Fermandara ku jînê da şoreşê: Jînda Botan

Li eniyên Tişrîn û Qereqozaxê şervan bi îdîa û biryardariyek mezin li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk çeper digrin û derbeyên giran li dagirkeran didin. Sengerên ku îro şervanên YPJ’ê cihê xwe digrin, ji bo gelan bûye çavkaniya hêza ku tu caran têk naçe.

SARA EVRAN

Hesekê – Ji nava dilê berxwedanê, jiyaneke bi rumet nûjîn dike. Ew jina bedew û bi qasî ku bedew e, asî û dilwêrek e. Sîham Îbrahîm, zaroka welatê tavê. Di sala 2001’an de li bajarê kevnar Reqayê çavên xwe li jiyanê vekir. Di nava 8 xwişk û birayek de mezin dibe. Ew di nava hawirdor û çandeke berxwedêr de jiyanê nas dike. Rastiya jiyana heyî ya ku ji mirovahiyê re hatiye pêşkêşkirin, pir baş nasdike. Di nava malbata xwe de fêrî çanda welatheziyê dibe. Sîham jî weke bi hezaran zarokên Kurd, li ser çîrokên berxwedêrî û rojên ku ji gelê me re bûye dîrokek bi nirx, şahîdî kiriye û wiha mezin bûye.

Weke navê xwe jîn dida û têdikoşiya

Sîham, rastiya gelê xwe û di heman demê de rastiya jinê ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye hêjakirin, di nava şoreşa Rojava ku niha mînaka şoreşan e de, ji nêz ve nas kir û hîs kir. Ev jî bandoreke mezin li ser wê çêkir. Her wiha ji nava malbata wê gelek tevlîbûn ji şoreşê re çêdibe, ji ber vê jî dikeve nava lêgerînên jiyanek bi wate da ku ji van rastiyan re bibe bersiv.

Li ser van bingehan ji bajarê berxwedanê Kobanê tevlî nava refên şoreşê dibe. Ew di temenek ciwan de dibe xwedî biryarên mezin û jiyaneke watedar. Navê Jînda Botan li xwe dike da ku ji nû de jiyana xwe biafrîne. Bi du nasnameyên pîroz ciwantî û jinbûnê, ji kûrahiya hestên xwe, ji bo ku bibe şervaneke baş a şoreşê, bi xwestek û meraqek mezin hewildanên xwe bipêş dixe. Bi tempo û biryardariyeke bilind kesayeta xwe ji kar û xebatên vê şoreşê re, amede dike. Hevrê Jînda di wextek zû de, rastiya jiyana azad hîn dibe û li gorî perwerdeyên bîrdozî û leşkerî yên ku dibîne, dibe xwedî kesayeteke şareza û dilsoz. Her wiha di nava hevrêyên xwe de, bi dilnizmî û felsefeyeke derwêşane weke navê xwe jîn dide û têdikoşe.

Fermandara ku fêr dike û fêr dibe

Ji ber Jînda bi eşqek mezin xwe ji bargirtinê re amede dike, di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li ser Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin, xwe amade dibîne û bi xwestekek mezin tevlî pêngava Berxwedana Rûmetê dibe. Jînda di wî şerî de birîndar dibe. Lê birîndarî nikare li pêşiya wê bibe asteng, berovajî wê hîn zêdetir biryar û dilsoziya xwe bi şoreş, gel û hevrêyên xwe yên şehîd re nîşan dide.

Piştî ku Jînda dibe xwedî tecrûbeyên şer û jiyanê, ji bo bi hevrêyên xwe re parve bike, cihê xwe di akademiyên pisporiya leşkerî de digre. Di van akademiyan de hem wek rêheval hem jî wek fermandarek jin, bi erkên xwe yên demê radibe û dibe ew fermandara ku fêr dike û fêr dibe. Mayîna wê di xebatên perwerdeyên hunera leşkerî de, dibe sedem ku hîn zêdetir kesayeta xwe bipêş bixe. Her ku diçe  Fermandar Jînda kesayeta xwe bi pîvanên bilind ên şoreşgertiyê ava dike. Ew dibe rêhevalek ku cihê bîr û baweriyeke kûr e. Bi sekna xwe ya jidil, her tim dibe hezkiriya hevrêyên xwe yên dozê.

Ji serdemê re pêşengî û rehberî kir

Bi derketin û geşbûna pêvajoya dawî ku li herêmên me pêş ketin, di dawiya sala 2024’an de hem di Sûriyeyê de geşedanên bi lez ku pê re hikûmeta Şamê ket, hem jî dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, dest bi êrîşan kirin. Li kêleka vê yekê hêzên parastinê YPJ, YPG û QSD’ê bi amedekarî û tevgerandineke bilez a ku pêşî li dagirkeriyê digre, bersiv dan.

Bi fedaîbûn û bê hesab bi sedan keç û xortên vê xakê, berê xwe dan vê cenga dîrokî. Îro cenga ku li Bendava Tişrînê, pira Qereqozaxê û Dêr Hafirê tê meşandin, cenga berdewamiya mîrasa berxwedaniya Kobanê û gelê Kurd e. Di her qonaxên dîrokî de û heya van rojan jî em ji bo azadiyê misoger bikin, me bedelên pir giranbuha dan û em hîn jî didin. Îro bi şervan û fermandarên mîna Jînda, em gihîştine van rojên hêja.

Çeteyan nekarî şerkerî û vîna wê lawaz bikin

Fermandar Jînda jî cihê xwe di vê pêngava bi navê şehîd Ezîz Ereb bipêş ket de girt û bi wêrekî û lehengiyeke pir mezin, bû yek ji cangoriyên heqîqeta dozê. Bi tevlîbûna xwe gelek çalakiyên bi bandor ku li hember neyarên xakê bipêş ketin, bersivên dijwar û mezin da dijmin. Jînda bi sekna xwe ya ku temsîla jina azad dike, ji pêvajo, rêheval û ji serdemê re pêşengî û rehbertî kir.

Dema ku bi çeteyên Tirkiyê re di nava pevçûneke giran de bû, lê çeteyan nekarî şerkeriya wê û vîna wê lawaz bikin. Ji ber vê yekê balafirên bê mirov bi êrîşeke nemerdane, Fermandar Jînda Botan û rê hevalê wê Xerîb Hesekê hedef girtin. Bi vî awayî her du hevalên dilwêrek di 25'ê Kanûna 2024'an de li Pira Qereqozax tevlî karwanên nemiran bûn.