a Sincanê du caran înfaza wê hat şewitandin, vê carê hat tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan- Berrîn Sari li Bedlîsê di roja 20’ê Gulana 2016’an de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû girtin û de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Berrîn Sari ya ku tahliyekirina wê dihat astengkirin, ji girtîgeha girtî ya jinan a Sîncanê derket.

Berrîn Sari ji aliyê malbat, heval, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), parêzer, endamên rêxistina bajarê Enqereyê ya partiya demokratîk a gelan (HDP) ve hat pêşwazîkirin.

Berrîn Sarî piştî ku ji girtîgehê derket hemû jinan silav kir û diyar kir ku Tirkiye di nava kaosê de ye û çareseriya vê kaosê Îmrali ye. Berrîn Sari destnîşan kir ku tecrîda li girtîgehê berdewam dike û banga xwedîderketina li girtiyan kir.

Çi bûbû?

Berrîn Sari di roja 20’ê Gulana 2016’an de li Bedlîsê bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû girtin û wê şandibûn girtîgeha girtî ya Tîpa E ya Bedlîsê. Di darizandina ku pîştî du salan hat destpêkirin de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ cezayê 7 sal û 6 meh ê girtîgehê lê hat birin. Berrin Sari ku 6 meh li girtîgeha Bedlîsî hat girtin, surgunî girtîgeha girtî ya Sîncanê hatibû kirin. Berrîn Sari 5 sal bûn li girtîgeha jinan a girtî ya Sincanê dima. Tehliyekirina Berrîn Saru beriya niha du caran hatibû astengkirin û der barê wê de cezayê disîplînê hatibû dayîn.