Têkoşera xwedî lêgerîna jiyana azad: Bêrîtan Hêvî

Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) bi lêgerîna xwe ya jiyana azad, kesayetiya xwe ya cuda û têkoşîna xwe, îro jî rê nîşanî bi hezaran jinan dide û wan hînî şer dike. Dengê Bêrîtanê hê jî ji Xakurkê ber bi çiyayên Kurdistanê ve olan dide.

Navenda Nûçeyan- Serpêhatiya hemû jinên ku pergala heyî napejirînin, pê re dikevin nava şer, bawer dikin ku cîhaneke din heye û ji bo vê yekê dest bi lêgerînan dikin dişibe hev. Ev jin, di tevahiya dîrokê de li dijî pergala serdest a mêr ji bo hebûna xwe şer kirin. Di destên hinek ji wan de çek hebûn, bê tirs li dijî dijmin sekinîn, hinek ji wan jî ji bo dîl neyên girtin xwe jî navserên çiyayan avêtin. Belê yek ji wan jî Bêrîtan bû.

Ew yek berxwedêrên erdnîgariya Dêrsimê, nûnera jinan a  herî leheng û xweşik bû. Şopdara

Zarîfe û Besêyan bû. Deng û qîrîna wê ji bo bi hezaran jinan bû hêvî, bû cesaret. Bêrîtan ango Gulnaz Karataş a em bi gotinên “Ya şer bike azad dibe, azad bibe xweşik dibe, xweşik bibe tê hezkirin” bi bîr tînin, piştî ku wate hebûna xwe, ji bo bi hezaran jinan bû rehber. Piştî çûyîna wê, navê bi hezaran zarokên keç danîn Bêrîtan, gelek jinên ku li serpêhatiya wê guhdarî kirin, navê xwe danîn ‘Bêrîtan’

Bi têkoşîna xwe ya ji bo jinan bû îlham

Bi sekna xwe li dijî xeta hevkarî û îxaneta Kurdan bû sembol, bû ruhê berxwedêr ê jinên Kurd.

Bêrîtan Hêvî di 25’ê Cotmeha 1992’yan de jiyana xwe ji dest. Serpêhatiya wê ya jiyanê, behsa jinên ku bi têkoşîn, çalakî û şer xwe dîtine dike. Gulnaz Karataş di sala 1971’ê de li Bongilan (Solhan) navçeya Çewlîgê tê dinyayê û bi eslê xwe ji Dêrsimê ye. Di sala 1989’an de beşa Zanistên Îqtîsadî Înglîzî ya Zanîgeha Stenbolê kar dike. Bi kesayeta xwe ya serhildêr, her dem di nava lêgerînê de ye. Ji aliyê kesên derdorê ve bi xwendina zêde ya pirtûkan, têkoşîna li dijî neheqiyan dide tê nasîn. Di heman salê de bi beşdariya şahiya Newrozê re, ji nasnameya xwe ya Kurd haydar dibe. Demek dirêj li Stenbolê di xebatên ciwanan de bi awayê çalak cih digre û li ser hemû kesên ku wê nas dikin bandora xwe dihêle. Bi taybetî bi têkoşîna ku ji bo jinan dide, wê demê ji bo jinan dibe çavkaniya îlhamê.

Piştî ji girtîgehê derdikeve berê xwe dide çiyayan

Bêrîtan di wê pêvajoyê de li Stenbolê tê binçavkirin, rastî îşkenceyên giran tê. Di bihara 1991’ê de piştî ji girtîgehê derdikeve berê xwe dide çiyayan. Hevaleke ku wê demê wê nas dike diyar dike ku Bêrîtanê ji çiyayan pir hez dikir û wiha behsa wê dike:

“Bêguman êdî dixwest di warê pratîk de daxwazên xwe pêk bîne. Tê bîra min ku ji Aksaray heta Behçesarayê bi çenteyê ku tije eşya kiribû meşiya. Bi vê yekê dixwest xwe li gorî mercên çiya amade bike. Taynetmendiyeke wê ya din jî ew bû ku pir zû nedipejirand. Dema ku tiştek meraq bikira, destpêkê lêkolîn dikir dûre dipejirand. Her dem pirs dikir, nîqaş dikir, heta îqna dibû wisa dikir.”

Bi teslîmnebûnê bû destana berxwedana jinên Kurd

Bêrîtana ku li qada Xakurkê gerîla bû, li wê derê beşdarî çalakiya li dijî qereqola Rûbarokê dibe û li wê derê birîndar dibe. Ji kesên ku jê re dibêjin “estetîka te xirab bûye” re dibêje “di rûyê min de kulîlk vebûne.”

Plana stratekîk a ku bi hevkariya DYA, dewleta Tirk û PDK’ê bi NATO’yê re bi navê “Operasyona Çekîç Guç” hatibû amadekirin û armanc qedandina PKK’ê bû, di sala 1992’yan mehên Cotmeh-Mijdarê de li Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşan kiribûn. Bêrîtana ku ji eniya Xakurkê teşdarî şer bûbû, demek dirêj ji hevalên xwe veqetiyabû, bi tena serê xwe şer kiribû, bi wê yekê hemû hevalên wê ji dorpêçê derketibûn. Roja 25’ê Cotmehê dema ku roj diçû ava pêşmergeyên PDK’ê girê ku Bêrîtan lê bû kiribûn destên xwe. Pêşmergeyan bi gotinên “Teslîm bibe, tu jin î, em ê tiştek bi te nekin” bang lê kiribûn. Bersiva Bêrîtanê wekî olana dengê jinên Kurd ên ku serî netewandin bilind bû. Bêrîtanê bi gotinên; “Hûn hevkarên dijmin in, ji Başûr êrîşê şoreşa Bakur dikin. Ez ê tu carî teslîm nebim. Teslîmiyet îxanet e.” Bêrîtanê piştî ku çeka xwe ramûsabû, ji bo nekeve destên wan li zinaran xistibû şikandibû dûre bi tilîliyan xwe ji zinaran avêtibû. Ji wê rojê ve ji bo hemû jinên Kurd bû destana berxwedanê.

Dengê Bêrîtanê yê ji zinaran bilind bû îro li hemû çiyayên Kurdistanê olan dide

Dengê Bêrîtanê yê li ser zinaran bilind bû, îro hê jî li çiyayên Kurdistanê, li Xakurkê, Zap, Avaşîn olan dide. Bi hezaran jin bi heman cesaret û berpirsyariyê li dijî wê xeta îxanetê têdikoşin. PDK jî tevî ku di ser de 32 sal derbas bûye jî xeta xwe ya hevkarî û îxanetkar didomîne. Wî şerê ku bi navê “Şerê Başûr” ket dîrokê, bêguman hevkariya dawî ya dewleta Tirk û PDK’ê nebû, bi salan e êrîşên PDK’ê û dewleta Tirk didomin. Di navbera salên 1993-98’an de bi êrîşên ku bênavber çêdibûn, li ser gelê Kurd qetliam çêbûn û armanca ew bû ku Tevgera Azadiyê tesfiye bikin. Bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tê wateya qirkirina Kurdan.

PDK û malbata Barzaniyan komployê derfet dîtin, têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk zêde kirin û xwestin Tevgera Azadiyê tesfiye bikin. Ji bo vê jî gelê Başûrê Kurdistanê mehkûmê birçîtiyê kirin, hemû çavkaniyên gel pêşkêşî artêşa Tirk kirin. Tifaqa ku 32 sal beriya niha ji bo gerîla li Başûrê Kurdistanê tesfiye bike çêbû, hê jî didome û îro li her derê Kurdistanê qetliaman pêk tîne.

Malbata Barzanî û dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û jinan dest bi şer kirine

Malbata Berzanî û dewleta Tirk bi awayê vekirî tifaq çêkirine, li dijî gelê Kurd û jinan dest bi şerekî mezin kirine. Li dijî gelê Başûrê Kurdistanê, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal, Mexmûrê êrîşan pêk tînin. Piştî her hevdîtina dewleta Tirk û PDK’ê, Kurd bi êrîş û qirkirinê re rûbirû dimînin. Herî dawî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji 5’ê Cotmehê ve êrîş didomin, 2 jê zarok 48 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Di heman rojan de dewleta Tirk êrîşê Mexmûrê kir û bêguman vê yekê ji PDK’ê bê agahî nekir.

Dîsa li Başûrê Kurdistanê gelek welatparêzên Kurd ji aliyê MÎT’a tirk ve rastî êrîşan hatin û jiyana xwe ji dest dan. Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de endama navendî ya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê

rojnameger Nagihan Akarsel hat qetilkirin. Li pişt van qetliaman dijminahiya dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî Kurdan û pergala neteweya demokratîk, kîna wan li dijî felsefeya azadîxwaziya jinan heye.

Jin li ser xeta Bêrîtanê berxwedana xwe didomînin

Li dijî van êrîşan dê rastiya jinên Kurd a di xeta Bêrîtanê de di warê xweparastinê de banga şiyariyê dike. Têkoşîna jinan, sekna wan a ku teslîmiyetê napejirîne, mezinkirina şer û têkoşînê dê ji bo vê pergala ku hewl dide jinan bike kole derbeya herî mezin be. Kesên ku dixwazin jin di nava pergalê de bê nasname û îrade bin, îro herî zêde êrîşê jinên têkoşer û şervan dikin. Berxwedana weka Bêrîtanê, jiyan û teslîmnebûyîn, rewşeke wisa ye ku divê jin her dem lê xwedî derbikevin û biparêzin. Xweparastina jinan li dijî van êrîşan riya azadiyê ye. Bi hezaran jinên weke Bêrîtanê ku banga ji bo îxanetê nepejirandin, hene li çiyayên Kurdistanê. Jin bi pêşxistina hêza xwe ya cewherî ya xweparastinê, li dijî reng û dengê modernîteyê derdikevin, guh nadinê û li pey dengê Bêrîtanê vediguherin qîrîna azadiyê!