Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd: Niviskarên sedsalî yên heqîqetê

Ragihandina Kurd bi rojnamegeriya jina Kurd, bi ked û têkoşînê awên girtiye, îro jî li ser şopa heqîqetê berdewam dikin. Rojnamegertiya jinên Kurd, mirasa têkoşînê danîn ser milê xwe, 7’ê Cotmehê roja rojnamegerên jinên Kurd pîroz dike.

SARYA DENİZ

Navenda Nûçeyan- Jinên Kurd ên rojnameger îro mîrasê bi sedsalan girtine ser milê xwe û li dijî faşizm û zilmê di çeperên herî pêş de cih digrin û şûnde na sekinin. Jinên bi hêz ên hilgirê vê mîrasê ku li ser rêya rêvebera giştî ya weşana jin ya yekem li Tirkiye Gurbetelli Ersoz dimeşand, di roja 7’ê Cotmehê roja rojnamegerên jinên Kurd pênûsa xwe di şopa heqîqetê de bi kartînin li dijî ragihandina zayenperestî dest ji têkoşînê xwe bernade.

Rojnamegeriya jin a ku bi pênûsa Gurbetelli Ersoz şêwe girtî li cihê ku hêlaye nivisînê berdewam dikin. Di roja 7’ê Cotmehê roja rojnamegeriya jinên Kurd bi esasî weke dîroka ku Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest dayî derbaz dibe. Gurbetellî Ersoz  ji derveyî xwe ji bo gelek jinê Kurd bûye ilhama jiyanê, di sala 1965’an de li navçeya Palu ya Elêziz ji dayîk bûye. Gurbetelli ji gundê Zîver e hemû demên jiyana wê bi berxwedan û têkoşînê derbaz bûye. Ji ruhê wê yê têkoşer û kesayetiya wê ya pêşeng bi dehan kes benador bû. Gundê Zîver piştî demekê şûnde bi bejdariya têkoşîna azadiyê hate naskirin.  

Rêxistinbûna yekem

 Gurbetellî Ersoz di sala 1983’an de xwednevanên welatparêz ên zanîngeha Çukurova rêxistinbûna yekem temin kirin. Li zanîngehê şopek wisa hêla ku her sal ji bo bîranin wê li zanîngeha Çukurova çalakiyên cûr be cûr tên li darxistin, turnuvoya Futbolê tê organîzekirin. Di sala 1989’an de hate girtin û kete girtîgehê. Di Nîsana sala 1993’an de piştî ku ji girtîgehê derket di Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir.

Têkoşîna xwe li çiya berdewam kir

Dema tê meha Kanuna sala 1993’an di roja mafê mirovan a cîhanê de polîsan ser rojnameya Ozgur Gundem de girt. Ên ku li Rojnameyê hemû xistin binçavan. Gurbetellî Ersoz û 17 xebatkarên rojnameyê piştî binçavkirina 13 rojan derxistin dadgeha hêjmara 5 a ewlehiya dewletê ya Stenbolê. Gurbetellî Ersoz û Mudurê îdarî Alî Riza Halîs bi îdeaya ‘endamtiya rêxistin’ hatin girtin û şandin girtîgeha Bayrampaşa. Gurbetellî Ersoz nêzî 6 mehan li girtîgeha Bayrampaşa hate girtin. Di 16’ê Hezîranê de hate berdan. Piştre cezayê 3 sal û 9 meh ê girtîgehê lê birin. Gurbetellî Ersoz piştî ku ji girtîgehê derket vegeriya ser karê xwe, rastî gelek êrîş û zextan hat. Li binaya Kadirga ya Stenbolê di rojnameya Ozgur Ulke ku lê dixebitî, Buroya navenda ya Cagaloglu û buroya Enqere di 3’ê Kanunê de rastî êrîşa bombeyi hat. Erkdarê gihandinê a buroya Kadirga  Ersin Yildizê 32 salî hate kuştin. 23 xebatkar birindar bûn, êrîş lêgerin, girtîgeh, zext û gelek din, Gurbetellî Ersoz di rojnameyê de bi manşeta ‘Ev agir wê we jî bi şewitîne’ avêt û bersîv da. Piştî demekê biryar girt ku li çiyê têkoşîna xwe berdewam bike. Di sala 1995’an de bejdarî PKK’ê bû. Di 7’ê Cotmeha sala 1997’an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Di navbera salên 1995 û 1997’an de di rojnivîska ku tişên ku jiyan kirî piştî wê bi navê ji rojnivîska Gurbetellî Ersoz  ‘Min dilê xwe li çiyê nexş kir’ hate pirtukkirin.

Avakirina rêxistinbûna yekem û hişmendiya navnetewî

Navê Gurbetellî Ersoz ji bo gelek rojnamevanên jin ên Kurd bû rênîşader, Gurbetellî jî îfadedikir ku jin mirasa dîrokî dihilgire. Komeleya jina a ku cara yekem di dîrokê de hatî avakirin nivisên jinên Kurd nivîsên endamên Cemiyeta Tealî, di avakirina hişmendiya navnetewî de giring bû. Ev jinane cara yekem bi nasnameya Kurd rêxsitinbûna xwe a yekem avakirin. Di demê ku rastî hatî de di imparatoriya Osmaniya de ji rêbazên etnik hevpariya jinan di sala 1913’an de kovara bi navê ‘Cîhana Jinan’ nivîsên derbarê jinên Kurd de hate weşandin. Nivîskarên kovarê û di heman demê de di avakirinê de jinên Kurd ên weke Meziyet Bedirxan, Fexriye Bedirxan, Mesadet Bedirxan cih digirtin. Dema ku hate sala 1950’an jin di qada ragihandinê de weke nivîskar û rêveber cihê xwe girtin. Navê Rewşen Bedirxan di kunya Hawar de ji derveyî erka muduryeta kar û barên nivîsê, wek qonciknivîs derbaz bû. Rehmexan jî di sala 1950’an de xwedî imtiyaza kovara Jîn bû.

Hêvên girtibû

Jinên Kurd her sal ku derbaz bû hevirtirşê ku avêtî ragihandina Kurd  bi serxistin ku hêvên bigre. Jin di pêşxistin ragihandina jinê de weke pêşeng bû ji televizyonê, kovar, rojname heta radyo dîroka xwe nivîsandin. Bi pêşxistina têkoşîna azadiyê re jinan kovara yekem ya jina li Avrupa ya Tevgerên Jinên Kurdistan ‘Jina Serbilind’ di sala 1993’an de weşandin. Di sala 1997’an de rojnemeya yekem ya jinan ‘Jiyana Azad’ her hefte dest bi weşanê kir. Dema hat sala 1998’an li Bakûrê Kurdistanê kovara ‘Jina Azad’ derket pêşberî xwendevanan. Kovar piştre bi navên cûda jiyana xwe ya weşanê berdewam kir. li çar parçeyên Kurdistanê kovar, rojname, ajans, malperên internetê ku ji aliyê jinan ve hatin derxistin navê wan wihaye:

 “Afretî Azad, Afret, Huner, Dengî Jinanî Kurdistan, Karwanî Afret, Afretî Kurd, Xanzad, Dengî Afret, Kadınların Kurtuluşu, Jina Kurd, Tewar, Yekbûn, Jiyan, Sêber, Jinî Emro, Dengî Afretan, Mehabad, Peyamî Xuşkan, Jina Serbilind, Jîn, Dengê Jinên Kurdistanê, Jinê Rabe, Yeksanî, Ji bo Rizgariya Jinan, New Day, Jin, Zîna Nû, Arjîn, Tiruske, Tewar-Javîn, Sinûr, Spêde / Spêdey Nwê, Dengî Jinan, Bêdarî Xuşkan, Ronahî, Roza, Dengê/Dengêk, Jujin, Çarşêw, Îlaf, Nîwey le Yadkiraw, Jiyanewe, Ayinde, Jiyanî Azad, Mîşkat, Mafî Afret, Bangeşey Rastî, Yaşamda Özgür Kadın Nivar, Jin û Jiyar, Xanimî Ku, Jin û Jiyan, Lawêj/Awêze, Dengî Xaniman, Dengê Jiyan, Nwêkar, Rasan, Pêge, Rêwan, Şawuşka, Dengê Jinan, Dengê Jiyan, Roşnayî, Jinan, Tanrıça Zîlan, Jin û Jiyan Nû, Xatûzîn, Îştar, Behare Zen, Berbang, Hêlîn, Rasan, Berew 8’î Mars, Newaya Jin, Dayik, Komarî Roj, Seday Wê, Hêviya Jinê, Gulcar, Kiçan, Warvîn, Zînê, Rodoz, Rewşen, Raperî, Asoya Jinê, Binevş, KJA, YJA Star, YPJ Star, JINHA, Şûjın, Jinnews, Jineolojî.”

Cara yekê mohra xwe li cîhanê dan

Di salên 2000’an de pêşxsitina jinên Kurd divê qadê de tên vegotin. Li her qada ku hatîn rêxistinkirin jinê ku xebatê ragihandinê dikin. Di 2001’an de li çiya Xûdawend  Zîlan, li Başûr- Rojhilatê Kurdistan Dengê Jiyan, di 2003’an de Rojhilatê Kurdistanê Bihara Zen, di sala 2004’an de organa weşana YJA STAR Star, di sala 2005’an de li Avrûpa Neweya Jin, di sala 2007’an de li Bakûrê Kurdistanê kovara Hêviya Jinê derket. Di 8’ê Adara 2012’an de ne li Kurdistanê li hemû cîhanê cara yekem mohra xwe lêda û ji bo xwezaya zeyenperestiya nûçeyê biguherîn ajansa nûçeyan a Jinan (JINHA) ava kirin. Piştî ku ajans ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin, bi JINNEWS’ê berdewam kirin. Ji bo jinan ev jî têreker nebû, vê carê cardin ji bo jin gotina xwe bêjin û hîn aşkeretir nîşan bidin di 9’ê Çileya 2018’an de JIN TV dest bi jiyana xwe a weşanê kir. Li Rojhilata Navîn ajansa Nûçeyan a Jinên Rojhilata Navîn (NÛJINHA) li dijî dagirkerî, şer, xizanî, cihêkarî û hemû cûrên cihêkariyê jinên ku têkoşînê dikin dinivîsîn û derxistina heqîqeta wan berdewam dike.

Nivîskarên heqîqetê

Ragihandina jinên Kurd bi Gurbetellî Ersoz, Deniz Firat, Nujiyan Erhan, Nagihan Akarsel û ked, têkoşîn û berxwedana gelek jinên din şêwegirt. Îro bi pênûsa xwe meydanê ji hemû polîtakayên kodên zayendperestî, ên ku jinê tune di hesibînin, qetildikin, parçe dikin û dagir dikin dixwîne. Ji bo hemû tepisandinan xwe digre, bi xwe rojeva xwe avadikin di kolan, mal, cihê kar, çiyê, dibîstan û bi kurtasî li hemû cihên ku jin lêne rojanemvanên jinên Kurd bi fêrbûna ‘Jin Jiyan Azadî’ di têkoşîna azadiya jinê de dest ji  nivîsakar û vegotina heqîqetê bernadin. Rojnamegerên jinên Kurd ku dibêjin bûne parçeyek ji komkirinên sedsalan, salvegera şahada Gurbetellî Ersoz di 7’ê Cotmehê de roja rojnamegeriya jinên Kurd pîroz dikin.