145 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, ragihand ku îro bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Dihok û Nînowayê 145 koçberên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 bi daxwaza xwe vegeriyan Şengalê.

Navenda Nûçeyan- Vegera Şengaliyên li kampan a li warê xwe berdewam dike. Hat ragihandin ku 145 koçberên din li Şengalê vegeriyane. Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya bernameya hikûmet û wezareta wan a ji bo bidawîkirina dosyaya koçberan, îro 145 koçberên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 a girêdayî Zaxoyê bi daxwaza xwe vegeriyan Şengal û derdora wê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku koçberên vedigerin pêwîstiyên sereke ji wan re tên peydakirin.

Wezaretê, duh jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 375 koçberên Êzidî ji kampa Persef Yek a li bajarê Zaxoyê bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.