8 sal berê li Cizîrê li dijî qetliamê dîrokek bi rûmet hat nivîsandin!

Li Cizîra Botan di dîroka 14’ê Kanûna 2015’an de bi qedexeyên ku dest pê kirin, li ber çavên hemû cîhanê mirov bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin. Bi hezaran kes neçar man malên xwe biterikînin. Di ser wê hovîtiyê re 8 sal derbas bûn.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Li Cizîra Botan di 14’ê Kanûna 2015’an de derketina derve hatibû qedexekirin û di wan rojan de li ber çavên mirovahiyê bûyerên hovane qewimîn. Qedexeya li Cizîrê di 2’ê Adara 2016’an de bi dawî bû, di qedexeya ku 79 rojan berdewam kir de 177 jê di sê bodromên avahiyan de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de zarok û heta mirovên 70 salî jî hebûn. Deh hezar mirov neçar man ku malên xwe bihêlin û koç bikin. Niha ew dîmenên ku li Filistînê hene, heman dîmen beriya 8 salan li kolanên Cizîrê hatin jiyîn. Tiştên ku qewimîn xwe li bîra me cih kirine.

Tiştên ku hatin jiyîn bi zorê hatin belgekirin

Di dema qedexeya derketina derve de rojnamegerên ku bi zorê dikaribûn lê bimînin, tiştên hatin jiyîn hewl dan belge bikin. Rojnamegerên ku di nava pevçûnan de dibûn hedefa guleyan, di wê demê de di televîzyonan de yek bi yek hûrguliyên wê wehşetê derdixistin holê. Hewl didan dengê kesên ku alîkariyê dixwazin bidin bihîstin. Destpêkê xwestin ji herêmê rojnamegeran dûr bixin. Parlamenterên li Tirkiyeyê hatin hilbijartin ketina wan a Cizîrê û hewldana wan a bihîstina dengê tiştên ku dihatin jiyîn hat astengkirin. Wekîlên wê demê li bajarên xwe tevî gefên mirinê jî li gel hemwelatiyan bûn.

14’ê Kanûnê destpêka qedexeyan

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên meha Hezîranê di sala 2015’an de li Rihayê piştî ku du polîs bi awayekî bi guman hatin kuştin ‘pêvajoya çareseriyê’ ya ku dihat meşandin bi dawî bû. Sûr, Cizîr û Nisêbîn jî di nav de li gelek bajaran qedexeya derketinê hat îlankirin. Piştî qedexeya derketina ji derve, dewletê operasyona ku bi navê ‘operasyona xendekan’ dest pê kir. Li Cizîrê ji meha Îlona 2015’an de jî qedexeyên derketina derve hatibû ragihandin, piştî ku bi dawî bû, careke din di 14’ê Kanûnê de careke din qedexeya derketina derve hat ragihandin.

‘Benzîn rijandin û ew şewitandin’

Ji rayedarên wê demê yên HDP Derya Koç ku wê demê beşdarî weşana ÎMC TV bûbû tiştên ku got û banga wê ya alîkariyê tu caran nehat jibîrkirin. Derya Koç ku xwe spartibû jêrzemînê, diyar kiribû ku bombebaran piştî sê rojan gelek dijwar bûne. Destnîşan kiribû ku du kesên ji hêzên taybet nêzî avahiyê bûne û di pencereyan de bi şûşeyên ped benzînê avêtine hundir, bi vî awayî agir berdan mirovan û şewitandin. Derya Koç bi bîr xistibû ku ji ber vê yekê nêzî 20-25 kesên ku di qata jêr de ne bi lez çûn qata jortir. Di qata jor de 20-25 kes hebûne. Navê kesên ku li gel wê bûn û di jêrzemînê de asê mabûn yek bi yek rêz kiribû û wiha anîbû ziman:

“Nêzî 20-25 havalên me ji ber parçeyên bombeyan birîndar bûne. Me ew li vê derê bi cih kirin û em bi hev re rûniştibûn. Ji bo hinek pêwîstiyan em çûn qata jor, nêzî 20 havalên me li jêr hebûn. Dema ew hemû li jêr bûn, di şibakan de petên avê yên benzîn avêtin hundir û ew şewitandin. Em nikaribûn biçin ba wan, me tenê dengê nalînên wan dibihîst, em nikaribûn tiştek bikin. Dema em li jor bûn careke din bi bombe, doçka, bi topên hewanê êrîş kirin… Banga min tenê ew e ku gulebaranê bisekinînin.”

Bedena jinan hat teşhîrkirin

Piştî vê axaftinê Derya Koç jî jiyana xwe ji dest da. Hat tesbîtkirin ku Derya Koç bi guleyê bi giranî birîndar bûye û jiyana xwe ji dest daye. Ên ku xwestin cenazeyan bi alên spî rakin û veşêrin jî bûn hedef. Di wan êrîşan de rojnameger jî bûn hedef. Hema bibêje her tişta ku dihat jiyîn di medyaya dîjîtal de hat dîtin. Yek ji wan bûyerên ku dilê mirov dişewitand cenazeyên du jinan ku di nava kolanên Cizîrê de bi awayek tazî hatibûn teşhîrkirin bû. Der barê vê bûyerê de gilî hat kirin lê belê ev hewldan jî bêencam ma. Walîtiyê îdia kir ku bûyer li Cizîrê neqewimiye û înkar kir.

‘Dê wek şerma hemû cîhanê bikeve rûpelên dîrokê’

Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç jî tevlî Ozgur Gun TV’yê bûbû, agahiya 62 kesên ku di nav de birîndar jî hene bi raya giştî re parve kiribû. Mehmet Tunç, tiştên qewimîbûn bi van gotinan vegotibû:

“... Ji ber ku li qata duyemîn agir derket û topên hawan û tankan jî dîwarên malê jî qul kirin, li jêrzemîna xwarê hemû mobîlyayên kevin ên male, kanepeyên kevin û hemû eşya dişewitin, em niha bi bûyereke weke Otela Madimakê re rû bi rû ne. Ev şerma mirovahiyê ye... Dûmana ku em niha tê de ne, jixwe bi giştî hundir tijî bûye û hêdî hêdî ji van qulên dîwar agir dikeve hundir. Her çiqas ez hewl didim hinek avê bigrim û kanepeyan şil jî bikim jî ji jor ve agir mezin dibe. Ez dizanim ku ev agir niha li her derê Cizîrê tê dîtin. Hemû kesên ku li Alîze Kunefe yan jî aliyê din ê riya Nisêbînê binêrin dê vî agirî bibînin. Ji ber vê ez bang li hemû mirovahiyê dikim. Herî kêm ji bilî ambûlansan divê îtfaiye werin û vî agirî vemirînin. Nexwe kesên lingên wan jêkirî hene, kesên birîndarên giran hene û zarok hene dê di nava vê malê de bişewitin. Ev bûyer ji bo Tirkiye, hemû mirovahiyê, heta Neteweyên Yekbûyî û hemû cîhanê şermeke mezin e… Jixwe xwediyên malê 10 bîdonên avê hiştibûn. Kesên birîndar in avê vedixwin. Niha her der dişewite. Agir bi bombeavêjan, tank û topên hawanan ket... Xwezî li vir telefonek bi dîmen hebûye me ev dîmen ji we re bişanda û dinya û alemê vê mala ku wiha bi qîjeqîj dişewite bidîta…”

Ji xirbeyan cenaze hatin derxistin

Piştî çend rojên ragihandina qedexeya derketina derve, Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Efkan Ala diyar kir ku operasyonên li Cizîrê bi dawî bûne. Qedexeyên li Cizîrê di 2’ê Adara 2016’an de wek êvaran bidome hat sererastkirin û ketin û derketina navçeyê hat qedexekirin. Bi bidawîbûna qedexeyê re piraniya wan ji xirbeyên 3 avahiyan û ji mal û kolanên 25 jê zarok bi giştî 177 cenaze hatin derxistin. Nasnameyên 103 kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin tesbîtkirin, 74 kes jî bêyî ku nasnameya wan bê tesbîtkirin hatin definkirin. Raporan eşkere kir ku hema bibejê hemû cenaze ji ber şewitandinê an jî perçebûnê nehatin naskirin. Di jêrzemînan de hestiyên mirovan û bermahiyên cebilxaneya leşkerî hatin dîtin. Pisporên Tiba Edlî, di jêrzemînan de perçeyên hestî yên ku tesbît bûn aîdê zarokan in jî tesbît kir.

Hewldanên qanûnî bêencam man

Hemû hewldanên ji bo şopandina van bûyeran hem li Tirkiyeyê hem jî li dadgehên navneteweyî bêencam man. Li Dadgeha Destûra Bingehîn, têkildarî bûyerên li Cizîrê qewimîn zêdeyî 60 dosya hene. Hinek dosya ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hatin şandin. Ev dosya jî bi hinceta ku riyên hiqûqa navxweyî xilas nebûn hatin redkirin. Pêvajoyên dosyayên dozê hê jî berdewam dikin. Tevî ku 8 sal derbas bûne jî kesên di van hemû bûyeran de berpirsyariya wan heye, derneketin pêşberî darazê û edalet bi cih nehat.

Bûyerên Cizîrê di raporên navneteweyî de cih girt

Tiştên ku li Cizîrê qewimî, bû mijara raporên saziyên navneteweyî jî. Her wiha di raporên Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û gelek sazî û rêxistinên navneteweyî de jî cih girt. Di rapora bi sernavê "Asta Hiqûqî ya Qedexeya Derketina Derva" ya ku di 13'ê Hezîrana 2016'an de ji aliyê Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê ve hat weşandin de, wiha hat gotin: "Di esasê xwe de asta bingehek hiqûqî ya binpêkirinên giran ên mafên mirovan hat jiyîn, maf û azadiyên bingehîn hatine rawestandin û qedexeyên derketina derve nîn e. Di rapora ku komîsyona bi serokatiya Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad El Huseyîn di 10'ê Adara 2017'an de amade kir de jî ev agahî hat parvekirin: "Di operasyonên ku di vê pêvajoyê de berdewam kirin de, nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Dê tu carî neyê jibîrkirin

Li Cizîrê li ber çavên her kesê mirov hatin qetilirin û di jêrzemîna de hatin şewitandin. Kesên ku wan rojan ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin bi şev û roj di nava hewldanan de bûne hene. Hê jî ji bo kesên ku wan hovîtiyan kirine hesab bidin dixebitin. Weke dengê ku ji jêrzemînan bilind dibû; ev qetliam û hovîtî ne tenê li dîroka Tirkiyeyê li dîroka hemû mirovahiyê hat nivîsandin. Dê dîrok tu carî vê ji bîr neke!