Strana Rojê: Hevra – Jin, Jîyan, Azadî

Werin em bi hev re awaza Kurdî ya bi navê “Jin, Jîyan, Azadî” ya Koma Hevra vedibêje guhdar bikin.

Koma muzîkê Hevra ku xwe bi gotina "Koma muzîkê ya ku çanda Kurd ya ku hatiye kedxwarî kirina zindî dihêle" dide nasîn, xebatên balkeş dimeşîne. Kom herî dawî awaza bi navê “Jin, Jîyan, Azadî” pêşkêşî guhdarvanên xwe dike.

Awaz a ku gotin û muzîka wê aîdê Koma Hevra ye, bi van gotin pêşkêşî muzîkhezan hat kirin: “Ji bo jinên me yên hatine kedxwarî kirin, mazlûm û hatine qetilkirin hatiye nivîsandin û di aliyê bibe dengê jinan de xebata Hevra û hevalên me yên li pişt perdê ye. Strana me dengê jinan û qîrîna wan e. Em spasiya xwe yên bêdawî pêşkêşî hemû hevalên keda wan heye dikin.”