Yildiz, bi şoreşê re şoreş bi berxwedanê re mezin dibû
Stêrk herî zêde li çiyayan xweşik û zelal xuya dikin, ji ber ku cihê bilind te nêzî stêrkan dike. Yildiz Çiya ji Kobanê heta Qereqozaxê bû stêrka şoreşê.

SARA EVRAN
Navenda Nûçeyan – Keleha Berxwedanê Kobanê, cih û warê Egîd û Zîlanên serdemê, kaniya welatpareziyê, yêkbûyîna dilê Kurd û Kurdistanê... Kobanê, bi şoreşê re dibû cihê vejînê û di dilê zarokek bi navê Dilvînê de, dibû sond û peymana bi bavê xwe yê pakrewan re, ber bi berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê ve bi destaneke lehengiyê navê xwe dinivîsand.
Dilvîn Mihemed, bi nasnav Yildiz Çiya, sala 2005’an di nava malbatek welatparêz de li warê berxwedanê Kobanê hatiye dinyayê. Di nava 5 xwişk û 3 birayan de mezin dibe. Ew bi xwe zaroka heftemîn e. Ji berxwedan û serkeftina Kobanê re şahidî dike. Di nava eşîra Mîra ya ku bi welatparêzî û şerkeriya xwe tê nasîn de mezin dibe. Bavê Dilvîn, Ezedîn jî di 25’ê Hezîrana 2015’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin û komkujî pêk anîn, di wê komkujiyê de şehîd bû. Daxwaza şehîd Ezedîn ew bû ku keçên wî tevlî nava şoreşê bibin. Ew daxwaz, di dilê Dilvînê de mezin bû, ber bi şoreşê ve riya xwe dît.
Kenê li ser rûyê wê weke tîrêjên rojê bû
Dilvîn, mîna navê xwe di çavên xwe de dihewand şînbûyîna jiyanê, li ser rûyê wê şopa tîrêjên rojê. Weke gelek zarokên Kurdistanê hê ji zarokatiya xwe de dengê qêrînên dayikên Kurdistanê bihîstibû. Bûbû şahida hovîtiya DAIŞ’ê. Her jinek, her zarokek, her kalek û her şervaneke ku di berxwedana serfiraziyê de dibû stêrkên berbangê; di dilê Dilvînê de hestên tolhildanê çêdikirin. Piştî berxwedana Kobanê tişteke ku di dilê Dilvîna biçûk de bi cih bûbû hebû ew jî ev bû: ‘Çi dibe bila bibe wê serkeftin a gelê Kurd û gelên bindest be.’ Ji ber ku dema li cihekî hêvî, bawerî û ruhê neteweyî yê welatparezîyê hebe tu hêz nikare wê hêzê têk bibe.
Dilvîn ciwaneke xwedî lêgerin bû. Civaka ku tê de mezin dibû, welatparêz bû lê belê feodalî jî hebû. Zarok û jin di nava civaka heyî de li gorî pîvanên zayendperestî dihatin nirxandin. Dilvîn li hemberî jiyana ji rêzê xwedî seknek bû. Wê tu carî bindestî qebûl nekir. Di nava tevahiya malbatê de jî Dilvîn bi dilnizmiya xwe, coş û kelecana xwe, jîrbûn û wêrekiya xwe dihat hezkirin. Tevî temenê xwe yê biçûk, di hêla siyasî, hunerî û civaknasiyê de xwedî nêrînên kûr bû.
Dilvîna ku bi hezkirina stêrkan, mezin bû di sala 2021’ê de berê xwe da refên şoreşê û navê Yildiz li xwe kir. Weke navê xwe her dem ken li ser rûyê wê hebû. Dema ku Yildiz diaxivî çavên wê dibin mîna ava Munzûrê.
Rê hene mirov tenê di wan de dimeşe lê rê hene ku di her gavê de pêwîst e ji xwe tiştek bidî. Ji bo têkoşeran rê; tê wateya ‘xwebûn’ û gihîştina lûtkeya fedayîbûnê.
Çek ji bo wê hezkirin û parastina welat bû
Yildiz, evîndara jiyanê bû dixwest hevalan ji nêz ve nas bike, li wan guhdarî bike û ji wan hez bike. Ji bo wê efsûna vê jiyanê hezkirin bû. Wê hem hez dikir hem jî xwe dida hezkirin. Ji bo rêhevalî; hezkirin, watedayîn û bawerî bû. Dixwest bizanibe çawa dikare bibe xwedî şerekî bi wate, di jiyan û şerê xwe de serkeftî be. Ji bo bibe şervaneke serkeftî xwe di aliyê leşkerî de jî kûr dikir. Gelek cureyên çekan bi şêwazek profesyonel bi kar tîne. Bi qasî ku ji welatê xwe hez dike ji çeka xwe jî hez dike. Ji ber ku dizanibû jinek ger nikaribe xwe biparêze dê tu carî ji bin desthilatdariya zilam dernekeve.
‘Di her dersê de min kesayeta xwe nas kir’
Yildiz Çiya di rojnivîsa xwe de wiha dibêje: “Di dersên îdeolojîk de di her dersê de min tecrubeyek girt, bersiva pirsên xwe girt, min kesayeta xwe nas kir, rûyê dijmin baştir dît. Min di dersa rastiya dijmin û şerê taybet de xwe baş nas kir, çiqasî kêm be jî min kesayeta xwe dahûrand. Her wiha hîn bûm ku lawazî ji nezaniyê tê. Ger kes xwe derbas neke, xwe zana neke, xwe bi pêş nexe, ev dibe bingeha hemû lawaziyan. Çima ez nikaribim ji jinên cîhanê re pêşengiyê bikim? Bi taybetî jî ji jinên bindest û kole re? Belê mirovên ku bixwazin dikarin xwe bigihîjînin armanca xwe. Dikarin li xwe zêde bikin, xwe rast bikin, bi pêş bixin, birêxistin bikin. Pergalê bi feraseta qirêj û kapîtalîzmê wisa nîşan daye ku weke tenê hezkirin di navbera jin û zilamek de be. Lê belê newisa ye, hezkirin prensîbek esasî ya hestên însanan e. Tu evîn weke mirov ji Rêber Apo hez dike nîne. Dema tevlî bûm, tiştek nizanibûm, min rêxistinê fêm nedikir û nas nedikir. Lê belê her ku min xwe nas kir, evîna min mezin bû, veguherî hezkirina mirovahiyê, dîrok, pîvan, ax, jin û jiyanê. Ev hemû bi min re di asta evînê de çêbûn. Bi rastî jî dema mirov dibe evîndarê Rêber Apo êdî tiştek li ber çavên mirov namîne. Mirov çiqas nezan û ciwan be jî evîna Rêbertî bernade, ji ber ku Rêbertî wisa ye ku mirovan diparêze, terbiye dike, mezin dike û xweşik dike.”
Ji pênûsa wê evîna ji bo Rêber Apo der dibû
Yildiz, mîna keskesorek bû, reng dida jiyanê. Her dem sekna wê ya ji dil, dihişt ku di rûyê hevalên wê de gul vebibin. Wê pakbûna xwedawendan di dilê xwe de dihewand. Dilê wê bi hezkirina bi sedan hevalan lêdida. Di hemû dîlanên azadiyê de serkêşiyê dikir. Di serkêşiya dîlanê de bi awirên dûr, lûtkeyên Çiyayê Agirî didît. Aliyê wê yê hunerî li pêş bû. Ew, roj dihat dibû şanogerek, dîrokê ji nû ve zindî dikir. Dem dihat ew dibû wênexêzeke ku hemû êş û xeyalên gelê xwe li ser pelên spî xêz dikir.
Yildiz, di jiyanê û hemû karan de çalak bû, jiyanê bi çar destan hembêz kiribû. Ew evîndareke xwezayê bû. Bi hezkirin, bi sebir nêzî xwezayê dibû. Vê yekê jî dihişt ku cihê Yildiz lê be her dem şîn bibe. Girêdana jin û jiyanê, jin û xwezayê di kesayeta wê de şîn dibû. Yildiz pir hassas nêzî zindiyan dibû. Ew di navbera mirov û hemû zindiyan de dibû pirek. Xwedî pênûseke beza bû. Bi pênûsa wê re diherikî evîndariya ji bo Rêber Apo, eşqa jin û jiyana azad, bi penûsa wê re geş dibûn hestên tolhildêr ên bi hezaran salan…
‘Serokatî her dem xwest me ber bi serkeftinê ve bibe’
Beşek din ji rojnivîsa Yildiz Çiya: “Rêber Apo û şehîd rastiya jiyana azad in. Lewma bê naskirina rastiya Rêbertî û şehîdan, mirov nikare rastiya jiyanê bizanibe. Ji bo ku mirov ji koletiyê rizgar bibe û azad bijî pêwîst e riya têkoşîn û berxwedaniyê ji bo xwe hilbijêre. Rêbertî dibêje; ‘Ger qonaxek baş neyê lêkolînkirin, kesayet baş nayê dahûrandin.’ Ji ber ku dema mirovek dîrok, çand û eslê xwe nas neke, yan jî nizanibe ew nikare baş bijî, ew xwe nas nake û kesayetek mirî ye. Mirovê ku xwe di xeta partiyê û di fikrên Rêbertî de kûr kiribe, ew mirov serkeftî û azad e. Serokatî her dem dixwest, me ne ber bi mirinê ve ber bi serkeftinê ve bibe”
Bi rêhevalên xwe re xwe dikin pirek ku wê ji bo gelan serkeftinê bîne
Yildiz, piştî xwe di aliyê bîrdoziya Rêber Apo û jiyana partiyê de kûr dike, dixwaze di aliyê leşkerî de jî bibe xwedî danehevek xurt. Yildiz li ser pêşniyara xwe diçe perwerdeya branşa sabotajê. Ji ber jîrbûna xwe û asta têgihîştina xwe ya bilind di demeke kin de di sabotajê de pispor dibe. Her dem dixwaze tevlî cengê bibe tola bavê xwe yê şehîd û hemû şehîdên şoreşê hilde.
Piştî ku rejîma Sûriyeyê hilweşiya û HTŞ û komên çete ketin ketin Sûriyeyê, êrîşên dagirkeriyê ber bi Şehba, Til Rifet û Minbicê ve berfireh bûn. Yildiz ji nêz ve dibe şahida êrîşên ku çêdibin. Dijmin bi şewazên derexlaqî û bi komployên cur be cur xwe digihîjîne Pira Qaraqozax û Bendava Tişrînê. Weke hemû hevalên xwe, Yildiza ku dilê wê mîna çiyayekî qayîm e jî dikeve nava cenga serdemê. Ji ber Yildiz dizane li wê derê ne tenê mesele parastina pirê ye, şerê man û nemanê ye.
Dibe stêrkek li Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê
Bi pêşengiya şervanên YPJ û QSD’ê bi biryardariyek mezin bi taktîkên nûjen, berxwedanek pir mezin tê raberkirin. Dibe ku di destên şervanan de teknîkek pir mezin tunebin lê di dilê wan de welatek mezin û li kêleka wan gelekî bi rûmet heye. Yildiz jî di gelek çalakiyan de bi ruhekî ku ber bi serkeftinê ve baz dide cihê xwe digre. Di van keliyên ku ji bo gelê Kurd û gelên heremê, ji bo azadî û serfiraziya wan xwedî girîngiyek mezin e; ew dibe stêrkek li Pira Qereqozax û Bendava Tişrînê û her dem ronî dike. Ew dibe stêrk û stara welatê dayîkê, roniya riya azadiyê…
Çawa ku dayîkên me îro dibêjin “Pêwîst bike em ê xwe bikin pirek ji bo zarokên me li ser me şer bikin” ew jî bi rêhevalên xwe re xwe dikin pirek ku wê ji bo gelan serkeftinê bîne.”
Yildiz, di 30’ê Kanuna 2024’an de li pira berxwedanê ya Qaraqozaxê bi topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gihîşt karwanê nemiran.