Ayşe Şan, bi stranên xwe yê serhatiya wê dibêje hebûna xwe afirand

Stranbej Ayşe Şan bi têkoşîna xwe ya bi stranên xwe re li dijî pergala serdest a mêr da, hebûna xwe afirand.

Navenda Nûçeyan – Jiyana Stranbej Ayşe Şan, ji ber ku jin bû bi têkoşîna li dijî qalibên zayendiyên civakî yên li ser wê dihat ferzkirin, derbas bû. Ayşe Şan a ku rêya fikir û baweriyên xwe çû û li dijî hawîrdora mêrsalar ku dengê jinê şerm, guneh û qedexeyê bi helwesta xwe ya xweşik serî rakir, tevî ku bedelên giran da jî dev ji têkoşîna xwe ya hebûnê berneda.

Stran û lorînên Ayşe Şan a ku tiştên wek jin rast hat bi lorîn û starên vegot re gihand milyonan kesan, di heman demê de çîrokên bi êş û xemgîn ên jinên din ên erdnîgariya lê dayik bûye bû.

Di dîwanên Dengbêjan ên ku li mala wan dihat danîn re eleqe li stranan dibîne

Ayşe Şan, di sala 1938’an de li Amedê dayik dibe. Dayika wê Haciye ji Erziromê ye. Bavê wî Osman dengbêjekî navdar ê ji Eşîra Cibran bû. Ji ber ku bavê wê dengbêj bû, Ayşe Şan di temenekî biçûk de muzîkê nas dike. Ayşe Şan, staranên ku di dîwanên dengbêjan ên ku gelek caran li mala wê dihatin danîn de guhdar dikir, dubare dike.

Stran gotina Ayşe Şan xweş nayê dîtin

Ayşe Şan dema 9 salî bû bavê wê jiyana xwe ji dest da. Ayşe Şan a ku ji bo jiyan kirina bîranîna bavê xwe xwest mîna bavê xwe stranan vedibeje, di hawirdora mêr de bi gotina 'Dengê jinê guneh e' nayê qebûlkirin. Dengê Ayşe Şan a ku destpêkê tenê merasîmên mewlûdê yên jinan de îlahî û qasîdeyan digot, gelek tê ecîbandin. Ev eleqeya Ayşe Şan destpêkê ji aliyê ji aliyê malbata wê û derdorê wê ve xweş nayê pêşwazîkirin û li cihên mêr hene nay xwestin stranan bibêjin. Ji bo ku Ayşe Şan ji vê eleqeyê dûr bixe, biryar tê girtin bê zewicandin.

Ji bo ji eleqeya xwe ya mûzikê bê durxistin tê zewicandin

Ayşe Şan a ku her çiqas nexwest bizewice, lê îtîraz jî nekir, di sala 1953'an de dema ku 15 salî bû weke hevjîna duyemîn a mêrê bi navê Şevket şandin Mêrdînê. Ji vê zewacê keçek Ayşe Şanê çêdibe. Lê belê malbat, xizm û endamên eşîra Ayşe Şanê li dijî biryara wê ya hevberdanê ya zewaca ku ji destpêkê ve naxwaze bidomîne, derdikevin. Dayika Ayşe Şan a ku bavê wê jiyana xwe ji dest da, li hemberî xizmên xwe nikare li ber xwe bide. Ayşe Şan dixwaze dawî li zewaca ku bi daxwaza malbata xwe kiriye, bîne. Keça xwe jî digre û vedigere Amedê. Li Amedê li terzîxaneyek dest bi kar dike. Lê belê biryara Ayşe Şan a ku hem dawî li zewaca xwe tîne û hem jî muzîkê bidomîne rastî bertekên malbat, xizm û endamên eşîra wê tê.

Ji ber gefan vegeriya mala malbata xwe

Ayşe Şan a ku çar xwişk û birayên wê hene tenê birayekî wê heye. Ayşe Şan tevî ku ji wê biçûktir e jî ji ber gefên birayê xwe nikare biçe mala malbata xwe ya li Amedê. Ayşe Şan a ku ji malbata wê kes pê re naxive, li mala hevala xwe Kadriye ya li Amedê dimîne. Şîrketa plakê ya kaseta ku Ayşe Şan bi Kadriye re tomar kiriye guhdar dike, dixwaze bi Kadriye re jî bixebite. Lê hevjinê Kadriye destûrê nade.

'Ger min gunehek kiribe, hûn çima tên konserên min?'

Ayşe Şan a ku ji bo hem ji gotinên der barê wê de derketine xilas bibe û li dû eleqeya xwe ya stranan diçe Dîlokê, li vir li baxçeyên çayê yên malbatê û li Radyoya Dîlokê dest bi xebatê kir. Ji ber ku Kurdî qedexe bû, di Radyoya Dîlokê de bi gotina stranên Tirkî nav û deng da. Di konserên hewaya vekirî yên bi kincên xwe yên herêmî derdikeve, stranên Tirkî û Kurdî dibêje. Di yek konsera xwe de der barê zext û rexneyên vegotina stranbêjiya wê de bi van gotinan bertek nîşan dide: “Ger ez şaş bim û min gunehek kiribe, hûn çima tên konserên min û ji bo werin holê dikevin nav pêşbirkê? Ger ez karekî xerab dikim, hûn çima li min guhdar dikin?" (Oremar, 2012, s. 252)

'Min got divê ez hesreta bavê xwe bidim jiyan kirin’

Ayşe Şan di bernameyek radyoyê ku li Iraqê weşana Kurdî dike de, der barê çima bû hunermend de, wiha dibêje:

“Bavê min dengbêjekî gelek baş bû, dengê wî pir xweş bû. Dema ku stranan digot dengê wî wisa xweş û bilind bû ku, li mal û kolanê oland dida, heta ji gundek diçû gundekî din. Deng û bala min a ji bo hunerê li aliyê bavê min çûye. Ez ji bavê xwe bi bandor bûm. Piştî ku bavê min çû rehmetê ez bi hesreta wî û dengê wî mam. Carekê dema ku dengbêjek stranên bavê min şaş bigota ez pir xemgîn dibûm û digiriyam. Bavê min dengê xwe li tu plakek qeyd nekir. Ji ber vê yekê min got ‘Divê ez hesreta bavê xwe bi cih bînim.’ Ez di bandora bavê xwe û wan evîndarên heqîqî de mam. Her wiha bandora Leyla û Mecnûn, Kerem û Aslî, Tahir û Zuhre jî li ser min çêbû. Ez bi exlaq, deng, meraq û hemû aliyên xwe li bavê xwe çûme.”

Nehişt ku gotinên der barê wê de bandorê lê bike

Hêrsa malbat û eşîrê ya li dijî Ayşe Şan a ku bihîstin li Dîlokê ji radyoyê stran dibêje, zêde dibe. Ayşe Şan a ku têkiliya xwe bi hemû malbata xwe xilas dike, tenê dayika wê xwedî derdikeve. Hewl dide keça xwe biparêze. Ayşe Şan di bernameya radyoya ku dîsa beşdarbû de bi van hevokan behsa dayika xwe û eleqeya xwe ya bi muzîka Kurdî dike:

“Dayika min digot, ‘yek ji zarokên min nedişibiya bavê te. Xûy, ehlaq, xwendin û zanabûna te dişibe bavê te.' Lê dayika min di bin bandora mirovan de dima. Hinek dijminên me hebûn. Ji dayik û birayê min re digotin, ‘keça alim Quran xwendiye, çima çûye bûye dengbêj’ Lê yek ji van bandor li min nekir. Min digot, ger ez bizanibûya ez ê bimirim jî ez ê klamên Kurdî û klamên ku bavê min digotin vebibêjim. Lê piştre bi vê meraqê min dest bi guhdarkirina radyoya Iraqê kir. Dema min li klamên Kurdî yên ku li wir guhdarî dikir ez digiriyam. Heval û cîranên min digotin tûyê hişê xwe winda bikî. Digotin ev çi radyoya Iraqê ye, radyoya Tirkî veke. Min digot ez evîndarê Iraqê me, ez bimirim jî ezê radyoya Iraqê guhdar bikim.”

Bi strana xwe ya 'Ez Xezalim' dengê digihêjîne hezaran kesan

Ayşe Şan a ku li Dîlokê 2 salan di radyoyê de xebitî, di sala 1963'an de zaroka xwe jî girt û çû Stenbolê. Tê îdiakirin ku sedema çûyîna Ayşe Şan a Stenbolê ji ber ku xwestiye bi Kurdî stranan bêje ji radyoyê hatiye dûrxistin. Ayşe Şan a ku di vê serdema ku Kurdî qedexe bû de li Stenbolê jî konser da, dest bi xebta plakê dike. Ango 2 albumên ku bi herdû zimanan stran tê de hene derdixe. Ji ber ku Kurdî qedexe ye, rêzikên ku Ayşe Şan bi Kurdî distira, hin derdoran rehetsiz dike. Di vê heyamê de ku Ayşe Şan stranên Kurdî didomand, bi strana xwe ya bi navê “Ez Xezalim” xwe gihand bi hezaran kesî. Ayşe Şan a ku ji ber stranên xwe yên Kurdî tê binçavkirin, piştre tên berdan. Ayşe Şan a ku tu carî dev ji stranbêjiya bi zimanê xwe ya dayikê ya Kurdî bernade, bi stranên xwe yên "Lé Lé Xifşé", "Lorke", "Siverek Yollarda" û "Gurbette" re dilê bi hezaran kesî xweş kir û navdar bû.

‘Derdên min ne di nava pirtûkan de ne jî di romanan de bi cih dibe’

Piştî parvekirina van stranên Kurdî zêde zext lê tên kirin û di sala 1972’an de neçar dimîne ku koçberî Elmanyayê bibe. Vê carê ji aliyê dewletê ve tê sirgûnkirin. Lê ew tucar dev ji têkoşîna xwe bernade.  Ayşe Şan, zehmetiyên jiyana xwe ya sirgûniyê ya li Almanyayê wiha vedibêje: “Derdên min ne di nava pirtûk ne jî romanan de bi cih dibe. Ger ez bibêjim, xilas nabe” Di vê heyamê de kasetên ku stranên Ayşe Şanê yên Kurdî û Tirkî e hene, dest bi destan belav dibe.

Şîrketên muzîkê heqê wê dixun

Lê çerxa kedxwariya di bazara muzîkê de Ayşe Şan jî digre nava xwe. Tevî ku plakên wê baş tên firotin jî, tenê şîrketên muzîkê pere qezenc dikin. Ayşe Şan li hemberî vê neheqiyê hewl dide du caran întexar bike. Ayşe Şan vê rewşê wiha vêdibêj e: “Plaka min a yekem ji 4 stranan pêk dihat. Plaka min a yekemîn ne yek, ne du, ne 20 hezar, pir zêde hat firotin. Min du caran hewlda întexar bikin. Ji ber ku bi saya min û dengê min 4-5 şirket milyoner bûn. Fabrîqa û magaza vekirin.”

Piştî keça xwe wenda kir navber dide hunerê

Ayşe Şan a ku li Elmanyayê cara duyemîn bi muzîkjenek re dizewice,  ​​ji vê zewacê kur û keçek çêdibe. Ayşe Şan a ku ji aliyê hevserê xwe ve rastî îxanetê tê,  di zewaca xwe de jî keyfxweş nabe. Ayşe Şan a ku keça xwe Şehnaz 18 mehî jiyana xwe ji dest dide û ji ber wê êşa xwe navber dide hunerê. Di vê heyamê de Ayşe Şan strana “Qederê” ku ji ber êşa mirina keça xwe nivîsand vegot. Piştî demekê ew bi 3 zarokên xwe re vedigere Stenbolê. Carek din li Stenbolê bi cih dibe. Û konserên xwe debara xwe dike.

Di radyoya Bexdayê de dixebite

Lê gefên dewlet û malbatê cardin li ser Ayşe Şan kêm nabin. Ayşe Şan piştî ku vedigere welat jî bi bertekan re rûbirû dimîne û ji ber van yekan jî di sala 1979’an de diçe Bexdayê. Tê zanîn di wan pêvajoyên ku zimanê kurdî qedexe de, ji bo pêşketina çanda kurdî radoyaya Bexdayê rolek girîng lîst. Ji bo gelek hunermendên kurd bu cihê pêşketin û pêşveçûnê. Di wan pêvejoyan de hunermendên weke Meryem Xan, Îsa Berwarî, Gûlbahar, Nesrîn Sêrwan, Cemîlê Haro Mihemed Arif, Hesen Cizrawî, Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha û Eyşe Şan jî di radyoyê de bi nav û deng bûn û strandine. Ayşe Şan li vir gelek dengbêjên kurd nas dike û bi wan re dengbêjiyê dike. Li Musil, Bexda, Hewlêr û Dihokê konseran dide.

‘Ji derveyî dayika min tu kesê min nîne’

Gefên li dijî Ayşe Şan a ku di sala 1979'an de dubara vegeriya Tirkiyeyê û li Îzmîrê bi cih bû, xilas nabe. Ji bo debara jiyana xwe li postexaneyê kar dike. Ayşe Şan a ku nekarî demeke dirêj li vir bimîne, sirgûnî parêzgeha Aydin û Kutahyayê tê kirin. Ayşe Şan a ku dema emeklî bû vegeriya Îzmîrê, ji ber gefên xizmên xwe careke din Ameda ku lê ji dayik bû û di her firsendê de hesreta xwe anî, nabîne. Daxwaza dayika wê ya ku beriya bimre Ayşe Şan bibîne ne jî pêk nayê. Destûr nayê dayîn Ayşe Şan a ku tenê dayika xwe xwedî li wê derket, biçe ser gora dayika xwe jî. Ayşe Şan vê êşê dijî bi starana xwe ya kurdî ya bi navê “Dayikê” de tîne ziman.

Ayşe Şan a ku derdê xwe ya herî mezin wek “dayika min” pênase dike û wiha dibêje: “Min digot ji bo dayika min nemire, ez bimirim. Ji ber ku ji derveyî dayika min kesek din tunebû. Dema dayika min wefat kir ez li derveyî welat bûm. Jixwe min dayika zêde nedît. Hesreta wê hebû. Min hefteyek beriya mirina wê pê re axivî. Dayika min got, 'Were cem min û dev ji vê karê berde'. Min got ‘temam’. Dayika min kesekî pir paqij bû. Her tim dixwest ez nimêj bikim, Quranê bixwînim û li gel wê bim. Ji ber bavê min eleqeya min dendbêjiyê hebû. Ez jî ji ber vê yekê bûm hunermend. Dema dayika min wefat kir, min nekarî herim wê bibînim. Agahî jî nedan min. Piştî mirina dayika min, ji ber hesreta wê 6 mehan ez nexweş bûm. Bijîşkan min bi zorê xilas kirin.”

Wesiyeta wê pêkhat

Destûr nehat dayîn ku Ayşe Şan a ku birayê xwe jî winda kir, biçe ser gora birayê xwe. Ayşe Şan a ku bi birînên kûr ên ji ber hemû zilm û êşên vekir jiyan kir, tijî pençeşêrê dibe. Di 18'ê Kanûna 1996'an de li Îzmîrê li mala ku bi tena serê xwe jiyan kir, ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Ayşe Şan a ku dema sax bû tenê hat hiştin, dema mir jî bi tenê bû. Cenazeyê wê bi beşdariya gelek kêm kesan hat definkirin. Tevî ku beriya mirina xwe wesiyet kiribû jî cenazeyê wê li Amedê nehat defn kirin.

Ayşe Şan ji ber nasnameya xwe ya jin û hunermendiyê ji aliyê malbat û eşîra xwe ve û ji ber ku stranên Kurdî digotin jî ji aliyê dewletê ve dihat hedefgirtin, hunermendeke bêkes bû. Ayşe Şan a ku stranên wê hatin sansûrkirin û nehiştin di bernameyên televîzyon û radyoyan de derkevin holê, lê dîsa jî têkoşîn û mîrateyek mînak li pey xwe hişt. Li ser navê Ayşe Şan jî xebatên akademîk hatin pêkanîn. Ayşe Şan ku li pêşiya civakê ye, di nava jinên ku li dijî pergala serwer a mêr têdikoşe, di dîrokê de cihê xwe girt. Staranên ku Ayşa Şan ku bi dengê wê yê xemgîn û hestiyar vedigot, heta nîha jî  dilan dişewitîne.