Jiyanek bi têkoşîn û berxwedanê hatiye hûnandin: Emîne Kara

Yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî a ku li parîsê hatibû qetilkirin. Biraziya wê Hêlîn Kara der barê têkoşîna wê de axivî û diyar kir ku Evîn Goyî ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xizmeteke mezin kiriye.

BERJÎN KARA

 Mexmûr- Yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara) ji cihê tevlibûnê Qilabanê heya çiyayan, Rojava û Ewropayê bi sekna xwe bû serkêş. Ji bo jinên Kurd û hemû Rojhilata Navîn yek ji jinên nimûne bû. Piştî 10 salan li cihê şehîd Sakîne Cansiz lê hatiye qetilkirin, li Parîsê di 23’yê Kanûna 2022’yan de komploya duyem pêk hat û pêşenga jina kurd Evîn Goyî hedef hat girtin.

Biraziya Emîne Kara Hêlîn Kara der barê têkoşîn, ked û jiyana meta xwe de ji ajansa me re axivî.

Emîne Kara bi nasnav Evîn Goyî, di sala 1974’an de li gundê Hîlal ê girêdayî bajarokê Qilabana Şirnexê ji dayik bû. Bû şahida Pêngava 15’ê Tebaxê ku bi pêşengiya fermandarê mezin Mehsûm Korkmaz (Egîd) hat destpêkirin, wek her ciwanek Kurd bandorek mezin li ser wê jî kir û wê demê dest bi têkoşînê kir.

Evîn di temenê zarokatî de hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk dît û di temenek biçûk de bû şahid ku çawa dewleta Tirk bi bêwijdanî gundan dişewitand û îşkence li gelê Kurd dikir. Bi dîtina vê rastiya ku gelê Kurd û jin di nav de dijîn biryara tevlibûna têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe dide û di sala 1988’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Biraziya Emîne Kara Hêlîn Kara di destpêka axaftina xwe de komkujiya duyem a Parîsê şermezar kir û der barê komkujiyê de helwesta xwe wiha anî ziman: “Di 23’ê Kanûna 2022’yan de careke din li bajarê Parîsê bi awayek nemerdane, tirsonek û bêexlaqî komkujiya duyem pêk hat. Ji bo wê hem weka gelê Kurd û hem jî malbatê ev bûyer ji bo me gelek giran bû. Şehadet gelek giran bû, em dizanin dewleta Tirk dijminê me yê salan e û di rêbazên ku ji bo tunekirina gelê Kurd bi kar tîne de tu exlaqê wan nîn e û tu pîvanan nas nake, hemû rêbazên qedexe û dijmirovî bi kar tîne. Ev jî yek ji wan bû, êşek mezin çêkir û bi xwe re helwestên gelek mezin derxist holê. Em weke gelê Kurd bi vê serbilind in.”

‘Helwesta gelê Kurd a li hemberî vê komkujiyê gelek bi nirx e’

Evîn Goyî azadiya gelê Kurd di azadiya jinan de dibîne, ji bo wê jî li hemû gund û çiyayên Botan û Zagrosê, ji çiyayên Herekol ê Bakurê Kurdistanê heta Reqayê û ji wir heta Şengalê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk 34 salan têdikoşe û xebatan dimeşîne. Di pêşvebirina Şoreşa Rojava de ked û tevkariyeke mezin a Evîn Goyî hebû. Tevî şervanan li dijî DAIŞ’ê şer kir û ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi roleke diyarker rabû. Ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xizmeteke mezin kir. Li dijî hovîtî û paşverûtiya DAIŞ’ê li ser bingeha xeta azadiya jinan têkoşiya û pratîkeke serkeftî nîşan da. Di dema şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû, ji bo tedawiyê çû welatê Fransayê.

Helîn Kara wiha behsa Têkoşîna meta xwe Evîn Goyî kir û got: “Ger em behsa têkoşîna şehîd Evîn bikin, bi rastî temenek tijî têkoşîn, berxwedan, ked bû. Bi vê ve girêdayî cihê xwe di dilê her kesê de, di dilê gelê Kurd û hemû mirovahiya ku ji bo azadî û têkoşînê hewldan dikir çêkir. Ev şehadeta ku çêbûye weke dozek neteweyî ya gelê Kurd lê hatiye, ev komkujî li hemberî doza gelê Kurd e, di şexsê havala Evîn de li hemberî têkoşîna jinên azad hatiye pêkanîn, îro helwesta gelê Kurd a li hemberî vê komkujiyê gelek bi nirx e. Weke malbat mirov dikare bibêje dema ku şehîd Evîn li ser bîranîna şehîdan diaxive dibêje; ‘Şehîd çavkaniya hêza têkoşîna me ne’ û her şehîda ku çêdibe me zêdetir nêzî azadiyê dike. Niha tişta pêwîst a ku dikeve ser milên me divê em bibin layîqê van gotinan, xwedî li bîranîn û keda wan derbikevin.”

‘Hemû axaftinên me der barê ku jinek çawa dikare xwe bi rêxistin bike’

Evîn Goyî hişmendî, hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê ji xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a xwe dispêre azadiya jinan, ji dilsoziya wê ya bi gelê Kurdistanê û hezkirin û baweriya bi xeta jinên azad girt. Evîn bi çanda Botanê perwerde bûbû, jineke azad bû nizanibû westandin çi ye, wateya azadî û rastiya niştimanperweriyê baş fam kiribû. Di heman demê de pêşengeke têkoşîna jinan bû. Di pêşvebirina xeta jinên azad û afirandina hişmendiya jinan û îradeya wan de, tevkarî û kedeke wê ya mezin hebû. Kedeke mezin da artêşbûna jinan û wezîfeyên gelekî girîng bi cih anî.

Hêlîn Kara diyar kir ku Evîn Goyî pêşenga têkoşîna azadiyê bû, wiha domand: “Dema hevala Evîn beşdarî nava têkoşîna azadiyê bû temenê min gelek biçûk bû em ne di ferqa wateya wê de bûn, em mezin bûn piştî demekê me nû fam kir meta min  tevlî şoreşa Kurdistanê bûye. Cara yekem hevala Evîn di sala 1998’an de dema ku ji qada Rêbertiyê hat, serdana wargehê kir û wê demê min dît, wê demê me ew nas kir. Piştî dema ku em mezin bûn, têkoşîn mezin bû naskirinek hîn zêdetir çêbû. Bi wê re jî em jî hîn zêdetir bûn xwedî zanîn û me hêdî hêdî fam kir ku dozeke me ya civakî, neteweyî ya çawa heye û em jî bi wê re mezin bûn. Me gelek caran hev dît, hemû axaftinên me der barê mijara jinek çawa dikare xwe bi rêxistin bike, hêza jinek dema ku derbikeve dikare çi bike, çawa dikare bibe xwedî îrade, çawa pêşengî ji civakê re bike, çawa dikare bibe xwedî helwestek bi wate de bûn. Her dem digot jinek divê berî her tiştî xwe nas bike, bibe xwedî îrade da ku bikaribe xwe û rûmeta xwe biparêze, ji bo wê jî pêwîst e hûn xwe zana bikin û bibin xwedî zanist. Lêgerînên we yên taybet hebin ji bo jiyana bi watetir pêwîst e hewldanên we hebin.”

‘Di dema axaftinan de gelek bi bandor bû’

Hêlîn Kara wiha behsa dîtina meta xwe Evîn goyî kir û got: “Di sala 2017’an de li Rojavayê Kurdistanê me hev dît. Di wê demê de ji ber ku şoreş nû çêbû, kar û xebatên wê demê gelek bûn, civak û saziyên wê nû dihatin birêxistinkirin bi rastî ked û hewldanek pir mezin dixwest. Ji bo wê jî hevala Evîn divê çavkaniya şoreşê de cih digirt her dem karê wan hebû û her dem bi kar û xebatên xwe re mijûl bûn ji ber wê zêde derfetên me yên nîqaşkirinê çênebûn. Lê dema ku em dihatin gel hev bi rastî bandorek pir mezin li ser mirov dida çêkirin bi taybetî enerjî û hêza wê, şêweyê fikirandin û jiyana wê. Min ne weke meta xwe yan jî xwişka bavê xwe lê mêze dikir, min weke hevalek lê mêze dikir ku ji bo têkoşîna gel û civakê hewldan dike, şer dike û em jî zarokên vê têkoşînê ne pêwîst e em bi vê şêweyî mêze bikin.”

‘Evîn Goyî yek ji pêşanga têkoşîna azadiyê bû’

Bi dil û mejiyê xwe li dijî dagirkeriyê dixebitî û hemû jiyana xwe ji bo azadiyê bexş kiribû. Ji kêliya ku tevli nava refên azadiyê bû heta roja dawiya emrê xwe, her dem têkoşiya. Li ser şopa Sakîne Cansiz û jinên şehîd ên Botanê meşiya û ji ber wê yekê weke hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê navê wê jî dê her dem di rûpelên dîrokê de nemir bimîne.

Hêlîn Kara bi bîr xist ku Evîn Goyî yek ji pêşangên têkoşîna azadiyê bû, wiha behsa jiyana wê kir û got: “Jiyana hevala Evîn têr û tijî bû ger di her alî de mirov lê mêze bike. Di her pêvajoyê de bi taybetî di pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, pêvajoya DAIŞ’ê de ewqas şer û şehadetên ku çêbûn, ewqas êşên ku çêbûn ew jî wê demê di nav de cih digirt. Ji kesên ku pêşengî ji vê têkoşînê re dikir yek ji wan jî hevala Evîn bû. Li hemberî şikestin û têkbirina DAIŞ’ê helwest û nêzîkatiyên ku hatine nîşandayîn di asteke pir bilind de bû. Kesayeta wê ya bi hêz ku li hemberî hemû şêweyê paşverûtiyê bikare şer bike, têkoşîn bike û gav paş de ne avêje ji bo dijmin bû hedef. Em dizanin ku ger îro dijmin ew kir hedef armanca wan ew bû ku di şexsê hevala Evîn Goyî de xwestin derbe li xeta jinên azad û pêşengên têkoşîna jinên azadiya Kurdistanê bidin.”

‘Daxwaza me ew e ku ev bûyer were ronîkirin’

Li gel tedawiyê, li Parîsê dubare dest bi xebatan dike û bi berdewamî hewldana yekgirtin û yekbûna gelê Kurd dide. Lê di 23’yê Kanûnê dema amadekariya ji bo 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ya di sala 2013’yan de, dubare li heman bajarî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya rastî êrîşa çekdarî tê. Di encamê de du welatparêzên din û Evîn jiyana xwe ji dest didin.

Biraziya Evîn Goyî Hêlîn Kara destnîşan kir ku divê xwedî li keda hevala Evîn derbikevin û bibin layîqî keda wê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Helwesta me wek malbat jî weke helwesta gelê Kurd ku ev bi rojane di nava têkoşînekê de ne, her roj li cihek cuda berxwedaniyê dikin e. Em jî dixwazin ev bûyer were ronîkirin û em ê li gorî wê bimeşin. Divê em xwedî li dozê derkevin û bikaribin di vî alî de bibin layîqê wan.”