Sembola serhildana Başûrê Kurdistanê: Xece Bawe

Di serhildana sala 1991’ê ya li Başûrê Kurdistanê de li dijî rejîma Baasê jinan roleke pêşeng lîstine. Xece Bawe yek ji wan jinên ku bûye sembola serhildana başûrê Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan- Di destpêka serhildana bihara sala 1991’an a li Başûrê Kurdistanê ku di 5’ê Adarê de li Ranyayê dest pê kir, li hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê belav bû, rejîma faşîst a Baasê hilweşand. Weke her serdemê, di Raperîna Başûrê Kurdistanê de jî jinan di rêzên pêş ên têkoşînê de cihê xwe girtin û roleke bi bandor lîstin.

Raperîna gelê Başûrê Kurdistanê di 11’ê Adarê de gihîşt bajarê Hewlêrê. Di wan rojên dîrokî de jinek bi hestên ku di xwezaya jinan bi xwe de heye pêşengî ji raperînê re kir û berê gel da têkoşînê. Bi hêz û morala ku jinên pêşeng daye gel, partiya Baasê li bajarê Hewlêrê jî hat hilweşandin. Ew jina pêşeng Xece Bawe bû ku di sala 1991’an de bû yekemîn têkoşêra jin û sembola berxwedan û têkoşînê di serhildana gelê Başûr de.

Xece Bawe kî ye?

Xece Bawe yek ji navên diyar ên xebat û têkoşîna ji bo rizgarkirina bajarê Hewlêrê ye. Xece di sala 1945’an de li gundê Mela Qere yê li deşta Hewlêrê ji dayîk bûye. Jineke nazik,eranga wê genimî bû. Bi Osman Hemedemîn re zewicîbû û dayîka 7 zarokên bi navê; Ferîde, Hêro, Cîhan, Barzan, Feyroz, Karwan û Hêmin bû. Jinek bêtirs, wêrek û pêşeng bû. Di sala 1962’yan de beşdarî Şoreşa Îlonê dibe û roleke çalak dilîze. Li bajêr ranaweste û bi her awayî hevkariya tevgera azadiya gelê Kurd dike.

Hestên welatparêziyê

Di Sala 1968’an de du pêşmerge li deşta Şemakê birîndar dibin, yek ji wan rewşa wî giran e. Xece Bawe çend rojan wan di mala xwe de derman dike heta tenduristiya wan baş dibe. Her wiha gelek caran çek û pêwîstiyan gihandiye ber destên pêşmergeyan.

Yekem tekoşêra jin a serhildanê

Roja 10’ê Adara 1991’ê birayekî Xece Bawe şehîd dibe. Di dema ku her kes li cihê şînê ye, Xece ji wir derdikeve û diçe. Piştî çend saetan vedigere û ji jinên li wir re dibêje ‘hemû cilên xwe yên reş bavêjin û cilên al û welat li xwe bikin sibe roja me ye.’ Diyar bûye ku haya wê jê hebû dê raperîn çêbibe. Di sibeha 11’ê Adara 1991’ê de Xece Bawe ji taxa Birayetî ku mala wê lê bû kolan bi kolan mal bi mal digere û daxwaz ji gel dike ku dakevin qadan û dest bi raperînê bikin. Gel guh dide vê daxwaza wê û gelek kes diherikin ser cadeyan û raperîn dest pê dike. Xece li pêşiya gel dimeşe û dirûşmên raperînê bilind dike.

Çeteyên Baasê li ser riya 60 metreyî ji bo rêgirîkirinê gule berdidin û Xece Bawe ji destê xwe birîndar dibe lê tevî birîndariya xwe nasekine. Di bin bandora vê jina şoreşger de gelek caş û leşkerên Baasê tevlî refên çalakgeran dibin. Piştre Xece Bawe, li pey wê girseya gel a hêrsbûyî di taxa Sêtaqan re derbas dibe, ber bi Menzume û avahiya walîtiya Hewlêrê ve diçe. Beriya ku şehîd bibe, destên xwe bi xwîna Baasiyan sor dike û bi dirûşma ‘Ev xwîna Baasiyan e’ pêşve diçe û serhildan û girseya gel zêdetir gur dibe. Lê ev yek zora Baasiyan diçe û li wir ji aliyê leşkerek Baasî ve bi çeka qenasê tê hedefgirtin û dibe yekem şehîda jin a raperînê. Dibe sembola cesaret û jêhatîbûnê ji bo welatiyên Hewlêrê. Weke jin dibe pêşenga hêz û biryardariya jinên Başûr û li dijî zihniyeta dagirkerî û baviksalariyê dibe navekî ronî.

Peykerê yekem ê jina serhildanê

Di 32’yemîn salvegera Raperîna Hewlêrê ya li dijî rejîma Baasê de, bi merasîmekê perde li ser peykerê jina pêşeng a raperînê Xece Bawe hat rakirin. Li ber avahiya Desteya Wezîran peykerê Xece Bawe weke sembola berxwedan û têkoşîna Raperîna gelê Hewlêrê hat bilindkirin.