Çelenga bendavê: Ronahî Yekta

Fermandar Ronahî Yekta ya di parastina Bendava Tişrînê de bi wêrekî şer kir, li Kobanê jî li kêleka bavê xwe bajarê xwe parastibû. Ronahî digot “Ev şer şerê rûmetê ye. Divê her kes xwedî li rûmeta xwe derkeve.”

ZINARÎN DEVRÎM

Hesekê – Kirko, gundek girêdayî navçeya Mabeta ya bajarê Efrînê ye û mîna hemû gund û navçeyan bi çandinî û sewalkariya xwe tê nasîn. Gundiyên wê jiyanek sade ya ku her tiştê wê bi karên dest tê amadekirin, debara xwe dikirin. Li diyarê gund, kaniyek bi navê Kaniya Erebo heye, hemû gundiyan ava xwe ji wê digirtin. Bi demê re ew kanî dibe cîhê seyran û civatan. Gundê Kirko bi gelî û darên kac dorpêç kiriye û bedewbûna xwe bi wan pelên kesk dixemilîne. Xweziya dilê ronahiya çeleng bû ku li nava gundê dayîka xwe bigere û bêhna xwezayê bigre. 

Fermandar Ronahî Yekta bi heman şêwazî jiyana xwe ya zarokatiyê derbas kiriye. Di nava malbetek xwedî çanda welatparêziyê ku ji 5 kesan pêk tê de, di sala 1995'an de çavê xwe li dinyayê vedike. Keçika çeleng ku di nav xwişk û birayên xwe de ya navîn e, hê di temenek biçûk de hînî berpirsyariyê dibe. Hem di warê madî hem manewî de barê malê digire ser milên xwe û pêşengtiyê dike. Lewma di sala 2011'an de bi xwişka xwe re karê terzîtiyê dike. Karê ku dikir bi coşa rojê re, keda xwe îfade dikir. Ji bona wê jiyana normal û bê wate nebû armanc û bala wê nekişand. Her û her bi ked, fêrbûn û fêrkirinê re di pêşiya meşê de gav diavêt. Tevî ku karê dirûtinê dikir, li gel wê xwendina xwe heya refa 9’an berdewam kir.  Wê baş dizanibû ku jinên şîrê Iştaran vexwarine, xwediyê wê hêzê ne, gelek karan di heman kêliyê de bikin û baş bi rê ve bibin.

Ji xêzkirina wêneyan û nivîsandina helbestan hez dikir

Çawa ku xwedavend Îştar şopa piyê xwe li girê Endarê hiştiye, wisa jî nabe ku neviyên wê bibin kesên asayî û ji rêzê. Heval Ronahî ku li ser heman erdnîgariyê hatiye dinyayê, çanda xwedavendan digire û ji xwe re dike pîvan. Ji ber vê sedemê hezkirina Ronahî ya ji bo xwezayê û biharê, gelek zêde ye. Li dora xwe bi dar û beran her der dixemiland. Ji ber ferqa wê ji her kesî ew e ku xwediyê gelek huneran e. Hem bi dengê xwe, bi xêzkirina wêneyan û nivîsandina helbestan jî, nasnameyek din girtiye.

Ronahî mîna finda tarîtiyê ronî dike, ji bo xweseriya xaka xwe di sala 2012'an de berê xwe dide xebatên ciwanên şoreşger, di wê de dest bi rêxistinkirina keç û xortan dike. Ronahî li seranserî  Rojavayê Kurdistanê kolan bi kolan, tax bi tax digere û fikra azadiya welat ji wan re radighîne. Tevî karê rêxistinkirinê, perwerdeyên ji bo pêşxistin û guhertina taybetmendiyên kesayetî jî didomîne.

Tevlîbûna nava YPJ'ê

Lewma di sala 2013, 2015, 2018'an de perwerdeyên bîrdozî dîtiye. Ev tenê tebata wê bicîh neanî, di sala 2021'an de tevlî refên YPJ'ê bû. Di derbasûna wê ya nava refên leşkerî de bi awayekî çalak perwerdeyên operasyon û branşê dibîne. Dema ku pisporiya sabotajê bi dest dixe, wek şêrejina ji xwe bawer, seknek xûrt di xwe de ava dike.

Li kêleka bavê xwe di çeperên Kobanê de şer kir

Piştî tevlîbûna wê, bavê wê ku bi nasnavê Dilovan tê nasîn jî, berê xwe dide nav refên YPG'ê. Di sala 2014'an de dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser Kobanê giran bûn, keç û bav di heman çeperê de heya dawiyê li Kobanê şer kirin û rizgariya Kobanê bi hevalên xwe re ragihandin.

Ronahiya çeleng ku tu car ken ji ser lêvên wê kêm nebû, bi morala ku da derdora xwe, civat li dorhêla xwe kom dikir. Ji ber ruhê ciwanan anîbû ser ziman, dora wê qet vala nedibû. Ciwanên pêşerojê li dora wê  yeko yek kom dibûn û bi vegotina tecrûbeya demdirêj, dorhêla xwe geş dikir. Fedakartiya xwe ya ku di zarokatiya xwe de wek pîvanek dabû rûniştandin, di jiyana xwe ya şoreşgetiyê de jî bi heman giyanê şîn dikir. Li hemû cîhên kar ên ku westan lê hene, hevala Ronahî karek kolektîf dikir.

Ji bo tola dayîka xwe rake

Di hin rêzikan de fermandar Ronahî sedema tevlîbûna xwe wiha aniye ziman: “Sedema tevlîbûna min tenê tolrakirina dayîka min bû, lê niha ez ji bo tevahî jinan têkoşîn dikim. Her ku mirov zane dibe armanc jî pê re mezin dibe. Lewma tolrakirina tevahiya jinan armanca min e. Ne mûmkîn e em xaka Kurdistanê dagirkirî bihêlin, ne mûmkîn e em xwe kerr û lal bikin bê ku em xwe feda bikin."

Bi van gotinên xwe, her roj di her pirûkek de li pey zanebûna xwe bazdida û xwe li ser hîma jina azad ava dikir. Lê ev bi xwe tenê re sînordar nedikir, li heval û hogirên xwe jî parve dikir û peyv bi peyv belav dikir.

'Ev şerê rûmetê ye'

Dema ku êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê zêde bûn, fermandar Ronahî bi ruhê fermandariya serdemê tevgeriya û li dijî êrîşan mewziya xwe girt. Li Bendava ku niha weke Bendava berxwedaniyê tê nasîn, liberxwe da û ji taktîkên demê re pêşengtî kir. Ronahî di nirxandinên xwe yên dawiyê di eniya cenga Tişrînê de, wiha tîne ziman: "Tevî di carekê de êrîş bi ser me de hat jî, bê teredût tevahiya hevalan li ser erd û bin erdê çeperên xwe girtin û Bendavê ji çeteyan paqij kirin. Bi manewiyatek bilind em şerê xwe dewam dikin. Ji ber ku ev şer şerê rûmetê ye û divê her kes xwedî li rûmeta xwe derkeve.

Bi van gotinan fermandar Ronahî şer kir, liberxwe da û têkoşîn bilintir kir. Her kesê ku serî li ber neyarê serdest radike, dibe hedefa wan. Lewma fermandar Ronahî jî di 25`ê Kanûna 2024'an de li Bendava Tişrînê di encama êrîşek dijwar de gihîşt asta şehadetê.

'Heval Ronahî ji me re xwişk, dayîk û heval bû'

Xwişka fermandar Ronahî Nazê Hisên aliyê Ronahî yê berpirsyariya xwezayî wiha tîne ziman: “Heval Ronahî ji bo me ne tenê xwişk bû, ew dayîk û heval jî bû. Xwedî rihê berpirsyariyek mezin û balkêş bû. Her tim li kêleka me bi gotin û şîretan em mezin dikirin. Tevî temenê xwe yê zarok jî, her di wê hewldanê de bû ku pirsgirêka dayîk û bavê me di çarçoveya wekheviyê de çareser bike. Timî pêşdîtinên wê rast bûn û bi tedbîr tevdigeriya.”